|
DÎROKA GUNDÊ KÎWEXÊ Û VEGERA WELAT
Çavkanî: kiwex.com
Kîwex gundekî Kurdên Êzdî ye.
Kîwex dikeve navbera sînorên Bohtanê û Mêrdînê,li navbera Hezex û Midyadê dimîne. Jibo ku em gundê Kîwexê bi we bidi naskirin, me li koçberiyê li Elmanya, pirsa gundê xwe ji rûsipiyekî gundê xwe kir. Belê mam Xelef, ez wekî kesekî Kîwexê li derveyî Welat, ez dixwazim gundê xwe û gundiyên xwe nas bikim.
Gelo hûn dikarin gundê min û gundiyên min, bi min bidin naskirin?
Belê, weke ku min jî ji devên hemû yextiyar û rûsipiyên gundê Kîwexê bihîstî, gundiyên gundê Kîwexê hemû ji dawiya sê bira û ji yek malbatê têne naskirin, wekî malbata Simokan, Şerokan û Mûsa, hersê jî kurên yek malbatê ne, lê ji nezanî di van demên dawî de, xwe wekî heşt bavikan dihesibînin. Ev yek jî, an go perçebûna civakên Welatê me jî, daxwaza dilê dijmin û dilnexwazên civaka me ne. Gundê Kîwexê li serê sînorên Bohtanê û Mêrdînê li ser rêya navbera Midyadê û Cizîrê tê dîtin. Gundiyên gundê Kîwexê ji Eşîra Kelikan tên hesibandin,cih û warên Eşîra Kelikan jî ezê ji te re bidim nîşandan: Kîwex, Baminm, Êlîn, Efşê, Pûlmê, Telê, Sêwlîtk, Şekrîn, Sipyanî, Şahrata, Geliyêsohra Xastû, Pelaşû, Berhok, û Bircikê Dahla derpuyî. Li rojhilatê Eşîra Kelikan, Eşîra Dasikan bûn, li rojavayê Kelikan, Eşîra Mesîhiyên Raîtê bû û li bakurê Kelikan jî, Eşîra Salihan bûn.
Gundê Kîwexê li navbera çiyayên asê dikevê û li gor demên berê cihekî berxwedanê ye, ji ber ku li hemberî şerên tivingan dikarîbûn bi mehan şer bikin û xwe ji şerên tivingan biparêzin. Li hemberî siwariyên hespan jî, bi rehetî di nava çiya û berqefan de, di nava daristanan de, dikarîbûn xwe biparêzin. Erdnîgarî anku coxrafiya gundê Kîwexê pirr berfereh e û derdorên gund tev çiyayên asê ne û navbera wan çiyayên asê jî tev erdên bercohtin. Li rojavayê gundê Kîwexê çiyayên Bagokê ne, li bakurên wan jî çiyayên mava ne û li rojhilatê wan jî çiyayên Bohtanê ne.
Di demekî salan de, di sedsala 16 an de nayê zanîn ka ji ber kîjan sedeman gundiyên gundê Kîwexê ji Eşîra xwe dixeyidin û ji gundê xwe derdikevin diçin herêma Serhedan, li nava Welatên Serhedan jî, li ser keçeka xwe ya bi destgirtî kurê axayê herêmekê ji herêmên Welatê Serhedayê dikujin û dîsa jî mecbûr dimînin vedigerin ser erdên gundê kal û bavên xwe, ser erdên xwe yên gundê Kîwexê.
Bûyêr weha diqewime:
Keçeka wan ji bo kurekî Êla wan hatiye xwestin lê hîn nehatiye guhastin, keç bi destgirtî ye, rojekê hemû mêrên Êla me ne li mal in, eger hinekan ew xwestine ser hin dawetiyan, an jî gelo ji xwe re çûbûn xezwê? Yextiyarên me jî tam bi vê yekê nizanîbûn. Kurê axayê herêmê jî tevlî sed siwarên Eşîra bavê xwe tên, bi destên keçikê digirin û keçikê bi zor ji nava êlê direvînin. Gelo xeber digihê xelkên me an jî rastgele çêdibê ku di demeka kin de xelkên me tên nava êla xwe ku wî jin û zarok tevde digirîn û wî li nava serên xwe didin. Mêran ji jinan pirskirin ku wî hin siwarên hespan hatine û keçika wan ya bi destgirtî bi darê zorê ji xwe re avêtine ser pişta hespan û revandine.
Li gor ku ji me re hatiye gotin, xelkên me ji ser pişta hespan peyanebûn û li bayê bezê avêtin ser şopa wan li cihekî nêzîk gihiştin wan û dengên xwe li wan kirin ji wan re gotin, vêga hûn dizanin hûn çi dikin an jî hûn dizanin we çi kiriye? Çaxê ku siwarên kurê axayê herêmê dengê xelkên me weha bihîstin, li hevûdin nerîn û li xwe ketin gomanan û wan jî fêmkirin ku di binê meselê de hin tiştên şaş hene. Yek camêrê aqildar qedimî aliyê xelkên me û ji wan re got, na bi navê Xwedê em tiştekî ji vê meselê nizanin, tiştê ku kurê Axayê me ji me re gotiye, em keçeka bê teşqele ji wî re direvînin, wekî din em tiştekî ji vê meselê nizanin. Xelkên me ji wan re gotin, ji aliyekî ve em xwepêgirtiyên eşîra we ne, û ji aliyê din ve jî, keçika me ya bi destgirtiye.
Ma hûn van tiştan nizanin? Siwarên kurê Axê li hevûdin nerîn û ji xelkên me re gotin, me vê yekê nizanibû û em bi vê re jî nabin alîkar.
Vaye em diçin malên xwe û em we û kurê Axê bi tenê dihêlin, ew çi ji xwe re dike bera bike, em vê yekê napejirînin. Li ser vê gotinê xelkên me hêvî ji wan kirin ku hinekî rawestin, da ku tiştekî ji wan re bibêjin.
Siwarên kurê Axê li hevûdin sekinîn û ji xelkên me re gotin kerem bikin, ka hûn çi ji me dixwazin? Xelkên me ji wan re gotin, piştî van kiryarên we yên camêrî em jî ji we fedî dikin û hê jî em ya xerab di navbera xwe û we de naxwazin, dîsa jî hûn dikarin ji kurê Axayê xwe re bibêjin bera keça me ji ser pişta hespê deynê erdê û bera ew jî bi we re bimeşê, em wî jî didin xatirê camêriya we. Siwarên kurê axê ji kurê axê re gotin, kuro çima tu keça wan ji wan re bernadê erdê û tu nayê? Kurê Axê got ez bêyî kuştina xwe keçikê bernadim û ez bi we re nayêm, ma hûn nizanin ku min ev keçik ji bo xwe revandiye.
Siwarên kurê Axê ji xelkên me re gotin, vaye em diçin, hûn çi dikin hûn mafdarin û emê neheqiya wî ji bavê wî re jî bidin nîşandan. Dîsa jî xelkên me ji wan re gotin na, bisekinin û hûn ji keçikê bipirsin, gelo keçik ji van herdu xortan kîjanî ji bo xwe dixwazê, bera em bihev re bi vê yekê jî bizanibin. Li ser vê gotinê sê heb siwarên kurê Axê û sê heb ji siwarên xelkên me hatin li ber keçikê sekinîn û ji keçikê re gotin ma tu ji van herdu xortan kîjanî ji bo xwe dixwazê? Keçikê got ez ji van kiryarên we gelekî dilxweşim û dîsa jî hêvî û daxwazên mi ji we hemiyan hene da ku hûn bê şer min bidin destgirtiyê min, ez destgirtiyê xwe dixwazim, min ew bi raya xwe pejirandiya.
Çaxê ku keçikê biryara xwe li hemberî hemuyan da, siwarên kurê Axê ji xelkên me re gotin vaye em diçin, hûn û kurê Axê çi dikin karê me bi vê meselê re nema. Lê dîsa jî xelkên me ji wan re gotin, em hêvî dikin da ku hûn bisekinin, piştî we hevqas camêrî kir vê carê dor hate ser me, em jî sûnd dixwin ku em bi kurê Axayê we re nekevin nava şer, emê herdu xortan ji hevûdin re berdin meydanê, kê ki kuşt bera keçik ji yê din re pîroz be, lê em dixwazin bi hev re li wan temaşe bikin. Siwarên kurê Axê gotin wellah dîsa jî hûn ji me camêrtirin û hûn ji me çêtir difikirin, de ka em bi hev re li wan temaşe bikin.
Li gor gotinên ku ji Yextiyarên me re hatîn gotin û wan jî ji me re gotîn, herdû aliyan herdû xort ji hev re berdan meydanê û hemuyan li herdû xortan temaşe kirin, lê weke ku me ji devê Yextiyarên xwe bihîstî, xortê me kurê Axayê herêmê dikuje û destgirtiya kurê êla me digihe kurê me. Piştî wextekî Axayê herêmê tê nava Êla xelkên me û ji wan re dibêjê, ez dizanim ku kurê min çiqasî neheqî li min jî kir û li we jî kir. Ez ji we re bi sûnda mezin sûnd dixwim ku heta ez saxbim, ezê derfetê nedim tu kesan, da ku li hemberî we nekevin nava tu şaşiyan, lê ya herî baş ku ez ji bo we baştir dibînim ewe ku hûn ji Serhedan herin Welatekî din.
Belkî rojekê ez ne sax bim û malbata min weke min nefikirin, wê demê emê tevde şermezar bimînin. Piştî gotina wî kurê camêran, xelkên me bi hevûdin şêwirîn fikir û ramanên xwe kirin yek û ji Welatên Serhedan barkirin dîsa hatin gundê Kîwexê nava pismamên xwe, li nava Êla Kelika rûniştin. Di nava sedlasa hijdehan de, di nava salên 1800 î de, heta destpêka salên 1900 ” de, bi dehan kesên me bi destên Axa û Begên Herêmê û bi destên rêvebirên Dewleta Osmanî hatin kuştin, lê dîsa jî Welatê xwe ne terkandin. Vegera wan û rûniştina wan ya li gundê Kîwexê domand heta salên 1980 î, di navbera salên 1980 î de heta sala 1993 an dîsa gundê Kîwexê bi yek carê hate valakirin û vê carê jî dîsa gundiyên gundê Kîwexê bi tevayî ji gundê xwe derketin û hatin li Ewropayê, li Elmanya rûniştin.
Mam Xelef, vê carê gundê Kîwexê ji ber kîjan sedeman hate valakirin ?
Wê demê wextê ku ev pirs ji min werê kirin, ez mecbûr dimînim ku em vegerin salên 1970 û heta salên 1975an. Di salên 1970 û 1975 an de, hin fikrên li hemberî rejîma Dewleta Tirkî derketin holê û her çend ciwanên wan deman hatin ba hevûdin û navek li xwe kirin, hin navên wekî kuk, kawa, rizgarî û gelek navên din jî derketin û herî dawî di salên 1978 an de Partiya Karkerên Kurdistanê jî li bakurê Welat serê xwe rakir.
Di sala 1980 î de, cûnta leşkerî hate ser hukumdariyê û dest danî ser hemû partî û rêxistinên li nava tevayiyên Tirkyayê. Ji ber tirs û xofa cunteya leşkerî bi sedhezaran mirov ji Welatê xwe reviyan û berê xwe dan Welatên biyaniyan.
Bi hezaran keç û xortên ciwan hatin girtin û hatin kuştin, bi hezaran mêr û jin jî hatin girtin û avêtin binê zêndanên mirinê, heta roja îro jî gelek ji wan ciwanan di zêndanan de bûn kalên rûsipî. Hingî doza cerdevaniyê li tevayiyên Welatiyên me hate kirin û li gundiyên gundê Kîwexê jî hate kirin, lê me ev yek ji xwe re zor dît û me ev yek nepejirand. Ji wê sedemê tevayiyên gundiyên gundê Kîwexê jî, ji gundê xwe derketin û hatin li Elmaniya bûn koçberên bê guneh. Piştî derketina me ya ji gundê me,di salên 1994 an de, cerdevanên eşîra Salihan hatin ketin gundê Kîwexê û gundê Kîwexê xet bi xet ji xwe re li hevûdin par vekirin, lê başbû ku rewşa cîhana nû derfet neda wê bêojdaniya wan.
Di sala 2002 yan de gundiyên gundê kîwexê li hevûdin civiyan û ji bo doza gundê xwe, ji Komela mafê Mirovan birêz Avokat Eren Keskîn ji bo meşandina doza gundê Kîwexê hate girtin û doz li Tirkiyê û li Ewropayê jî hate meşandin.
Di sala 2004 an de, bi alîkariya Partî û Rêxistinên mafên mirovan û bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê û bi alîkariya kesên demokrat yên li nava Dewleta Tirkiya, cerdevan ji gundê Kîwexê hatin derxistin û gundiyên gundê Kîwexê jî amadekariyên xwe dikin da ku li gundê xwe vegerin.
Mam Xelef ji bo çi gundiyên gundê Kîwexê ketin nava tevgereka weha lezgîn, da ku vegerin gundê xwe û hun vê yekê bi çi ve girêdidin?
Wê demê dîsa em mecbûr dimînin ku em hinekîdin li dîroka Welatê xwe vegerin û em demên berê bînin ber çavên xwe, da ku sedema vegera gundiyên gundê Kîwexê werê fêmkirin. Ji bo ku Recep Teyib Erdoxan ji me nexeyidê em navê Kurdistanê nayînin ser zimanên xwe, emê bibêjin çaxê ku mirov li ser dîroka xelkên li ser Erdên Mezopotamya bifikirin, di hemû çaxan de reva ji Welat çêbuye, lê veger çênebuye û li Welatên biyaniyan bi tunebûnê re rûbirû mane û xwe winda kirine.
Eger hin lêkolînvanên dilxwaz li nava Welatên biyaniyan lêkolînan li ser xelkên Mezopotanya, yên windabuyî bikin, wê bi milyonan xelkên me yên windabuyî werin dîtin. Ji ber ku vê carê em li Welatên biyaniyan tune nebin, em vegera Welat ji bo xwe çêtir dibînin û daxwaza min ji tevayiyên Welatiyên me heye, da ku vegera Welat ji bo xwe hedef û armancbin, daku vê carê jî em nebin sebebê tunebûna zarokên xwe.
Ya duyemîn jî ewe, ku ji bo hemû xelkên rojhilata navîn derfeteke mezin ji wan re derketiye holê, da ku hemû mirovên li ser xwe bifikirin û mafên azadiya xwe ji Cîhana nû ji Emerika bixwazin, ji ber ku Dewletên Emerika yên hevgirtî, dibêjin em ji bo azadiya hemû gelan hatin ser erdên rojhilata navîn. Pêwist e ku vê carê em jî wekî hemû xelkên Cîhanê li mafên xwe yên azadiyê xwedîderbikevin û em mafên xwe biparêzin,da go em jî bigihîjin azadiya xwe.
Mam Xelef. Ji bo Hesso. Li Elmanya. 22—2—2005.
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |