|
 |
Vegere
Cûdî dişewite…
û jibermahiya
gemiya Nûh
Hêmin Kurdaxî
Rahêje leylana bihna gangulîlkan
Xweda me dikuje, em pêximberan didn zayîn
îro çiyayê Cûdî dişewit e
duh jî şewitî…
hêjî… dişewit e
îro… jibermahiya gemiya Nûh û
dilê şaristaniyê dişewit e
bi navê aramiyê; ne aram dikin
bombe dikin…
ma jê aramtir heba
Xweda bi xwe
gemiya Nûh; pê hildipesart?!!
Em zanin ku, tu serî danaxe
ne jî Gebar û Besta…
lê çivîkên xwe şiyar bikin
bila bifirin…
dibe ku;
Bi bayê baskên wan agir vemire
xezalên çolan, kêvroşkên berqefan
mar û mişkên qulik û bin keviran
bila di xew de nemînin
bila Kurdax û Toros
Metîna û Hemrîn , Ararat
seranser çiyayên cêwî agahdar bikin
û bêjin:
vaye şewat….
Wek şewata Qamişlo, Amûdê û netebata Zîbarî, Kawa û Meşûqê we
em têne şewitandin
wek şewata Helepçe, Raniya,
Babagurgur, û Fîxana Şêx Mehmûdî, Xesrewî, Barzaniyê we
em têne şewitandin
wek şewata Mihabad, Sina, Senendec ,
Çarçirayên
we
hawara Qadî Mihemed, Qasimlo, Şeref Gundî yê we
em têne şewitandin
ma kevok û qumriyên dilnenaz
ji bo kîjan dijminatiyê difirîn!!
ma ji bo kîjan mirinê
Tivîrk, Şalûr û Bilbilan dixwendin!!
ma tîna şewatê tê we?
ma bihna kizîra dilê şaristaniyê tê we?
hê…y paytextên mijê?!!
bila tu zanibî hey „Alp“, ê serbilind
mîna…
berfa sînga te, dilê me tê sotin
mîna…
daristanên bejna te em xemgîn in
wek
baranên rûyê te giriyê me tê
lê…
wek çemê “Rhein” û “Sînê” …
xwîn di damarên me de diherike
em tên şewitandin
hê…y cêwiyên min yên şaristaniyê
Cûdî dişewit e
stêrk vedimrin
komkujiya zarokên çiya ye
Cûdî dişewit e
dûman êrişî asîmanan dike
li ser dilê xweda ditirsim
vê kêlîkê
dilê Xweda
ji bo kîjan olê lêdixîne!!
li ser gora pêximberan ditirsim
vê kêlîkê, giyanê wan
kîjan Pirtûkên pîroz dixwînin?!!!
ma Ogir* ji wan re negot;
ku min çardeh bihar bê keskesor dîtin
negot ku;
di welatê rojê de
min çardeh sal;
tarî, tarî û bê roj derbas kirin
ez çardeh salan;
di welatê Dicle û Feratê de
tî mam
bi rondik û lorîkên dayîka xwe mezin bûm
Ogir ma te negot;
ji nav hemî mirov û welatan
xwediyên welatê rojê
neviyên Mezopotamiya
penaberên bê sînor û bê ziman man
de bişewite Cûdî… û bi te re jî
Gabar û Besta…
Ogir jî ji wan re negot
bila dilê Xweda bi şewatên we hênik bibe
bila giyanê pêximberan,
bi dilaramî pirtûkên xwe yên pîroz bixwîn in
de bişewit e.
*Ogir : ciwanekî Kurd çardeh salî bû, li gundekî
Kurdistanê hat binçav kirin, pişt re li çolê mirî û îşkence kirî hat dît
in.
* 24. 06. 2006 Vechta( Almaniya)
Top
|