Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

 

Vegere

Dengê xwe bidne Listeya 730

 kaniya-sipi

Di gazînamekê de ku bîroya Karûbaren Êzîdiyan li Silêmaniyê, li başûrê Kurdistan ragehand Malpera Kaniya Sipî, bîro gazî hemî Êzîdiyên Îraqê dike, ku dengê xwe bidne listeya 730, listeya hevpeymna Kurdistan.

Di nameyê de qunaxa şûreşa Kurdî  û Kurdistanî tê destnîşankirin û ciyê Êzîdyan yê taybet tê de tê li bîr anîn, herweha nama dîroka hilweşandina rejîma Beesî kedxwar u girîngiya serfirazkirina Îraqê ji destê rijîma Sedamî î xwînmij bi taybet rizgarkirina cîwarên Kurdan li Kurdistanê ji destê neyarê gelê Kurd li qelm dide.

Di nameyê xwe de Bîroya Karûbarên Êzîdiyan taybetmendiya Êzîdiyan tîna ziman û bidestkeftinên Êzîdiyan piştî rizgarkirina îraqê ji rijîma Bees di 09.04.2003 an de tîna ber çavan. Di heman demê de jî nerazîbûna xwe ji rewşa Êzîdiyan ya îroyîn tîna ziman u dibêja gereke Desthiltdariya herêma Kurdistan bihtir projeyên karguzarî di herêmên Êzîdiyan pêkbîna u bi vî rengî cîwarên wana xweştir bike.

Bi arîkariya Desthilatdariya Kurdistanê û di navbera salekê de, anku piştî hilbijartinên yekemîn di îraqê de di 30.12. 2004 an  de hindek bidestkeftinên girîng ji boy Êzîdiyan hatin çespandin, hindek ji wana ev in:

1.    Avakirina Birevebiriya Awqafa ji boy Karûbarên Êzîdiyan yên olî, cara yekemîn di dîroka Êzîdiyan de.

2.    Destnîşankirina Şêwirmendê Serokê Îraqê ji boy Karûbarên Êzîdiyan, cara yekemîn di dîroka Êzîdiyan de.

3.    Çespandina navê Êzîdiyan di destûrê Iraqê de.

…..uhw.

Ji ber van egeran u gelek egerên din Bîroya Karûbarên Êzîdyan li Silêmaniyê gazî hemî Êzîdiyên Iraqê dike ku dengê xwe bidne Lîsteya 730, Listeya Hevpeymana Kurdistan.

Serkeftina Listeya 730 serkeftina hemî Kurdan e.

Bêjin erê ji boy Lîsteya 730

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis