Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

Pîrozbahî ji bona Cejna Çilxanê

Feremz Xerîbo

 

 

Ji ber hatina cejna  çilxane (çilxane Şixadî) em vê cejnê li hemi Êzidiya pîroz dikin

ev cejin  di vê rojê de, 2- 8 Zayinî de, beramber  20. 7 rojhilatî (êzidî), di rojke wek roja çarşembê de tê bi bîranîn.

ji ber wilo em hêvi dikin  her kesê rojiyê çilxanê girtibin bi xêr û xweşî û bi kêf û şahî derbaskiribin.

Û wek ez zanim ev rojî tên girtin ji wextê Nebî Nuh ve û Nebî Nuh di sala go Adem emrê Xwedê kir de ji dayik buya.

 

Wextê tofan li Nebî Nuh rabû wî çil rojî kirin qurban ta ew û kesê pêra ne xeniqin bi tofanê, lê wextê go tofan sekinî wî çil rojî din jî girtin wek qedir û qîmet ji Xwedê re. Ew û ê pêra ji tofanê û mirinê xelaskirin û wilo ev rojî ji hingî ve berdewam dikin  û bûn çil roj rojî di zistanî de û çil roj rojî di havînî de û navê wan bû Çilxane.

 

Lê wexte Şîxadî (silavê Xwedê li wî be û Nebî Nuh jî pêre) wî berdewam kir û ev rojî girtin û wek tê gotin Şîxadî rojî digirtin û li mêwîjkê difitirî, lê ji ber rola Şîxadî di ola Êzidî de gelek tiştê Êzidiya bi wî ve hatin girêdan û wilo ev rojî jî, lê wek min got li gor lêkolinê min di civaka Êzidî de piştî min pirsî û gelek tişt berhevkirin, min dît go rayê vê cejnê divegerê dema Nebî Nuh (Nuh Pêxember) ê kiştiya xwe li Welatşêx çêkir (Eyn Sifnê) bi fermana Xwedê ê gotiyê wê tofan rabê û divê ti wê kiştiyê çêkê û ê behweriya wan bi min tê bi tere suwar bibin ta ew ne xeniqin.

 

Nuh Pêxember kiştî çêkir û ma li benda tofanê di wextkî de ji nişkê ve bûka wî bazde û hat cem û gotiyê va Av di hindur wê tenurê de tê banî ji binê erdê derkevê, hingî Pêxember Nuh zani tofan rabû û emir kir ta ê behweriya wî bi Xwedê tê li kiştiy suwarbe û baranê 40 rojî û 40 şevî berdewam kir û 150 rojî  tofanê berdewam kir pişti heqas roj bej bi ser avê ket, ji ber Nuh kevok berda, piştî çendekî kevok hat û di nav niklê wê de qirşik hebû, hingî wî got (ina) û wek em zanin ev gotin bi zimane kurdî ye û Nebî Nuh û ê pêra ji kiştiyê go li ser çiyayê (Cudî) sekinî, peyabûn û hatin Lalişa Nûranî li wêdê li ser berê runiştin ew 40  mêr bûn ji ber wê yekê navê wê derê bû Çil mêre, heta niha.

 

Wilo em dibînin rayê vê cejnê wek rayê ola Êzidî divegerin demke herî kevin û ne bes wextê Şîxadî. 

 

Dîsa ez dibêjim ev cejin li Êzidiya hemuwa pîrozbê û bi taybet li ê rojî girtina.

 

Feremez xeribo 

    2-8-2006

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis