Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

Hulya Avşar: Bihêlin bila kurd dewleta xwe ava bikin

 

Avesta: Avşar a binavûdeng, bêdengmayîna li hember pirs û pirsgirêkên Tirkîyê ji bo xwe wek kêmasiyekê dibîne, loma jî ji niha va xwe ji siyasetê re amade dike. Avşar weha dibêje: ”Nameya ku min ji bo dayîkên şehîdan nivîsî, ji alî hinek dilnexwazan ve neyênî hat nirxandin, ez ê di vê mijarê de nêrîna xwe heta dawîyê bînim ziman, lewre ez ê heta sê salan bikevim nava siyasetê”.

Avşara ku ji bo reklamkirina xwe tê tewanbarkirin di axaftina xwe de weha dibêje: “Ez her roj di manşeta rojnameyan de me, pewîstîya min bi reklama nîne. Çawa ji yeka weke min re dibêjin, li ser dayîkên şehîdan reklama xwe dike”.

 

 

Avşar radigihîne ku ew ê di siyasetê de ji bo pirsgirêkên ciwan û zarokan bisekine. Her çiqas ji hinek partîyan, ji Avşar re pêşniyar bên jî, wê hê partiya xwe diyar nekirîye.

 

Ên ku dixwazin, bila ji Tirkîyê veqetin

 

Li ser mijara pevçûnan jî Avşar weha dibêje: “Gelo daxwaza kesên bi şal u şapik digerin cîye? Belkî jî ew dixwazin dewleta xwe avakin, ji bo çi li Tirkîyê ji her tiştî re “na” tê gotin? Kesên ku dixwazin cuda bibin bila bibin û bila wek daxwaza xwe bijîn. Daxwaza dewleta Kurdistanê jî wek daxwaza me ya ketina Yekîtîya Ewrûpayê ye”

 

 

 

netkurd

22 Sep 2006

 

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis