|
Vegere
ROJEK DÎROKÎ Û DÎPLOMASÎYÊ JIBO KURDÊ ÊZÎDÎ LI
PARLEMENA AVRUPA!!!
Nedîm Erkîş
Li
ser vexwendina Partîya keska heyetek ji 15.kesa dinavde Rewşenbîr,
Huquqnasû bigiranî nuner û xebatkarên FKÊyan weke sefereke dîrokî berê
xwe dane Parlemena Avrupa. Berê jî çend caran bi riya Birizê Feleknas
û Partîya wê PDS li ser dîrok û rewşa Êzîdîyan dosya htibûn
pêşkêşkirin.
Lê ev cara
yekemînbû kû heyeteke gelekî xurt û bi dosyake gelekî qalind sefera
xwe jibo Parlemena Avrupa pêk anî.
Em weke
heyet û nunerên FKÊyan gelekî bi heycanbûn jiber kû di vê roja
dîrokîde me dixwest di di qada dîplomasîyêde bivin dengê Êzîdîyan ê
Cîhanê.Jiber jimere pilanê vê roja dîrokî hatibû şandin.Mejî wek heyet
amedekarîyê xwe li gorî pilanê Dawetnamê kiribûn. Divê roja
dîrokîde,çiqas bi rast hatinbejî, rojek dîrokî dinjî hebû kû jibo
2.roja Konferansa Kurdî ya 3.mîn hebû 2.hevalê me wek nunerê FKÊyan
tevlî Konferansa Kurdî bûn, komek ji hevalê mejî jiber kû zu gîhîştbûn
Parlemenê daxwazîya komê çêbû kû em tevlî Konferansê bivin, me ji
Birêz Feleknas Uca alîkarî xwast, em ji terefên Sekretera wêve hatin
pêşwazîkirin û hetanî dema rendwîya me hat em tevlî Konferansa Kurdî
bûn.Piþtre em ji hêla Sekretera Birêz Heîdê Ruhl ve pêþwazîkirin. Saat
ji 12:00 hetanî 13:00 Parlemena Avrupa ji heyetamere hate nasandin û
li hemû cîyên gîrîng û pêwîst hatine gerandin. Peyre xwarina nîvrojê
hate dayîn, piştî xwarinê hevdîtina meye taybet dest pêkir.
Di odên
taybet û navdarde, bi pêşwazîyeke gelekî gerim de heyeta me hate
pêşwazîkirin.
Di despêkde
ji terfên Parlementera Keska ya Parlemena Avrupa Birizê Heîdê Ruhl ve
em hatin pêşwazîkirin.

Birêz Ruhl
bi hatina heyeta me gelekî kêfxeşbûbû dixwast demekê berî demekê
armancê heyeta me baştir hînbive, di despêkde Serokê FKÊyan Rêzdar
Serhan Cengîz di derheqê armancê heyeta me û FKÊyan de agahdarîyeke
gîhîştî da, peyre Birêz Aslan Kizlihan li ser dîroka Êzîdîyan
înfarmansiyonê girîng dan, li ser çend pirsên Birêz Ruhl ve piranîya
endamê heyeta me dîtinê xwe anîn ziman, mijî li ser rewşa Êzîdîyan
gîhîştî li Cîhanê dîtinê xwe anîn ziman, li ser
dersinorkirina Êzîdîyan Birêz Xelef Kîwexî û S.Özmen tiştên hatine
serê wan û Malbatê wan wek şadê Zîndî anîn ziman, di derheqê rewþa
Êzîdîyan ya huquqî û helwesta wande.
Rêzdar
Huquqnas Nayîf û Sekreterê FKÊyan Ö.Onguduk dîtinê xwe anîn ziman
endamê heyetê ê dinjî gelek nîrxandin û pirsên gîrîng pêşkêşî Birêz
Ruhl kirin. Birizê Heîdê Ruhl jî bi balkêşî yek mezin gelek daxwazîyê
heyetê bi tembînî nivisandin hevpeyvîn 90.deqeyî berdewamkir.Di dawîde
dosya kû ser dîroka û rewþa Êzîdîyan gîhîþtî hatibû hazirkirin ji
terefên Birêz Ö.Onguduk ve pêşkêşî Birêz Heîdê Ruhl bû.
Piştre
hevdîtina me bi Birêz Rîkardo Serîî re berdewamkir.
Birêz Serîî
ji di komsyona berfirekirina karê Tirkîyêde ji 15.kesan yekjêye.
Hevpeyvîna me bi Birêz Serii re bi Zimanê Îngîlîzî û Almanî bi
Tercûmanîya Sosyolog Birêz Mahmud Koyun û Sekretera Birêz Heîdê Ruhl
ve çêbû, piştî naskirinê li ser pirsa Birêz Rîkardo Serîî Êzîdî kîne?
Piranîya
endamê heyetê bi rengekî berfire li ser Dîrok û rewþa Êzîdîyan gîhîştî
Înfarmasiyon û agahdarîyê girîng dan Birêz Serîî. Birêz Serîî jî soz
da kû ji xwe di proja wande jibo mafên kêm Netev û Olên li Turkîyê
beşên taybetî hene. Lê bi taybetî piştî vê hevdîtinê ê rewşa Êzîdîyan
bi muhatapên xwere bi axifin, piştre dosya hat pêşkêşkirin.Zamanê kû
birêz Serîî jimere veqetandibû 45.deqebû jiber gelek nîrxandinê gîrîng
û pirsên balkêş, hevpeyvîn 1.saahetekê berdewamkir.Tavîlî hevpeyvîna
me bi Birêz Cem Özdemîr re berdewam bikira, jiber Birêz Özdemîr çûbû
Romanîya. Sekretere wî di dema hevpeyvîn bi Birêz Serîî re hemû
daxwazî û pirsê me tembînîkirin, jibo Birêz Özdemîr. Piştî van
hevpeyvîn gîrîng, hevpeyvîna me bi Birêz Feleknas Uca re berdewamkir.
Birêz Uca di
axaftina xwede hem xemgînîyê xwe anîn ziman,hemjî kêfxweşîyê xwe,jiber
bi Ola xwe Êzîdîbû û bi Neteva xwejî Kurdbû,rexnekir kû çima ne bi
riya wê û Partîya wê ev hevdîtin çêbûne! Kêfxweşbû jiber kû cara yekê
heyeteke wusa qerabalix û bi hazîrî hatîye Parlemena Avrupa.
Birêz
Feleknas di axaftinê xwede basa kar û xebatên kû li Parlemenê jibo
Êzîdîyan pêk anîne, di rapora dawîde ya Parlemena Avrupa de daye
qebûlkirin, kû Êzîdî bi Nasnama xwe werin qebûlkirin. Mafên wanî Olî
li Tirkîyê bê qebûlkirin, herwusa ser Êzîdîyan kar û barên pêk anîne
bi berfireyî nîrxand.
Li ser rewşa
Êzîdîyan gihîştî rewþa kû têde derbasdibin nerînê xwe anîn ziman. Bi
girîngî basa Yekîtî, tifaq û hevgirtina nava Êzîdîyan kû çiqas pêwîste
nîrixand. Herwusa wek Parlementerêdin kû rêxstinê me di alîyê
Dîplomasî û Lobîyande gelek kêmansîyê me rexnekir.
Hemû
Parlementera anî ziman kû Êzîdî jî weke Yahûdîyan,Ermenîya û Asurîya
karin Lobîyên xwe xurtbikin.
Soz dan kû
çi ji destê wanjî were ji piştgirtinêre hazirin. Piştî çend pirsên
endamê heyetê û nîrxandinê ser rewþa Êzîdîyan gîhîştî, hevpeyvîn
zêdeyî 1.Sçeehetekê dewamkir. Piştre dosya hat pêþkêþkirin. Di
hevpeyvîna bi Birêz Uca re Birêz Heîdê Ruhl jî amedebû, Birêz Ruhl jî
hem carekedinê dîtinê xwe anîn ziman, hemjî jibo pêşerojê ev hevdîtin
wusa kû çiqas gîrîngin got dubare Sipasîyê xwe û kêfxweşîya xwe jibo
hatina heyeta me dubarekir.
Ser
daxwazîya Birêz Uca û Ruhl em tev bi hevre tevlî Seehetên dawî ê
Konferansa Kurdî ya 3.min bûn pîþtî encama 2.rojê Konferansa Kurdî
hatin eşkerekirin û guft û go çêbûn ji endamê heyeta me Birêz Mahmud
Koyun mafên axaftinê girt û pirisî, we di rapora xwede çiqas cî daye
Kurdê Êzîdî? Unê mafên Kurdên Êzîdî çaw li Tirkîyê bi parêzin? Ji
terefê Dîvanêve hat gotin pirs hatne tembînkirin û ê berçav werin
girtin!!! Piştre hem 2.rojên jibo Konferansa Kurdî ya 3.mîn hatin bi
dawîkirin. Heyetamejî ji muhatabên xwe bi hêvîyên serkeftin jibo
pêşerojê xatirên xwe xwastin.
Silav û hurmet
Nedîm Erkîş
www.lalis.org
info@lalis.org
Jor
|