|
Vegere
Çûna
ber Lalişa nûranî

Fermaz
Gerîbo
Li cem
Êzîdya fer e her kese Êzîdî here ber Lalişa nûranî û ew dikeve herêma
Şêxan, nêzîkî bajarê Dihokê li Kurdistana Îraqê û wek em zanin cihê
herî pîroz li dinyayê ew e. Û ew heca Êzîdiya ya, lê wextê yek bivê
herê ber mala Şîxadî divê karibê û maldarbê, ji ber go ew feqîrbê û
zarokê wî birçîbin wê çilio herê hecê?
qewlik
heya tê gotin, halo:
Hecao meçe bi hecê de
pêlava meqetîna bi rê de
hec ew e mala ti tê de.
Û hersal
qewal Tawisê li nav Êzîdiya digerînin û pere ava zimzim û ava Kaniya
Sipî heya. Hingî her kesê Êzîdî karê ji wê avê vexwê û ava Kaniya Sipî
mohra kesê Êzîdî ya û kaf mixara û zimzim heca Êzîdiya ya, ji ber
wilo ew qewl hat gotin, lê çaxê insan maldar bibê û zengîn bibê divê
ew herê ber mala Şîxadî yan Lalişa nûranî.
Kengî
divê insan herê ber Laliş?

Ji 6-13
ji miha Tişrinê ya yekê bi hesabê zayinî rojavayî, beramber 23-30
heyva Êlonê bi hesabê Şerqî yan rojhilatî divê her insan cilna sipî ji
xwere amade bikê û bi xwere bibê ta li ber Laliş li xwekê û divê
herkesê herê ber Laliş şiştî bê û pakij bê; ew cil divê bi destê
Êzîdiya hatibin dirûtin.
Her
insanê Êzîdî çi jin û çi mêr divê bira yan xuîşka axretê bi wan re bê
û çênabê jin û mêrê hev bi hev re derbasî Laliş bibin, ji ber ê bi hev
ra derbasî hindirwê Laliş bibin, dibin xuîşk û birayê hev.
Yê diçin
ber Laliş ji cihkî taybet divê bi meş herin heta bigihin Laliş û xwas;
bi rê da qewl û beyt tên gotin wek xerîbo yan lavij û ew li silavgiha
cotkê quba disekinin piştra berdewam dikin û li tevayî Laliş
digerin, tac û hilê Şîxadî tewav dikin û diçin ser Kaniya Sipî û
zimzim û dara mirada û mixara mara; piştra wê di cem Şêx mişeleh re
derbas bibin, ew 7 roja berdewam dikê û herkes divê xêra ji xwere bikê
û qurbankê li wê derê bikujê û li feqîra belav bikê. Piştra wê hec bi
dawî bibê û herkes wê herê mala xwe.
Top
|