Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Home

Komel

Nûçe 

Êzîdiyatî

Wêje

Gotinên Pêşiyan

Weşanên Nuh

Mûzîk 

Wêne

Links

Erşîf

Deftera Mêvanan

Forum

Peywendî

Mal û Komelên Êzidiyan

Quncika Azad

Malperên dost

Arîkariya me bikin   >>>>

Add us to Start Page >>>

Kocka Kaniya Sipî >>>>

Add us to Favorite    >>>

 

Vegere

 

 

Hevdîtina yekemîn ya mamosteyên Êzidiyatiyê li Îraqê

Kaniya Sipî/18.11.2006

 

Roja çarşembê rêkeftî 15.11.2006 an û bi arîkaria wezîrê perwerdê yê hikûmeta Îraqê û di bin çavdêriya rêvebirya giştî ya xwendina zimanê Kurdî û zimanên din civîna yekemîn ya mamosteyên Êzidiyatiyê li Îraqê hata li darxistin.

 

Di destpêkê de, mêvanên pişikdar, mîna cîgirê wezîrê perwerdê yê Îraqê û birêz Îdo Baba Şêx, şêwirdarê serokê Îraqê jibo karûbarê Êzidiyan, û birêz Mamosta Izedîn Mistefa Resûl, serokê yekîtiya nivîskarên Kurd, heryekî gotineke pêşkêşî pişkdaran kir.

 

 

Babetên bingehîn yên civînê li ser pênasîna Êzidiyatiyê bû û li ser astengî û pirsgirêkên mamosteyên Êzidiyan bû.

 

Di encama vê civînê de ev xalên jêrîn hatin pêşniyar kirin:

 

1.  Destnîşankirina Xwendekarên ku xwendineke bilind tewaw kiribin û pirinsîbên Êzidiyatiyê zanibin. Civata Ruhanî ya Êzidiyan û Birêvebirya giştî ya perwerdê li bajarê Mûsilê dê di vî warî de hevkar bin. Divê ew xwendekar ji aliyê perwerdeyî/Pêdagogîk bêne amade kirin.  Divê şaxek ji bo Êzidiyatiyê li Xwendegehên amadekirina Mamosteyan li bajrê Mûsilê bê sazkirin, taku Mamosteyên pispor û zane bêne amade kirin.

 

2.  Ji nav mamosteyên Êzidiyatiyê dê hijmarek ji pisporan û çavdêrên perwerdeyî bên hilbijartin, hijmara wan gerek e li gor hijmara dibistanên ku Êzidiyatî lê tête xwendin be.

 

3.  Divê komîtek bê sazkirin jibo pirtûkên Êzidiyatiyê careke din di ber çavan re derbasken û guhertinên pêwîst di van pirtûkan de bicî bînin. Ev komîte divê ji van dezgehan pêk bê:

 

a)    Birêvebirya giştî ya amadekirina pirtûkên dibistanan li bajarê Mûsilê.

b)   Xwendegeha bajarê Mûsilê ya navendî

c)    Civata Ruhanî ya Êzidiyan.

 

4.  Divê her xwendevanekî yan şagirtekî Êzidî li kudera Îraqê be, karibe dersa Êzidiyatiyê bixwîne, hemî sînor dibe bêne rakirin.

 

5.  Divê pirtûkek/derseke taze bê sazkirin ji bo dîroka diyanetan, taku şagirt li ser hemî diyanetan bêne agehdar kirin û ev pirtûk gerek e li tevahiya dibistan û xwendegehên Îraqê bê xwendin.

 

6.  Wergerandina hemî pirtûkên Êzidiyatiyê yên ku bi zimanê kurdî hatina çapkirin ji bo zimanê erebî, taku hemî dibistan û xwendegehên bajarê Mûsilê sûdê jê wergirin û wan bi kar bînin.

 

 

Hêjayî gotinê ye ku birêz Pîr memo Osman kesê yekemîn bû ku piştgiriya sazkirina vê civînê dikir.

 

 

 

Têbinî: ev kurtenûçe ji zimanê erebî hata wergirandin. Nûçeya erebî di malpera (bahzani.net) de hata belav kirin.

 

 

 

 

Jor

 

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis