|
PÎROZNAME
KOMELA KANIYA SIPÎ YA REWŞENBÎRÎ Û CIVAKÎ 30.05.2006 an Elmanya bielefeld
Bi dilekî pir xweş, di 29.05.2006 an de me nûçeya damezrandina komela xwendekarên Êzîdiyan bihîst. Hêjayî gotinê ye, ku ev cara yekemîne di dîroka vê olê de, ku bi vî rengê zanistî û li ser astê xwendevanên zanîngehan û ji seranserê Kurdistanê û Ewrupa, komeleka wisa tê damezrandin.
Di derbarê Êzdiyatiyê de û di van 40 salên dawî de, gelek nivîskar bi tayîbet ji lawên vê olê berhem in hêja nivîsandina, her weha ji dervayî bawermendên vê olê jî, gelek nivîskarên biyanî jî, destê xwe dirêjî vê mijarê kirin û li ser vê olê nivîsandine; lê ne bi wî rengê pêdivî û pêwîst û akadîmyane ( bi awarteyî çend berheman).
Ji ber vê hindê û li gor ku me di daxuyaniya komela xwendekarên Êzîdiyan de xwend, merov dikarê hêviyên pir mezin li ser wan girêdê, ku wê bişên bi şêweyekî zanistî; dîrok, mîtyologya, û êzdiyatî weku bawerî, her weha ji gelek aliyên din ve jî lêkolîn bikin; û Êzdiyatiyê ji wê qûnaxa tarî û nezalal derxînin, û her weha çand û zimanê kurdî yê ku zimanê Tawisî Melek a ji windabûn û dizînê biparêz in.
Armancên vê komelê li ser du şaxa ne, zanistî û civakî, di baweriya me de, eger karê vê komelê tenê di warê zanistî de bimaya wê pir baştir bûya, ji ber ku ew armancên wan yên civakî jî dawiya dawî careke din dikevin xana beşê zanistî û çarçewa têkiliyên wan bi derdora wan re, û xwedîlêderketina li vê olê.
Em bi navê komela kaniya sipî ya rewşenbîrî û civakî wan pîroz dikin, em serkeftinê ji wana re dixwazin, ku ew bi rastî bişên di wê çarçewa zanistî civakî de, xebateke hêja û pêşketî bikin, û Êzdiyatiyê weku kevintirîn û resentirîn ola Kurdan biparêzin û lê xwedî derkevin.
KOMELA KANIYA SIPÎ YA REWŞENBÎRÎ Û CIVAKÎ
30.05.2006 an Elmanya bielefeld
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |