|
Dîroka Gundê Dênwanê[1] Ev Gûnd kengî û ji aliyê kêva hata avakirin?
Çavkanî: www.gunde.denwan.de
Gundê Dênwan heta dawîya sedsala 19. an ziving bû. Heft şikeftên wê yên mezin û çendî din yê biçuk û xweş hebûn. Ji ber ku ew nêzîkî çîya bû û cînarên wê bi piranî Fileh bûn û şikeftên wê gelekî ji xwedîkirina sewala re xweşbûn. Bêguman ya herî girîng ew bû ku Dênwan nêzîkî gund bû. Navbera wê û Kefnasê 3 Km in. Lewma ew ji alîyê malbatên Êzîdîyê ku malên wan li Kefnasê bûn dihat bikaranîn û wan sewalê xwe lê bi cih dikirin. Di dawîya sedsala 19. an de heft malên Êzidîyê ku ji aşîra Alîreşana (Halîreşana) bûn cara yekemîn lê runiştin û hewildan ku Dênwanê ji xwe re bikin Gund. Berîya hingî malên wan li gelek deveran li gundê derdora wan belavbûn. Hindek ji wan li Kefnasê diman û hindekî din, wek Koçera mal û sewalên xwe li gund yan jî li zivingê Torê û Qelêç digerandin. Li kuderê av bi destê wan biketa, ew li wir diman. Di destpêka sedsala 20 an de Dênwan wek gûnd li ser navê Xelîlê Mîşkik û Têlîyê Qemer hat tapo kirin û ev herdo malbat li gorî qanunê bûn xwediye vî Gûndî. Ev yek heta niha jî berdewama. Ji wê demê û pêda Dênwan bû gûndekî ku bê nahber Ava.
Serpêhatî:
Gûndê Dênwanê jî wek gûndê din yê Êzîdiyan herdem beramberî zordestî û êrîşên cîranê xwe yê Misilman û Axayan rû be rû diman. Ez dixwazim çend nimuna bînim ziman ta xwendekarên vê Malperê jî hindekî ji dîroka ÊZÎDIYAN agehdar bibin. Gûndê Dênwanê 3 caran ji aliyê Komê Axan ve hat talankirin. Hacî kûrê Xelîlê Mişkik î li derdora Heful li ber pezê xwe û bavê xwe bû. Êrîşa Alîkê Betê girt ser wî û ew girêdan û pezê wî pi carekê dan ber xwe û talan kirin. Hawara Êzîdiyan Kefnasî û Denwanî ketin pey wan û li navbera hersê gûndê Filehan, Arbuyê, Xerabê Alê û Hibabê da gihan wan û ew bi sîleha li ber hevdû runiştin. Di dawîya şer da 2 pîrekê Kefnasî ku navê wan Hacir û Zero bûn hatin kuştin. Dû zilamên Kefnasî ku navê wan Acacê Miradê û Baro bûn hatin birîndarkirin. Ji gotina yekî din î Êzîdî ji gûndê Efşe jî (navê wî Cirê bû) ku hevalê Alîkê Betê bû hat kuştin. Pezê wan jî ji dizan nehat standin û ji kîsî xwedîye xwe çû. Careke din Koma Helîkê Betê hat ser Şivanê Dênwanê ku li navbera Dênwanê û Xerabê Kefrê pezê xwe ji Çala avdidan. Di encamê de Sahdunê kûrê Hiseynê Safê kûştin û laşê wî avêtin Çalekê ji wan. Heft Kerîyê pezê Dênwanîyan ji Şivanan bi zorê standin û birin li Gûndê Xerabê Kefrê kirin Dêr Seytkê. Careke din Kefnasî hatin bi hawara Dênwaniyan ve û li dora Gûndê Xerabê Kefrê girtin. Alîkê Betê Qasirek şand ta ew qewetê ji gûndê Misilmana, Dalînê, ji wan re bîne. Hawara Êzîdiyan qasir kuştin û nehiştin ew bigihe Dalînê. Alîkê Betê fehm kir ku ew vê carê bê bela ji destê Êzîdiyan rizgar nabê. Lewma wî bext da wan û got heger hun dora min berdin ezê pezê we carek din bidim we. Dijî porotestokirina yê wek rehmetê Semawîye Helîk, Êzîdiyan xwe ji dora gûnd dan alîkî û rêya revandinê dan wî. Ew wek roviyê ku ji xefkê derkevê revî û li toza xwejî ne qulûft û pezê wan neda wan. Bi tenê sewalê mala Helîk ji destê dijminan filitî. Ew jî li gotina pîrekek Fileh devê hewşa xwe vekir bi hêvîya ku çend serî sewal bikevin hindirwe wê, ta ew karibê bidê xwediyê wan, ji îdara xwedê bêy ku diz bibînin sewalê mala Helîkê Silo bi carekê ket hewşa dervekirî û ji xwediyê xw re xelas bû. Pez û dewarê Heft malan di destê dizan de ma û ji kîsî xwediyên xwe çûn. Ev kes ji Dênwanê ji aliyê dijminan ve hatin qetilkirin. Wek min li bahnî jî behskir, Sahdûnê kûrê Hiseynê mala Safê li ber Sewalê xwe û bavê xwe bû û ew ji aliyê Koma Helîkê Bete hat kûştin. Serhê û Xelef li di bi hevçunekê de ji aliyê yekî Barmusî hatin kûştin. Şiwêşê mala Qûbet ji aliyê yekî Fileh ve li cem Dêr Melkê hat kûştin. Silemanê kurê Osmên ji aliyê Hisker ve (Leşkerê Tirko) li cem Gûrdika Merqiz hat kûştin. Xelîlê Qûbêt û Siloyê Xelef ji aliyê kesên ku hêjî nayên naskirin, di 09.12.1989 an de nêzîkî dema êvarî bi çekên otemetik êrîş kişandin ser gûnd û herdo zilamê bê sûç û bê çek qetil kirin. Xelîl nêzîkî 70 salî hemir kiribû û li ser çema di meşiya. Cemîlê kûrê Şiwêş ji alîyê kesekî ku hêjî nayê naskirin di rêya Elmaniya de hat kûştin. Felîtê Hevdî ji aliyê PKK ve hat kûştin. Ûsivê Hezîz ji aliyê hekumeta Tirko ve hat girtin û piştî 15 rojan laşê wî li pêxê rêya ber Efşa ditax (Omerlî) avêtî dîn. Mixabin heta niha 3 kesa jî di bihefçûna navbera Gundiyan de jiyana xwe ji dest dana. Mişkikê Xelîl di bihevçunekê ji aliyê Binoyê Osmên ve bi kevirekî ji serê xwe birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Mihê îkên ji aliyê Mihê Binoyê Osmên di bihevçunek din de ji serê xwe birîndar bû û wî jî jiyana xwe ji dest da. Necîmê kûrê Ninoyê Osmên ji aliyê xizmê Mihê Bino ve hat kûştin. Di destpêka sedsala 20 an da Dênwan wek gund li ser navê Xelîlê Mîşkik û Telîyê Qemer hat tapokirin û ev herdo malbat li gorî qanunê bûn xwediyê vî Gundî. Ev yek heta niha jî berdewama. Ji wê demê û pêda Dênwan bû Gundekî ku bê nahber Ava. Heta niha 3 Xortê ku tevlî Gerîlayê PKK bûbûn hatina kûştin. Navê wan: Nezîrê lawê Ûsiv (bavê 2 keça bû). Ew li Suriyê tevlî havalên xwe bû û ew bi xayîntî ji aliyê Hevalan ve hat qetilkirin. Rastemê lawê Bişêr ji Gund tevlî Gerîla bû û ew jî di şerê qirêj de di navbera komê Kurdê PKK û yên PDK de hat qetilkirin. Hadîê lawê Dêwid ji Elmaniya tevlî Gerîla bû û ew jî wek Restem ji aliyê Kurdên PDK ê ve hat qetilkirin.
Di nava tixûbên Dênwanê de deverên bi nîşan:
Gundê Dênwanê di navbera başur û rojhilatê bajarê Kurdan, Midyadê dimîne. Ew nêzkî 15 Km ji vî bajarî dûrb e. Gundên dora Dênwanê jî ev in:
[1] Çavkaniya vê gotarê: http://www.gunde.denwan.de/Diroka%20Gund.html. Desteya Ragihandinê û Birêvebir di Malpera Kaniya Sipî de ev gotar ji aliyê rêziman û rastnivîsandinê ve serrastkir.
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |