Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

Fermanê Tilxatûnê

 çavkanî: yeziden.de

ji pênûsa Zîwerê bavê Aras – wergerandin ji zimanê erebî Şewqî Şemo

Gundê Tilxatûn 

Wêne: Gundê Tilxatûn. Çavkanî: www.kaniya-sipi.de

Qîrîn ji mêjuya Tilxatûnê tê guhan!

 

Tilxatûn gundekî kevinar e, ew ji dema Împeratoriya Osmaniyan ve ava ye û li bakûrê biçûk, Kurdistana Suriyê, li herêma bajarê Qamişlo liser çemê Cerehê dikeve. Gundê Tilxatûnê, weke ku em Kurdên Êzidî wî bi nav dikin, pir nêzîkî sinirê Kurdistana mezin e.

Di dema Osmaniyan de û heya nêz jî ew milkê malbata Hanê Fatê bû. Jê re digotin Serekgund Yaqûbo. Gund bixwe di destên Xaçperestan filan) de bû û tê de nêzîkî 50 malbatan jiyana xwe derbas dikirin.

 

Di warê civakî de û di nava civata kurdan de jinrevandin şermezarî, rûreşî û qebhetekî giran bû. Mêrekî ji êla, ji eşîra, Beraziyan jinek revand. Ji vê sedemê jî ew û kurapê xwe xwînî firar) bûn û xwe avêtin tor û bextê malbata Hanê Fatê. Demeke xweş li cem wan mirovan man û bûn rêncber û navmaliyên van xaçperestan. Ji yekî wan re digotin Hecî Şêxê. Herdu kurapên wî bi navên Ûsivê Mirêd û S. Birhê dihatin nav kirin. Bi vî rengî çend sal derbas bûn, heya fermana qira) Xaçperestan 1915 – 1917 hat. Fermana wan bi destên Osmaniyan di bin sitara Îslamê de rabû. Pir mirovên bêguneh û bêgazin ji wan hatine kuştin, gundên wan hatin wêran kirin, roj bi roj ber bi tinebûn û qelandinê ve çûn.

 

Erda dora gundê Tilxatûnê deşt e, ne çiya ye. Ji tirsa kuştin û fermanê xaçperestan dixwestin birevin çiyayê Bagokê, Tor Abidîn û ew li sitara xwe digeriyan. Du sedem hebûn, hiştin ku ew birevin:

 

1.             Çiya asê bû û wan dikarîbû xwe tê de veşêrin û biparêzin.

2.             Pir Xaçperest li wî çiyayî diman.

 

Lê Hecî Şêxê, ew bixwe kurdê misilman bû, digote wan, ku ew li vî gundî sitirî ne û tu tirs li ser wan nîne. Hecî Şêxê digot: ”Gundê xwe bernedin, xwîna me çend mesilmanên gund bi ser xwîna we de ye, emê rih û canê xwe ji bo we fida bikin.” Wan ji Hecî Şêxê bawer kiribû û ji gundê xwe bar nekirin. Roja din Hecî û Ûsivê Mirêd çûn cem qaymeqamê Nisêbînê, Qidûr Beg. Herduyan jê re gotin: ”Xaçperest di gundê Tilxatûnê de hene û pêwist e, em planekî ji bo kuştina wan deynin, berî ku ew birevine çiyê.” Wan baweriya Qidûr Beg anîn û wî tima kirin û gotin wî: “Zêr, terş û talan ji te re, lê em dixwazin erd û axa wî gundî li ser navên me tapo bibe.”

 

Qidûr Beg jî nemerdiyê nake û radibe nêzîkî sed romiyan eskeran) bi xwe re dibe û bi ser gund ve digre. Gundiyên Xaçperest hemû li hewşa Muxtar kom kirin. Mêrên gund hemû bi werîsekî ve girêdan û ji wan re gotin, ku ewê berê wan bidine Seferbelekê. Bi vî awayî wan ew mirov dane ber xwe û birin.

 

Ew êsîr û rebenên bêguneh birin heya nêzîkî bestekê, newalekê, ku ji wê re digotin besta kûr. Ew nedûrî gundê Tilxatûnê bû. Li wê bestê hemû dane ber devên tivingan û singoyan û bê dilşewatî hemû kuştin. Êdî vegeriyan gund û gotine jin, keç û zarokan:” Bibêjin, kanî zêr û perên we, emê we bibine cem mêrên we Seferbelekê. Piştî wan zêr û malê xwe derxistin, van mêrkujan ew jî dane ber xwe û li eynî newal kuştin. Ji hingî ve heya îro ji wê bestê re dibêjin ”Besta Kuştiyan” û di wê gava qirkirinê de leşkerê Osmaniyan: ”Îro Xaç e, çûran e, ka kengî virc e vêran e.” Mebesta wan ji vê gotina bi qirêj piryî xirab bû. Wan bi wê manê digotin, ku îro fermana xaçperestan e , lê gelo kengî dê fermana Êzîdiyan be.

 

Gundî hemû li wê bestê kuştin. Ji hemuyan jinek nekuştin. Wisa diyar bû, ku ew jineke bedew û lihevhatî bû. H. Ş. Ew li xwe mehir kir. Dilê Birhê ketibû yekê ji wan, lê wê xwe bi dev wî ve bernedida. Roja kuştinê ew ne li gund bû, ew çûbû aş. Çaxê gihişte gund, dît, ku gund vale bûye. Dibêje ku ew çû wê bestê û bi çavê serê xwe dît, ku heya bi ev jin jî, ya ku wî jê hiz dikir, kuştine. Ew radibe bi mirîtî diçe balê. Qidûr Beg zêr û perên wan ji xwe re birin û pez û dewar dabû H. Ş. û pismamên wî.

 

Milkê gund liser navê xwe û pismamên xwe tapo kir. Piştî demeke kurt rewşa welat hate guhartin û ferman ji ser Xaçperestan rabû. Qidûr Beg rabû pişka xwe ya erd firote Rexda jina Çeçanê Haco. Piştî kirîna wî perçê erd malbata Haco hin bi hin hevalbendên xwe xistine gund û bi hemû şêweyan hewl dane xwe, ku H. Ş. û pismamê wî Ûsiv ji gund derxînin. Herdû berdane hev, heya ku tu çare ji wan re nema ji xeyna revê. Berî hingî H. Ş. bi xapandin birin dezgehê mehkemê ji bo ku ew îmza xwe bavêje pelên Qoçanan, Tapokirin, ku malbata Haco sêpar ji erdê gund kirîne. Bi vî rengî Ûsiv ji gund deranîn û H. Ş. xistin muxtar. Lê ne demeke dirêj ew ji muxtarîyê avêtin û yekî Êzîdî ji êla Hevêrkan di şûna wî de xistine muxtar.

 

Ev kuştin û fermana van mirovan anîbûn serê van birayên me xaçperestan tucar nayê ji bîr kirin. Hêjî gel ji wê herêmî vê kuştinê tîne ser ziman û liser wê besta kuştiyan diaxive. Ev kar dê her weke moreke reş di dîroka wan mirovan de bimîne! Ew nayê ji bîr kirin.

 

Heke mirovên gunehkar vê wehşîtî û hovîtiyê ji bîr bikin jî, lê Xwedê û Tawisî-Melek ji bîr nakin.

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis