|
Emîn Ferhan Çîço: Em hêvî ji Hikûmeta Elmanî dikin ku mafê penaberiyê bidete Êzidiyan, ji ber Êzidî jî weke kêmol û kêmnetewên din bindest û bê maf in, ji kêmayî di dema îroyîn de.
Ev gotar ji aliyê hêja Urûba Bayazîd Îsmail ve bi zimanê erebî hatiya ninvîsandin û di malpera "ez azad im": http://www.qendil.org/woman/index.php de hatiya belav kirin, û ji ber giringiya wê, malpera Kaniya Sipî ew ji bo xwendevanên xwe wergerand zimanê kurdî. Wergerandin: Desteya birêvebir ya malpera Kaniya Sipî
Naveroka Hevpeyvînê:
Hevpeyvina berêz Urûba Bayazîd Îsmail Beg, Sernivîsera (foruma „ez azad im”) bi berêz Emîn Ferhan Çîço re, Serokê Tevgera Êzîdiyan ya Serrastkirin û Peşveçûnê.
Urûba Bayazîd Îsmail: Rêzdar Emîn Ferhan Çîço, nûnerê diyaneta Êzidiyan yê yasayî di hikumeta Îraqa fîderal de, hun bi xêr hatin bo Elmaniya.
Emîn Ferhan Çîço: Em jî bi xêr hatina foruma „ez azad im” dikin û bi xêr hatina sernivîsera wê jî dikin; bi rastî cihê serbilindiya me ye, ku Mîra me, yekemîn jin Êzidî e, ku dibe sernivîsera malpereke înternêtî ya azad.
Urûba Bayazîd Îsmail: zor sipas, em dixwazin ji vê hatina we ji bo Elmaniya sûdê wegirin û hevpeyvînekê li gel cenabê we çêkin û em hêvî dikin ku hun bersivên çend pirisiyarên me bidin.
Emîn Ferhan Çîço: ez amad e me ji pirsiyarên we re, û ez gelekî bi vê hevdîtinê kêfxweş im, ji ber ev derfeteke baş e ta ku em çend tiştên ne zelal ji bo xelkê aşkere û ronî bikin.
Urûba Bayazîd Îsmail: ti karê Tevgera Serrastkirin û Peşveçûnê bi hesayî bi me bidî naskirin?
Emîn Ferhan Çîço: Tevgera Sererastkirin û Pêşveçûnê tevgereke siyasî ye û netewî ye, armancên wê vejiyana NETEWE Êzidiyan e û isbatkirina hebûna Êzidiyatiyê ye weke kêmneteweke xwedan taybetmendiyên serbixwe.
Urûba Bayazîd Îsmail: ma gelo tevgera we tevgereke dînî ye?
Emîn Ferhan Çîço: na, tevgera me ji binyata xwe ve netewî ye
Urûba Bayazîd Îsmail: baş e, armancên we yêt herî giring çi ne?
Emîn Ferhan Çîço: armancên me gelek in, lê ezê li hêre armancên me yêt girêdayî bi Êzidiyatiyê ve ji bo we zelal bikim:
1. ji me tê xwestin weku Tevgerek siyasî, em ji Êzîdiyan re bidin xuyakirin ka çawa Êzdyetî Netew e.
2. xwerizgarkirina ji koletî, paşverûtiyê û axatiyê.
3. Vegerandina Penaberên ku dibin darê zorê de û ji ber fermana û ji ber projeyên nijadperestiyê dev ji cîwarên xwe berdana û dermankirina birînên wan û bi cîhkirina wan di cîwarên wan yên eslî de.
4. Rakirina destdirêjkirinê ji ser gund û bajarêt ku hatina talan kirin û ereb kirin û kurdî kirin.
5. Serrastkina rewşa Êzdayetiyê û bi cîhînana yekîtiya civaka Êzidî.
6. Karê hevbeş bi Êzidiyên welatên din re ji bo bidestxistina tevahiya mafên wan î yasayî, lê helbet bêy ku zirarê bigihînin ewlekariya wan Dewletên ku têde dijîn.
7. Karê hevbeş bi kesayetiyên oldar û civakî re ji bo berjewendiyên Êzidiyan û xebata ji dil bi herkesekî re ji bo bi cîhînana armancên Tevgera Serrastkirin û Peşveçûnê.
8. Karê hevbeş bi taybet bi rewşenbîr û zanayan re û sûdwergirtinê ji kar û xebat û imkaniyatên wan û vekirin û hêsanî kirina rê li pêşiya wan, ji ber bi destê wan ve tê ku pêvajoya civakê ber bi rêyeke dursit ve bibin.
9. Guhdanke ji dil û rast bi Jina Êzidî re û kêşandina wê bo meydana kar û xebatê di nav Tevgerê de.
10. Sazkirna sindoqeke Aborî ji bo avakirin û duristkirina mezargeh û ciyên pîroz û avakirina dibistanan ji bo amadekirina qewala di nav civaka Êzidî de.
Urûba Bayazîd Îsmail: Hijmara endamên we çend e?
Emîn Ferhan Çîço: Ez nizanim serê sedî sed çend endamên me hene, lê ez karim bêjim ku bi hezara ji hemî çînêt Êzidiyan di nav me de hene.
Urûba Bayazîd Îsmail: Ma gelo Jina Êzidî weke endameke xurt û xebatkar cihê xwe di tevgera we de girtî ye?
Emîn Ferhan Çîço: Serê sedî sed Jinêt Êzidî wekî endam di tevgera me de kar û xebatê dikin, û hejmara endamêt Jin di Tevgera me de nêzîkî 5 hezara ye.
Urûba Bayazîd Îsmail: Ev hijmareke gelekî baş e, û ev tişta şarazaiya we diyar dike û herweha pêşveçûn û şarazaiya Jina Êzidî diyar dike, ku hêdî ew bi xwe bi xwe bibe xwedî biriyar û hebûna xwe weke endameke xebatkar û xwedîbizav di nava civakê de diyar bike û ta ku bête zanîn ku mafê wê wekî yêr mêra heye. Li vê derê pirsiyareke heye, gelo şêweyê dan û standina we bi wan re çawa ye, hun karekî hevbeş bi hev re dikin?
Emîn Ferhan Çîço: Komîteke Jina heye, bi navê „Komîta karûbarê Jina Êzidî”, karê ev komîtê jî ji bo tevgera me mîna karê piştîşkê di laşê insan de ye.
Urûba Bayazîd Îsmail: Zor baş e, lê gelo vê komîta Jina heta neha çi kiriya û çi bi cîhînaya?
Emîn Ferhan Çîço: Ev komîta ji 12 endaman pêktê û seroka komîtê, rêzdar (Nesîma Hecî Şelal) e; vê komîtê heta neha gelek tişt bi cî înana, mîna proje û simînarên zaniyarî û rewşenbîrî li Şingalê û li gundên derdora Şingalê li darxistin. Armanca wan ji van projeyan ew bû, ku Jina Êzidî di hemî aliyên jiyanê de pêşve bixînin û arîkariya wan bikin ta ku karibin karekî ji xwe re bibînin û bi vê yekê arîkariya malbata xwe bikin. Hêjayî gotinê ye jî ku seroka Komîta Jina beşdarî çendîn simînar û konferesêt herêmî û konfersên Rexistinên nêvdewletî û konferensên Rêxistinên civaka sivîl yêt ku li Îraqê de dihatin lidarxistin, bûya.
Urûba Bayazîd Îsmail: Gelekî baş e, di dîtina min de, radaya pêşketina gelan bi çiqasiya tevlîbûna Jinê bi mêr re di nav karê siyasî de, tê pîvan; û ev karê hun ji bo Jinê dikin û ev derfetên hun didin wê, nîşana şarazayî û pêşveçûna we ye. Berêz Emîn Ferhan, çawa ket serê we ku hun tevlî vê Tevgerê bibin, û destpêka we di Tevgera Serrastkirin û Peşveçûnê de çawa bû?
Emîn Ferhan Çîço: Min Tevger saz kir.
Urûba Bayazîd Îsmail: We Tevger ava kir!
Emîn Ferhan Çîço: Belê, piştî serpêhatiyên sala 1991 li Îraqê, wê demê ez 16 salî bûm, ez her û her diponijîm û di serê min de hebû ku ez guhertinkê di nava Êzidiyan de çêkim, weke sazkirna rêxistinkê yan jî kombûnkê. Min dixwest ku em dijberî siyaseta rêjîma Behsî a şofînî ya ku li ser Êzidiyan tête şopandin rabin; û ji ber go ti nûneriya me ya siyasî di Dewletê de nebû, ev fikir û hizir di serê min de roj bi roj mezin dibû, heta dema ez çûm Zankoya Musil ya perwerderiyê, wî wextî ev hizir li ba min siteweha û min karî ez gava pêşin ji bo Tevgerê deynim, ew jî avakirina rêxisitineke partî/hizbî bû.
Urûba Bayazîd Îsmail: Navê partiya we çi bû û we çawa avakirina wê aşkere kir?
Emîn Ferhan Çîço: Di 16/4/1995 me avakirina Partiya xwe (Partiya Pêşerojê ya welatparêzî Îraqî ) aşkere kir.
Urûba Bayazîd Îsmail: Armancên we çi bûn û kî endamêt we bûn?
Emîn Ferhan Çîço: Armancên me Welatparêzî bû û peywendiyên me bi oposîsiyona Îraqê re dijî Behsiya hebûn û me hevdîtin bi serpiriştiya Yekîtî Niştîmanî Kurdistan bi wan re lidardixistin; Endamêt Partiya me hemî zana û zîrek bûn ji Şingalê, Baaşîqa, Şêxan û hemî herêmt dî yêt Êzidiyan bûn û gelek kesayetên navdar piştgiriya me dikir. Me bi helkeftina pênc saliya Partiya xwe şahiyeke li Mezara Mehemd Reşan li Çiyayê Meqlûb li dar xist, di vê şahiyê de nêzîkî 150 kesayetiyên Êzidî beşdarbûn, û piştgiriya me kirin.
Urûba Bayazîd Îsmail: Çawa Partî bû Tevger?
Emîn Ferhan Çîço: Di dema ruxandina rijîma Sedam de, me di wê demê de heşt saliya partiya xwe pîroz kir û me di şahiyê de biriyar da ku em partiya xwe bikin Tevgerek, me navê Tevgera xwe jî kir: „Tevgera Serrastkirin û Peşveçûnê”. Me ev guhertin di konferensekî de aşkere kir,
Urûba Bayazîd Îsmail: Gelek tişt li ser we tên gotin, gelo di destpêka karê we de kî piştgiriya we kir, û kî neha piştgiriya we dike, nemaza ji aliyê mewdanî ve?
Emîn Ferhan Çîço: Ev tiştê têne gotin dûrî rastiyê ne, gelek kes û dezgeh dixwazin reşa bi me vekin û me ji hev belav bikin, lê belê em ti carî rê li ber wan venakin û em ti giringiyê nadin axiftinên wan, lê bi tenê ez karim bêjim wan kes û dezgeha: hun xêra Êzidiyan naxwazin û hun naxwazin ku Êzidî hebûneke wan î serbixwe hebit, û ji ber vê yekê jî hun her û her hewil didin ku her kesekî ku doza mafê Êzidiya dike û taybetmendiya wan diyar dike dike, tûne bikin.
Urûba Bayazîd Îsmail: Lê belê hun çawa xwe xwedî dikin, çavkaniya mewdaniya we çi ye? Ji ber tişekî fere ku her Partiyek yan Rêxistineke yan Tevgerek bingeheke wan î mewdanî xurt hebit, ta ku karibin karê xwe pêşve bibin!
Emîn Ferhan Çîço: Arikariya me ji ba me ye, û gelek Êzidî hene arîkariya me dikin ji ber behweriya wan bi Pirsgirêka Êzidiyan tê, û gelek caran jî Êzidiyên ku nikarin herin ber Laliş xêra xwe didin me, û wekî din jî hindek kesayetiyên maldar hene, piştgiriya me dikin.
Urûba Bayazîd Îsmail: Behra bihitir Bingehên we li kuderê peyda dibin û piraniya piştevaniyê we li kuderê ne?
Emîn Ferhan Çîço: Behra bihtir piştevaniyê me li Şingalê ne, me 10 bingeh li Şingalê vekirina, beriya salekê me bingehek li Baaşîqa jî vekir, lê belê ji ber rewş li wê deverê nexweş bû, em neçar man ku wê bingehê bigrin, lê kengî ku rewş xweş bû emê bingehê careke din vekin. Herweha Bingeheke me ya berferh li Keneda jî heye, û em hewil didin ku bingehêt xwe li hemî deverêt Êzidiyan vekin.
Urûba Bayazîd Îsmail: Li ser hilbijartinên di 15/12/2005 de li Îraqê çêbûyîn, hindek hêzên siyasî da xwiyakirin ku ev hilbijartin sexte/tezwîr bûn, gelo dîtin û hizra we li ser vê mijarê çi ye?
Emîn Ferhan Çîço: rasta, helbet suxtekarî/tezwîr di hilbijartina de çêbû, û ez jî dengê xwe tevlî dengê wan hêzêt siyasî dikim yêt ku ev tişt aşkere kirîn. Herçende gelek astengî li pêşiya me derketin, lê belê me karî yek cî/kursî bidest xînin, û eger astengî ji bo me peyda nebûna, me dikarî gelek ciya/kursiya di parlamentê Îraqê de bidest bînin.
Urûba Bayazîd Îsmail: Kî dijberiya we dikir û bi çi rengî?
Emîn Ferhan Çîço: Hindek partiyê sereke di herêmê de dijberiya me dikirin, wan partiya ne dihiştin ku cemawer dengê xwe bidete lista me, lista 668 an, ji ber van sedeman jî gelek navkokî kete navbera endamên me û wan, lê belê, ji ber cemawer bi hemî hêza xwe li gel me bû, û behweriya wî bi armancên me yêt sada û xuru dihat, em bi arîkariya wan û Xwedê bi ser ketin.
Urûba Bayazîd Îsmail: Min di 30/07/2005 an gotarek li ser karûbarê Êzidiyan nivîsand û ev gotar di gelek malperan de hata belavkir, gotara min bi navê, “ronahiyeke ji herdû televiziyonên Kurdistanê li ser Êzidiyan” bû; min di gotara xwe de ji herdu televiziyona daxwaz kir, ku her heftî katjimêrekê ji bo Êzidiyan terxan bikin. Gelek kesan bersiv û soz dan lê di dawî de hemî soz vala derketin. Yek ji wan kesan rêzdar Saîd Silo bû, ewî gotarek bersivî weşand û got ku neha xebat û hazirî tête kirin û şev û rojê dikin yek, taku daxwaziya Êzidiyan bi cî bînin, lê em heta neha li benda sozê wî ne, û me heta neha tiştek ji bilî gotinêt tevzînok nedîtiya. Ew her tim soza didin û li sozên xwe xwedî dernakevin û hêviyên Êzidiyan ser guhê xwe re tavêjin, û bi şêweyekî dîblomasî û bi zîrekî rê li ber wan digrin. Hun Tevgereke siyasî ne, hun di Dewletê de hatin qebûlkirin û hun nûnerê Êzidiyan î yasayî ne, vê carê, cenabê we çi dikarê ji bo Êzidiyan di vî warî de bikin? Ma gelo katjimêrek ji bo Êzidiyan gelek e, yan jî daxwzeke zor û asteng e!?
Emîn Ferhan Çîço: Êzidî li Kurdistanê gelekî bêhêz û bê taqet in, çawa dê katjimêrekê ji wextê televiziyona xwe ji bo Êzidiyan terxan bikin? Lê birayên me yêt Aşûrî soz bi me re dan ku heftiyê du katjimêra ji wextê televiziyona xwe “Suroyo“ bo me û çalekî, nûçe û bernamên me terxan bikin. Hêjayî gotinê ye ku telefiziyona Aşûriya ya ezmanî li Siwêd xebata xwe dike. Û em jî sipasiya birayên xwe yêt Aşûrî ji bo vê arikariyê dikin; di demeke nêzîk de ev daxwaz dê bi cî bit.
Urûba Bayazîd Îsmail: Berêz Emîn Ferhan, kanî ciyê me di neqşa Îraqê de; piştî durustkirina hikumeta Caaferî, hêviyên me winda bûn, ji ber ti Wezaret nedan Êzidiyan, hun wek nûnerê Êzidiyan î yasayî û yekta di hikumeta Îraqê de vê mijarê çawa şîrove dikin?
Emîn Ferhan Çîço: Heke em li sazkirina hikumetê weke yekîtiya Welatî temaşe bikin, ku gereke hemî kêmnetewe û kêmola hembêz bike, hingî emê bigihin wê rastiyê ku ti listê kêmnetewe û kêmola Wezaret nestandin; Hikumeta “Malikî” neheqî li kêmnetew û kêmolêt Îraqê kir, erê em karin bêjin wan, we em ser guhê xwe re avêtin, lê belê em bê deng ne man, me di gelek konferens û hevdîtina de daxwaziyên xwe bo wan aşkere kirin, lê mixabin bê fayda, mafê me winda ye.
Urûba Bayazîd Îsmail: Çi astengî û kul û derdê we hene, û hun çawa û di çi warî de dibînin ku hun wek kêmnetewek yan kêmolek bindest in û mafê we tête xwarin?
Emîn Ferhan Çîço: Rast e ez endamê Perlemantoyê Îraqê me, lê ji aliyê wergirtina biryarek siyasî gelek astengî di pêşiya min de hena, Ji ber hersê hêzên sereke (Sina / Şiha û Kurd ) sertedst in û mafê wan î vîto heya, her tiştekî ku ne bi dilê wan be, vîto bi kar tînin.
Urûba Bayazîd Îsmail: Gerek e malpereke we hebûya, we tê de çalekî, bizav û bernamêt xwe aşkere û belav bikirina, gelo hun zanin ma çend malpereke Înternêtî ji bo we giring e? Û nexasim ku roja îroyîn Înternêt li tevahiya diniyayê belav bûya û malek bê Înternêt nema ye, ji ber di rêya Înternêt de merov dikarê bi hêsanî agehdariyan bidestxîna.
Emîn Ferhan Çîço: Belê, hun rast dibêjin, bi hêviya Xwedê emê di demeke nêzîk de bibin xwedan malperek Înternêtî.
Urûba Bayazîd Îsmail: Navê malpera we dê çi be?
Emîn Ferhan Çîço: Emê navê malpera xwe bikin „Dengê Gelê Êzidî” mîna rojnama me ku bi heman navî ye.
Urûba Bayazîd Îsmail: Aya hun behwer dikin ku Tevgera we bi serbikeve, û gelo hun hemî ji dil bi hev re ne?
Emîn Ferhan Çîço: Erê, me hemiya pişta xwe daya hev, û em hemî ji dil û can bi hev re kar dikin, û ez di wê behweriyê de me ku piraniya Êzidiyan ji dil û can bi me re ne.
Urûba Bayazîd Îsmail: Gelo ma Kesayetin Êzidî navdar piştgiriya we dikin?
Emîn Ferhan Çîço: Bê guman, lê ez naxwazim nava bêjim.
Urûba Bayazîd Îsmail: Em karin zanibin cihê xorta di Tevgera Serrastkirin û Peşveçûnê de çawa ye û we çi ji wan re pêşkêş kiriya?
Emîn Ferhan Çîço: Me di Tevgerê de komîtek ji bo xorta û werzişê ava kiriya. Bihtir ji 5000 xortên Êzidî di nava leşkerê Îraqê de û 1000 polîs û nobetçiyên tixûba hene, hemî endamêt me ne, me di rêya Serokleşkeran re û Serokeşîran re ev kar ji wan re peyda kir, ta ku ji betaliyê xelas bin û karibin gezek nanê helal bixwin.
Urûba Bayazîd Îsmail: Pirsa dawî, armanca serdana we ji bo Elmaniya çi ye?
Emîn Ferhan Çîço: Mebesta hatina me ji bo Elmaniya ew e, ku em dixwazin Tevgera Serrastkirin û Peşveçûnê bi Êzidiyan bidin nas kirin û ji boy vî hawî jî min gelek simînar li mal û bingehên Êzidiyan li darxisitin, wek nimûna, me bi beşdarbûna nêzîkî 200 kesî simînareke serkeftî li Mûnchen li darxist û emê di 03/09/2006 simînarekî li Mala Êzidiyan li Oldenburg li darxin û yekî dîtir li 10/09/2006 li Hannover, û her kes dikarê beşdarî van simînaran bibe. Li aliyekî dî, hevdîtineke me bi Perlamentoyê Europî re heye, û herweha hevdîtineke me bi nûnerê siyaseta Elmaniya ya derve re heye, emê bi wan re li ser pirsgirêkên Êzidiyan biaxivin û em hêvî dikin ku arîkariya me bikin.
Urûba Bayazîd Îsmail: Hun dê li ser çi pirsgirêka bi wan re biaxivin, ji ber wek hun dizanin gelek pirskirêkên Êzidiya hene?
Emîn Ferhan Çîço: Emê li ser Penaberiyê û Penaberan li gel wan biaxivin û emê ji hikumeta Elmanî hêvî bikin ku mafê penaberiyê bidete Êzidiyan, wekî hemî kêmnetew û kêmolên din, ji ber em Êzidî bindest in û mafê me winda ye, ji kêmayî di dema îroyîn de.
Urûba Bayazîd Îsmail: Ev daxwazeke mezin û giring e, heke Elmaniya vê daxwazê di ber çava re derbas bike dê gelekî baş be. Ji ber em bi rastî jî di Îraqê de binest in; destê we xweş ku hun van pirsgirêkên giring pêşniyar dikin, ji ber ev kar cihê dilxewşiya malbatê Êzidiyêt penaber in; em hemî dizanin ku van malbata ji Îraqê bazdaya û hatina Europa ta ku karibin bi aramî û serbestî bijîn.
Di dawiya vê hevpeyvînê de, em bi navê (Foruma „ez azad im”) sipasiya we dikin ku we ev derfet da me û me karî çend pirisyara ji cenabê we bikin ta ku em Tevgera Serrastkirin û Peşveçûnê baştir nas bikin, em serkeftinê bo dixwazin.
Emîn Ferhan Çîço: Ez jî sipasiya we dikim, û ez herdem ji pirsiyarên cemawer re hazir im, simînarên min hatina destnîşankirin, û ezê hewl bidim ku bersivên hemî pirsa bi sîngeke ferh bidim.
Hevbeyvîn ji aliyê Emîra Urûba Bayazîd Îsmail Beg ve hat kirin. Sernivîsera Foruma „ez azad im” 31.8.2006
Wergerandin: Desteya birêvebir ya malpera Kaniya Sipî
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |