|
Vegere
Gundê Bacine
Feremez Xeribo

Em gelê Êzîdî,
di dîrokê de hatina naskirin, wek gelekî herî kevnar, û cih û warê me
jî, wilo hatina naskirin.
Lê mixabin piştî
em ketina ber şek û peka em û cih û warê me, em tev de ketina ber
wêranê û windabûne ji ber wilo barkî herî giran dikeve ser milê me wek
Êzîdî bi temamî û wek rewşenbirê Êzîdiya ku em
li ser vê yekê bisekinin û wilo berpirsyarî dikeve ser milê yextiyarê
me ta her tiştî ji kesê zane re bi rastî û diristi bêjin û bibilinin.
ji van tişta cih
û warê me ê Êzîdiya, ti bi ku de herê cih û warê me hena, bi navan hin
bi kurdîna û hin bi navnê cuda ne, ji ber ew tiştê wilo hewldanin ji
bona têkçûna Êzîdiya û şaristaniya wan lê ew tiştê wilo wê cihê xwe di
dîrokê de nekirin, û wê bên tazî kirin li ber çavê kesê din, û li ber
çavê dîrokê li vêdê min divê xizmetkê di ber tiştkî halo de bikim.
û min li vêdê
divê ez li ser gundê Bacinê bisekinim.
Gundê
Bacinê wek ez têkêham ji dîrokê ku bi destê kesê ne êzîdî hatiya
nivisandin ji kevin deya le ez li vede nasekinim û min xwe gihand kesê
xwediye Bacinê ê tegihiştî û karibê li ser wê şîrove bikê wek
birayê Silêman
û ji wî jî fêrî
gelek tiştê giring bûm û halo ji min re got:
pirs : çima navê
vî gundî bû bacin ?
Bersiv: li
gor ez têgehama ji ber gelek acinî li der û dorê Bacinê hebûn û
gelek kesa gotin me ew bi çava dîtine, ji ber wilo navê wê bû
Bacin.
P: ji kengî ve
Bacin avaya ?
B:ez nizanim bi
temamî lê li gor ez zanim berî 1000 salî ev gund avaya.
P: xelkê di
bacinê de ji kudê hatine?
B: li gor ez
zanin ew ji herêma bota hatin vî gundî û wek em zanin deverê Bota
beşek ji welatê meya û ji vî gundî ne dûra û ne cudaya.
P: ma kesê di
Bacine de hemî Bacinî ne ?
B: erê kesik ji
êlê din di Bacine de nebûn û şêx û pîr ji tê de nebûn.
P: çend bavik di
bacinê de hebûn
B: ev bavik tê
de hebûn Misurka- Heloka- Botoka ev hersêk digihin hev
Nasirka-
mala Tehir -mala Ozmana-mala Dermo- mala Zêdê
lê gund ê
mala Ozmana û mala Dermoya û mala Zêdê ev kes hatin Bacinê
û tevlî hev
bûn û navê wan bû Bacinî.
P: çiqas kes di
Bacinê de hena ?
B: nêzikî 800
mal di Bacinê de hebûn lê neha yek insan û pîreka xwe tê de mana ê din
tev de ji gund bazdan û çûn ji dervayî welat û ew kes hemî Êzîdî bûn û
niha ji ew Êzîdîne ser ku zû û zila tund hat ser wan çende cara lê wan
terka ola xwe neda û li berxwedan û man heta niha.
P: Bacinî li ser
kujan eşîra tên hisab kirin ?
B: Bacinî
hevêrka ne lê bi sedema go Çelebî ji pîrekeka Dekşûrî zewicî, gotin ew
Dekşûrî na ew jî çêlka ne û welatê çêlka ne û dibêjin wan şemikî.
P: min bihîst go
Camî di Bacinê de heya ev çiya ?
B: rasta ew
camî di wexte Êzdîn Şêr de hat avakirin û ew Mîrê
Bota bû wî hêzê xwe kişandin ser Bacinê lê wî nikarîbû zora Êzîdiyê
Bacinê bibê û bi zorê camî tê de avakir lê kesî Misilman newêrî werê
Bacinê û heta niha jî ser go dewlet arikariya kesê ne Êzdî dike ta
werin û bi kevin bacinê lê kes newêrê werê Baciniya bi hêz li ber xwe
da ji hingî heta niha bi hezare ji Baciniya hatin kuştin di ber gundê
xwe de û di ber ola xwede û wan serî li ber zilm û zore nedanî û ew
camiya ti dibêjê di sala 1840 z hat ava kirin lê niha ew xirbiha.
P: niha dan û
standina xelkê Bacinê çilona bi dewletê re ?
B: wek berê em
Êzîdîna û li ser wê yekê û asasî bi me re dan û standin tên kirin ji
aliyê her kesî ve.
P: dan û
standine Êzidiya û kesê der û dorê çilone ?
B: dan û
standine wan bi kesê der û dorê re başin bi taybet kesê fileh
(kiristiyan) em û ew cînarê hevin lê me û wan zilim li hev nekiriya.
P: Bacin dikeve
kuderê ?
B: Bacin dikeve
Tora Hevêrka bakurê çiyayê Bagokê bi 20 kilo mitir û giredayî midyadê
ya ew dikeve bakurê Bacinê bi 7 kilo mitre li rojhilat gundê mizîzexê
û li rojava gundê karşaveya û li başûr gundê Barmûs- Kochan - Dênwan
-Arbû- Hibab.
P: Bacin li ser
çi dijîn ?
B: wek her kesê
Êzîdî ew li ser xwedikirina sewal wek mih û bizinê û hinik çandinî
dijin ji wek ez zanim Bacin û der û dorê we hêrikin û çola wê wilo
fereh nîna ta gelek tişta lê biçinin li ser wilo wan kese tê de
karîbûn jiyan xwe normal berdewam bikin û dev ji welatê xwe û gundê
xwe neberdan heta 1970z û pişt re lê vê taliyê ji ber zilm û zorê ew
neçar man penaberî Ewropa bibin lê hêviye wan ne mirina go ew vegerin
welatê xwe.
P: te got Bacin
gundekî mezina ew çilone ?
B: ev gund bi
avayiye xwe ê kevir û kilsê tê naskirin û bi qesrê xwe ê sipî ji ber
der û dorê we axa wan kilsiya (sipiya ) û ew mal bi meydanin (hewş)
dan û standina
wan bi hev re wek xwedî başa di şahiya de û şina de ew arikariya hev
dikin ü wilo arîkariya kese di jî dikin
li vêdê ji wan
tiştna baş kirina û wek nimuna ez dibêjim wan NEXT ji nav xwe
hilandina ji ber wan dît ew Êzîdiya gelkî teşîne û di vî wextî de
Êzîdî ne hewceyî vê nextê ne lê ew bi hacetê go xortê xwe biparêzin û
arîkariya wan bikin.
P: dan û
standina Bacinê bi kêre bû ji aliyê aborî ve ?
B: dan û stane
we bi Midyadê re bû wan tiştê xwe difirotin we û tişte lazim (pêwîst )
ji wê dê dikirin.
Ev hevdîtin li
bajarê Bielefeld pêk hat 11-9.06
Jor
|