|
Laliş
Rûgehê kevnar
Paşmayîya diroka geş
Bi pênusê jengdar
Hatîye nivîsîn û tumar
Ji bo miletek nezan
Barudoxê xwo nabînit
Terazîyê jî ne bisporane
Di helsengînit
Li ser xwo dibarînit jehr û jan
Olê dujmin girtî ye
Bi dest û didan
Jê qurtal nabit
Nevêt bijît serbest, lêzan
Ey lalişa bi birîn, bê nojdar
Tûyî resena kurdên evîndar
Şînwar û navê te pîroze
Nimunên te kêmin
Hebuna te bo me kurda soze
Kengî bi êk dil û dest
Morkeyn ji bo te peyman
Lêvebîn ji ayînê ereba
Ji yasayên faşîstan ..?
Kengî dê
Li rihêt xwo vegerîn
Pêgve bi bişkivîn
Ta ku di mirîn
..?
20.02.2007
imanbotani@hotmail.com
|