|
 |
Vegere
Hikumeta
elmanî dixwaze pirsa penaberên bê mafê rûniştine çareser bike
amude.com
23.03.2006
HEILIGENDAMM
(dpa/amude.com) - Wezîrê Hundir ê Elmanyayê Wolfang Schäuble dixwaze ta
payîza bê ji bo penaberên ku bi salan li Elmanyayê dijîn û hîn mafê
rûniştinê bi dest nexistine, çareseriyekê peyda bike. Schäuble di civînekê
de ligel wezîrên welatên Yekîtiya Ewropayê got: "Ger mirov di hundirê
dewletê de dijîn û ti derfet tune ye, ku ew ji dewletê bêne derxistin, û
eger mirov nikare bera wan jî bide, divê mirov ji bo vê yekê hin
çareseriyan peyda bike." Schäuble got ku ew hêvî dike ku di vê salê de bi
wezîrên wîlayetên elmanî re lihevhatinekê pêk bîne.
Schäuble ji partiya
Filehên Demoqrat (CDU) ye. Partiya wî ta niha ji bo pirsa penaberên bê
rûniştin astengiyan çêdike û naxwaze ku penaber mafê rûniştinê bi dest
bixin. Li Elmanyayê bi hezaran penaber dijîn, ku mafên penaberiyê bi dest
nexistine. Gelek ji wan Kurd in.
Hikumeta
Elmanyayê ji CDU û Partiya Sosyaldemoqratan (SPD) pêk tê.
Top
|