Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

Dîroka Ibrahîm Paşayê Milî û peywendiya wî bi Êzidiya re

Feremz Xerîbo

 

Berî hertiştî Ibrahîm Paşa kiya?

 

Ew kurê Mehmûd Beg kurê Timawî Beg kurê Eyûb Beg kurê Teymûr Beg ji Êla ( eşîra ) Milan e, ya go dibê şaxek ji şaxê Eşîra Mila,  ev eşîr cihê wê li der û dure gola wan bu ya go cihê Dewleta (Orarto) Xaltiya bu, di salê 825 berî zayinî ew li wêdê bi cih û war bûn û wek tê zanîn eşîrê Mila ji gelek eşîrê bi çûktir pêk tê li wêderê berz û berberî dinav wan û hinik eşîrên  dinde çêbûn wek eşîra Mokoro û Şikak û Bamorî wan hersê eşîra pilanek bi Waliyê Wanê  re Ismail Paşa  çêkirin dijî eşîra Mila ji ber wilo eşîra Mila neçar ma go dev ji cih

 

û warê xwe berdê û derbasî Îranê bibê lê li wêdê jî debor nekirin ji ber pilanê Îraniya li wêdê emer mezine eşîra Mila li ser destê Îraniya hat kuştin û vî tiştî ew mecbûr kirin ta ew bifikrin ta vegerin Kurdistana  Tirkya (başûrê) Kurdistanê cih û warê xwe ji ber wilo ketin têkiliyê bi Wailyê Wanê re  Resûl Paşa ê di navbere wan û Osmaniya de levhatin çêkir  û vegerihan cih û warê xwe carke din bi hevçûn (pevçûn ) di nav wande û eşîrê din de çêbûn wek Şikaka û wilo di navbere wan û Osmaniya de di sala 1791 zaznî de li vêdê gelek eşîrê Kurda ari Osmaniya kirin dijî Teymûr Paşa serokê eşîra Mila  piştra lihevhatin di navbere Teymur de û Osmaniya pêk hat û ew bû Waliyê Urfa 1800 zaynî û sewas 1803  û serokatiya eşîra Mila ket destê Eyûb Beg de.

Şerkî dijwar di navbere wî û Osmaniya de çêbû û Tirka ew girtin û kirin zindana Diyarbekir heta têde mir û Temawî Beg bû serokê eşîrê, çaxê leşkerê Misrê bi serokatiya Ibrahîm Paşa kurê Muhemed Paşa Waliyê Misrê hicûm kir Osmaniya Temawî Beg arîkariya leşkerê Misrî kir ji ber ew jî Kurd bû ji devere Qonya bû lê bûbû Waliyê Misrê li nêzîkî Mêrdînê Temawî hat kuştin di şer de û kurê wî Mehmûd Beg bû serokê eşîre Mila  wî karibû eşîra Mila li hev bike kom û yekbûnkê ji wan çêkê û cihê xwe guhest bajarê (Wêranşar ) ya bu paytexte Mila ji ber hêza Mehmûd Beg Osmanî tirsehan û Waliyê Diyarbekir hicûm kir ser Mehmûd Beg û ew girt û kir zindana Diyarbekir û kurê wî Ibrahîm Paşa ê em li ser xeber didin ket cihê wî.

Ibrahîm Paşa karibû bi zanibûna xwe arîkariya Waliyê Misrê Ismail (Xidêwî) bistîne û bavê xwe ji zindanê derxê di zemanê Siltan Ebdilezîz (1861-1876z) lê ew pir nexwesh bû û mir, hêdî kurê wî ket dewsa wî û pêra hikmê Siltan Ebdil Hemîd dest pêkir; di navber wan herdoka de pir têkilî çêbûn û Siltan Ibrahîm Paşa kir wek kurê xwe heta destûr dayê ta leşkerkî di bin emrê xwede çêkê, bi navê siwarê Hemediya ê arîkariya leşkerê Osmaniya bi hêz kirin. Di şerê Osmaniya û Rusa de (1877-1878z) di wî şerî de nîşaniyê paşatiyê jêra hatin 

wek min got berî niha Ibrahîm  gelkî zîrek bû û gelek kesê din girtin nav xwe û bûn wek mlik jêra wek Çilkeza û Ermeniya û Ereba wek nimûna eşîra Edwana ê şaxkin ji eşîra Iniza ê ji ber eşîra Şemer bazdan û xwe li Ibrahîm Paşa girtin ta wan biparêzê ji zila Şemer û wilo eşîra Şrabiya û Bekara di sala 1904 şerkî zor giran di navbera Ibrahîm Paşa de û eşîrê qerekeçiya de çêbû û wek em zanin di wî çaxî de şerkî tund di navbera Mila û eşîra Şemer de çêbû, di vî şerî de eşîra Şemer divîbû kurda ji hev bidizin ji ber wilo wan nama şandin ji Hiseyinê Qenco re ta arîkariya wan bikê dijî Ibrahîm Paşa û wek em zanin Hiseyinê Qenco ji eşîra Dinaya û wek serkê wan di hat naskirin lê eşîra wî piraniya wê Êzidî bûn; li vêdê çaxê Ereba ji wîra name şand Eyoye Mehmûd ê ewjî Êzidiya ji eşîra Şerqiya ya  (Torina) pê zanîbû û gota Hiseynê Qenco pişina ji ereba re em dijî Ibrahîm Paşa na rabin û arîkariya wan nakin.

Bi izna Xwedê ezê bihêlim go sal wergerê laşê Ereba bimînin li çolê û wilo Hiseynê Qenco name nivîsand û şand ji Erebe re (Mihemed Cerba - Faris Elşiyûx- Elî Elşiyûx - Meşel Faris - Hadî Elasî) ev serkê eşîrê Erebe bûn ê bendî çêkirin dijî Ibrahîm Paşa û eşîra Mila - Kîk- Dina - Şerqiya -------) pey eşîrê Ereba ketin heta ew li Hisiça sekinandin (Mala Faris Elcerba ) û beşik ji wan li Tel-elo sekinandin (Diham Elhadi) ya dikevê rojhilatê Qamişlo  nêzîkî Tirbespiyê li ber sînorê Îraqê.

Em vegerin Ibrahîm Paşa çaxê Komela (Itîhad û Tereqî) ya Tirka çêbû di dema Siltan Ebdil Hemîd de van divîbû wî ji ser desthilatdariyê hilînin ji ber wilo wan divîbû pêşî wî bê taqet bikin û li hevalbendê wî xin û pîlan danîn ta pêşî li Ibrahîm Paşa xin ji ber ew ê herî bi hêzbû di nav wan de û herî zengîn bûn  wan ( Telet-Cawid-Enwer-Niyazi-------) û hevalê wan namek li ser zimanê Siltan Ebdil Hemîd  şandin ji Ibrahîm Paşa re ta herê Şamê û ew çû bi hêzik mezin ji leşkerê le ew 15 roja li Helebê sekinî carke din wan name jêre şandin ta bi lez herê Şamê ji ber wan gotbû hevalbende xwe Waliyê Şamê ta Ibrahîm Paşa li wêdê bikujê ew geha Şame û 24 roja bi kurê xweve hingî li Şamê sefîrê (balyoz) Ingilîz û Ferensa gotin Ibrahîm Paşa ser pîlana hatî danîn ji bo kuştina wî û gotinê heka ti herê cem Waliyê Şamê li cem nexwe û nevexwe û wî wilo kir wextê çû û ferman da tan vegerin Wêranşar lê Walî dest bi şer kir di bi şer de Ibrahîm û ê pêra vegerihan lê bi rêda Ibrahîm Paşa emrê Xwedê kir (mir) li gundê Sifeya nêzîkî bajarê Hisiça

û li wir hat veşartin lê ê din berê xwe dan Çiyayê Şingalê ta xwe bigîhine Êzidiya li wêdê lê Ereba destûr nedan û bû şer di nav wande, ew mecbûr man vegerin bi banî de lê leşkerê Tirka giranbû ket pêşiya wan û gelek eşîrê Kurda arî Tirka kirin wek Beraza;  neçar ma şer bisekinînin û Tirka ew girtin (Mehmûd-Ismail-Xelîl-Temo- Eyûb-Bişar-Mihemed ). Xelîl û Temo bi pîrek û zarokê ve çûn Wêranşar lê ê din Tirka ew kirin zindana û Mehmûd Beg hat Şehir dan û mir. Pîreka Ibrahîm Paşa Xensa bi şarezaya xwe xwe gihand Sefîrê ingilîz û Ferensa û zarokê xwe ji zindanê derxistin û anîn cih û warê xwe.

 

 

Jêder:

 

Eşair Kurdistan  (ELE  KURDISTANE)  Ehmed Osman Ebu Bekir.

sitrane ten gotin li ser ve buyere.

Çirokê bi dev tên gotin ji aliyê kesa ve.

 

Feremez  Xerîbo     

14-8-2006 z

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis