|
Vegere
GfbV: Rewşa Dînên kêmhijmar li
Tirkiyê de hêjî dijwar e û baştir nabe.
Kaniya-sipi.de/29.11.2006
Rêxistina mafê
merovan, ji bo gelên dibin gefê de (GfbV), di hijmara heyva
mijdara 2006 an de ji
rojnamaya xwe ya heyvana ragehand, ku hêjî rewşa dînên kêmhijmar li
Tirkiyayê de dijwar e û baştir nabe.
Mafên
Aşûriyan û Êzidî û Elewiyan tên bin pêkirin.
Li gor rapora
GfbV ya salane tu guhertinên baş di rewşa dînên kêmhijmar de li
Tirkiyayê de peyda nebûna û hêjî ev dînên kêmhijmar tûjî siyaseta
Dewleta Tirk a dijwar dibin; wek nimûna, Xiristyanên ku diviyan
vegerin ser şûnwarên xwe tujî terrora Tirkên nijadperest û Misilmanên
radîkal û çetên kurdan bûn.
Bi gotinekê,
wekhevî li Tirkiya yê peyda nabê.
Ji aliyekî din
ve û di heman çavkaniya jorîn de hata ragehandin ku hêjî dû (2)
Miliyon Kurd li rojavayê Kurdistanê bê maf in. GfbV, gelek caran
daxwaz ji Baylozxanên Europî li Şamê kirina ku bi rengekî aktîv
arlîkariya Kurdan bikin û herweha vê Rêxistinê nameyek arasteyî hemî
Hikumetên Yekîtiya Europa kirin daku şert û mercan li pêşiya
pejrandina peymana bazirganiyê bi Sûriyayê re deynin û ji hikumeta
Sûriya yê re bidin xuya kirin ku pejrandina peymana bazirganiyê bi
pejrandina mafên Kurdan li Rojavayê Kurdistan ve girêdayî ye.
Ji bo piştgiriya
Mafên Kurdên rojavayê Kurdistanê, GfbV û Komela xêrxwaz ya
Friedrich-Naumann di 21.04.2007 an de Konferensekî li bajarê
Frankfurt lidardixin.
Li ser rewşa
Kurdên bakurê Kurdistanê û dibin sernivîsa “Ma gelo dîsa bêbextî li
Kurdan hata kirin”, GfbV ragehand ku tu guhertinên ber bi başiyê ve
neketina rewşa Kurdên bakûrê Kurdistan.
Dîsa kiriyarên
Dewleta Tirk berûvajî sozên wan derketin; gerek e 2 miliyon Kurd dîsa
vegeriyan gund û cîhwarên xwe û xaniyên wan bihatine avakirin, lê
tiştek ji van heta neha pêk nehatiya.
Û li aliyekî din
de jî hêjî wekhevî di navbera zimanê kurdî û Tirkî de çênebûya; hêjî
zimanê kurdî bindest e, û çanda asîmlasiyonê berdewam e.
Serokê Komela
Mafê Mirovan “IHD” S. Demirtas, gazinda kir û got: dîsa
Yekîtiya Europa pişta xwe da Kurdan?.
Herweha GfbV
gazinda ji piraniya Hikumetên Yekîtiya Europa dike ku tişekeî balkêş
ji bo pirsa Kurdî pêk neanîna.
Hêjayî gotinê ye
ku GfbV, her heftî bi rêya agehdarî û nameyên nivîskî berê xwe dide
hikumetên Yekîtiya Europa, Yekîtiya Europa û hikumeta Elman û wana li
ser rewşa Kurdan agehdar dike (mîna rewşa zindankirina merovan bi
rengekî bê qanûnî, yan jî îşkence û htd.)
Di projeyeka
taybet de, GfbV bala raya giştî li Europa kişand ser “Şûnwarên bajarê
Hasankeyf” û got: ku nabe ku Hasankeyf binav bibe, ji ber bi avakirina
“pengava ilisù” “Şûnwarên 4000 sal kevin yên Kurdan, Ermeniyan
û Aşûrî/Aramiyan têna binavkirin û ev tişta qet nabe.
Neha jî GfbV
belgenameyeke berferh derbarey rewşa Kurdan û Aşûriyan û herweha li
ser rewşa Qubrisê amade dike.
Ji bo agehdariyên berferhtir li
ser kar û xebata GfbV hun dikarin serdana Malpera GfbV bikin:
www.gfbv.de
Jor
|