Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

 

Vegere

Diwa li cem Êzîdiyan

Fermaz  Xerîbo      

Diwa - nimej -limej  ew gotin ten yek wate  ewa go insan yan mirov li ber tiştkî pîroz raweste û pesne wî bide û  talî hêvî û xwesteke xwe jê bixwaze. Li cem me Êzîdiyan her kes kare ji xwere diwa bike li her deverê û di her çaxî de lê her inasê Êzîdî divê di her rojê de 3 caran diwa bike û ew jî ev in:

1- Diwa sibihî: wextê roj hilê mirov wê dest û çavê xwe ciwan bike yan bişoyê û berê xwe

     bide rojê û şipê bisekinê, destê rastê deynê ser destê çepê û diwa xwe bike.

2- Diwa evare: ew jî wek ya sibihê, berî roj herê ava dîsa wê dest û ruyê xwe bişoyê û diwa

    xwe bike

3- şehda dîn: ev diwa tê pêkanîn çaxê mirov bikevê nav cihê xwe yan wextê bivê razê,

     ji ber insan nizanê wê kengî bimirê û ta insan wilo nemirê divê şehda dînê xwe bidê.

Çima min got ev diwa li ser her insanî ferz in ?

ji ber hindek kes hene û dibêjin ku gelik diwa hene lê wek min got her insan karê ji sibihî heta êvarê diwa bike û ew jî xêra lê diwayê ferz li ser her kesê Êzîdî ev hersê na. Min li ser vê yekê jî gelik kesê oldar pirsî û ji yêt bi temen mezin jî pirsî, wan ji min ra wilo got ku  3 diwa di rojê de fer in. li ser her kesê Êzîdî û wilo ji min re gotin. Belkî hin kes hene ku bêjin bê diwa  fecrê heye yan pişti roj herê ava yan.......hwd. min ev mijar bi Pîr Xidir re û  Şêx Elo re şîrovekir û wan jî wek min gotin. Ji ber insanê Êzîdî wextê bivê diwa xwe bike divê berê xwe bide rojê, lê wextê insan bivê fecrê diwa bikê yan pishtî roj herê ava wê berê xwe bidê ku derê?

Roj qubleta Êzîdiyan e û çaxê ew bivin diwa bikin divê ew berê xwe bidin qubletê xwe. Li vê derê tiştik heya ji ber tirsê gelik cara mirovê Êzîdî newêrî li cem kesê biyanî diwa xwe bike, ji ber vê yekê ew karê bi dizî, ta kes nizanibê ew Êzîdi ye, destê xwe deynê ser devera ku şewqa rojê bidiyê û ramîse yan maçke û dengê xwe nehildê, ta kesê din dengê wî nekin. Ez divim bêjim ku ne pêwîst e kesê Êzîdî xwe bişoyê berî diwa bike, lê divê ew dest û çavê xwe bişoyê.

Ya baş ew e ku insanê Êzîdî çaxê diwa bike kes wî nebîne û li dawiya diwa divê ew qadê maçke; her kes karê  van diwa di vê Malperê de, Malpera Kaniya Sipî, bibîne û bixwîne.

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis