Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Home

Komel

Nûçe 

Êzîdiyatî

Wêje

Gotinên Pêşiyan

Weşanên Nuh

Mûzîk 

Wêne

Links

Erşîf

Deftera Mêvanan

Forum

Peywendî

Mal û Komelên Êzidiyan

Quncika Azad

Arîkariya me bikin   >>>>

Add us to Start Page >>>

Kocka Kaniya Sipî >>>>

Add us to Favorite    >>>

 

Vegere

 

 

Daxuyaniya Hevkariya Mal û Komelên Êzîdiyan

 

 

-         Ji bo raya Cîhanê ya giştî

-         Ji bo raya Kurdî ya giştî

-         Ji bo raya Kurdên Êzîdî ya giştî

 

 

Piştî xwendina daxuyaniya (Enwer Miawiya ) ya ku destdirêjî û neheqiyeka mezin li Êzîdiyan û Êzdayetî dike, Hevkariyê di Civîneka Awarte de, a ku di 19.12.2006 an de hate lidarxistin, ev daxuyanî dibin çavan re derbas kir, û piştî danûstandin û giftûgoyên berferh bi piraniya dengan biryar hat sitandin ku Hevkarî bê deng nemîne û bersivekê ji bo raya giştî, li ser Enwer û yên ku wekî wîna difikirin bide, belav bike, ji ber vê yekê em dibînin:

 

1.     Xwedanê vê daxuyaniyê (Enwer Miawiya, yê ku xwe Ereb dibîne) bi tenê berpirsiyara di ber naveroka wê daxuyaniyê de, û ew qet bi tu awayan nûneratiya Êzîdiyan nake.

 

2.     Em weku Êzîdî ku parçeyekî herî bingehînin ji netewa Kurd ya Arî ku dîroka wê vedgere berya zayînê hezarên salan, bi vî dîrok û netewa xwe ya Kurd serbilindin.

 

3.     kesekî ji Lêkolînvan û dîrokzanên ku li ser Êzdayetîyê nivîsandina negotina ku Êzîdî Ereb in ( ji bilî çend nimûneyên nijadperestyane).

 

4.     Şêxadî silavên Xwedê lêbin, ne Ereb e, û nerîna ku herî tê pejirandin ew e yaku dibêjê ku Şêxadî silavên Xwedê lê bin, bi koka xwe Êzîdiya, û dayîk û bavê wî jî Êzîdî bûn, û ew ji Hekarê hate Laleşa Nûranî.

5.     Bi zimanê Erebî peyva Êzîdî wisa tê nivîsandin الايزيدية  anku ew kesên ku vê peyvê bi vî şêweyî bikartînin اليزيدية  bi mebsta Erebkirina Êzîdiyan ew nêçîrê di golên girikî de dikin.

 

6.     Sebaret Nasnameya Dewleta Iraqê, eger Erebî be yan na… ew babeteka hundirîne û girêdaya bi miletên Iraqê ve, û ne ji mafê kesekî ye, ku jê biaxive.

 

7.     Herêmên Êzîdiyan dikevin hundirê Ciyografiya Kurdistanê, û em dibînin ya baş ew e ku têkevin bin Hukumraliya Herêma Kurdistana Federal, û em ne li dijin eger Êzîdî li gor jimara xwe di Herêmên xwe de serkêşiya damûdezgehên dewletê bikin.

 

8.     Enwer Miawiya di daxuyaniya xwe de dibêjê ku: Laleşa Nûranî Perestgeha Êzîdiyan ya bi tenê li cîhanê ku Gora Şêxadiya silavên Xwedê lê bin, di baweriya me de, Enwer bi vê yekê ji nirxên vê Perestgehê yên dîrokî yê ku vedgera hezarên salan dadixe.

 

9.     Weka ku her kes dizane Mîrê Êzîdiyan li Cîhanê Xwedêjêrazî Mîr Tehsin Beg e, û Enwer bi tu awayan nikare û ne ji mafê wiya xwe weku Emîrê Êzîdyan destnîşan bike.

 

 

Hevkariya mal û komelên Êzîdiyan

 

Elmanya 21.12.06     

  

 

1-     Mala Êzîdiyan li Oldenburg

2-     Mala Êzîdiyan li Berlin

3-     Mala Êzîdiyan li Leer

4-     Mala Êzîdiyan li Celle

5-     Mala Êzîdiyan li Celle Plattform

6-     Mala Êzîdiyan li Kalkar

7-     Mala Êzîdiyan li Emerich

8-     Yekîtiya Êzîdiyên ciwanên Şerfedîn

9-     Bingehê Êzîdiyan li dervayî welat

10-Komela Kaniya Sipî ya Rewşenbîrî û Civakî   

 

 

 

 

 

Jor

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis