Heta
neha nêzîkî 114 gotinên pêşiyan/Pend/Metelok di vî rûpelî de hene.
Xwendevanê hêja metelok û gotinên pêşiyan ji me re bişîne.
û vî
rûpelî zengîntir bike.
Li ser tîpê bitikîne û bixwîne.
A
Ava hêdî hêdî ecêbê giran çêdikê.
Aqil tacê zêrîn e, lê di serê herkesî de nîn e.
Agir bi agir nayê vemrandin.
Neheqiya vî destî ji ya vî destî re namîna.
Aqilê sivik barê giran e.
Av û ar ticara nabin yar.
Aşê dîna ji xwe re digerê.
Aşvan ticar nabê poşman.
B
Bilind nenêre ta ti nizim nekevê.
Bela ji derê bê guman tê.
Berxê nêr ji boy kêrê ye.
Bûk anî bi lez û bezo, li ser da rez û pezo, sivka malê hêjî ezo.
Bi girî, ji gorê ranabin mirî.
Bila dil bi dil be, tûrkê parsê li mil be.
Bûk ne zar e û ne ziman e, xesû jî ne dîn e ne îman e.
Bûka malê xweş xebitî, ker girêda û cehiş filitî.
Bûka metê her roj li dawetê.
Bûka xalê, ezîza malê.
Bûk li hespê ye, hevsar li destê ye, kes nizanê qismetê kê ye.
C
Civat li mala pîrê ye û pîr li mala xelkê ye.
Comerd, hespek û qespek li ba yek in.
Cot bi gayê pîr nabê.
Ç
Çavê li deriya xwelî li serî e.
D
Darê poşmaniyê ber nagirê.
Dar bi berê xwe ve spehî e.
Dûro bi nûro.
Destê bi tenê deng jê nayê.
Dû cebeş bi destekî nayên girtin.
Dil bi dila yanê.
Dermanê xwestinê dana.
Derziya di çavê xelkê de dibînê, lê singê di çavê xwe de nabînê.
Devera jina xerab nekiriba, hîn ava ye.
E
Ê
Ê got û kir, Mêr e, ê ne got û kir Şêr e, ê got û. nekir, kerê bê xêr e.
F
G
Geyayê hewşê tehil e.
Geya di bin kevira de namîna.
Gîskê gota Sebatê: Çirt û çirt Sebatokê, ez geham diya xwe Adarokê. Sebatê gota
Adarê: bide min sê rojên xedar, ezê gîskê ji latê bînm xwar.
Go carekê rêwiyek di ber ziyaretekê re derbasbû, li xwe vegereha û got: Xwedê
zanê min çend cara bi derweînî bi te sûnd xwariya. Ziyaretê jî got: Min jî gelek
cara mala te xerab kiriya û ti bi xwe ne hisehaye.
Gotin: bavê te Siwara kuşt, Peya. Got: wekî kuştin, ha Siwara, ha Peya.
Gotin: Kero, dehşikek ji te re çêbû. Got: Êmê min kêm bû, barê min zêde bû.
Gotina xweş, behara dila ye.
Go ti çûyî bajarkî kora ti jî çavkî xwe bigre.
H
Hesîl xeranabê hêngiv genî nabê.
Her geya li ser koka xwe şîn tê.
Herkes gurê roja xwe ye.
Heçî li hespê hevala siwar e, herî peya ye.
Hesp siwarê xwe naskê.
Heta bûk xemilî, dawet betilî.
Hîn ga tune, afir çêdikê.
i
Insanê bê esas nedibe tevir nedibe das.
î
J
Jin çav li der e, Mêr xwelî li ser e.
Jin darê şikestî ye.
Jin dimirê, serî li Mêr digerê.
Jin hene, Jinkok hene, Mêr hene, Mêrkok hene.
Jin heye, ji sed Mêrî çêtir e.
Jin kaniya Jînê ye.
Jin, Mêran dadikin û radikin.
Jin rewşa mala ne.
Jin bê kes har dibe, Mêr bê kes jar dibe.
Jinebî ye, dest li ber rû ye.
Jina kêrnehatî, avê dirjîne, dibêje, xêr e.
Jinê bîne ji mala mezin pê bide hezar û hin.
Jintî bi hev re baş bin, bira dê ne şas bin.
K
Kesik nabêjê dewê min tirş e.
Kevrê giran di cihê xwe de baş e.
Kesê sîra nexweê bihin jê nayê.
Keçel hekîm bûya wê dermanik ji serê xwe re bidîta
Ker nin e, bi kurtan ve bezê.
Keç ne war e, xox ne dar e, bizbizêlk ne bihar e.
Kêm bêje, zêde bike.
Kera nebin cem kera, ji hevûdin ne elimin tir û fisa.
Kes nakevê gora kesî.
Kurd deynê xwe ne înkar dikin ne didin.
Kurek heye gula bavê xwe ye, kurek heye kula bavê xwe ye.
Kurmê darê ne ji darê bê, dar na rizê.
L
Li Şera, xal û xwarzî, li xwarina mam û birazî.
M
Merovê di gorê de jê nayê şerm kirin.
Mejiyê sivik, barê giran e
Merov bi pirsê diçê Qudsê.
Mar ji pûngê ne xweş bû, mar çû li devê qula mêr de şînhat.
Mêr bi mû ye, Jin bi rû ye.
Mêr ew e ku bibe xwediyê gotina xwe.
Mêr ew e ku di rojên teng de, li hevalê xwe xwedî derkeve.
Mêr mêran nas dikin.
Mirovatî germe-germ, dijminatî nerme-nerm.
Mêrxas carekê dimire, bizdonek her roj.
Mêrxasiya zêde, ehmeqî ye.
Mêvan ji mêvan ne xweş e, xwediyê malê ji herdwan ne xweş e.