|
Ez piştgiriya berxedana dikim û êrîşên dewleta tirk şermezar dikim ! Kemal Tolan
Ez weke welatparêzekî Kurd û neferekî endamê civata Êzdiyan dibêjim, wexta kesek ji xwe re dibêje ez welatparêz, rewşenbîr, zane, nivîskar, rêvebir û hwd.ê, berpirsyarê rêxistin, mal, komel û dezgeheke me Kurd û Êzdiya me, divê ev kes zêdetir ji çande û zimanê netewa xwe re xwedî derkeve. Pêwîste ev rêvebir û endamên dezgehên me di bername û karên xwe de timî pêşengî û piştevaniya rast bi gelê xwe re bikin. Dema ew berjivendiyên şexsiyeta xwe bidine pêş, hingê ew barê me merivên ku heta vêga bizahmetî dîn, ziman û çande Kurden resen parastin e û yên ku hêjî dixwazin bidilxweşî biparêzin girantir dikin. Her weha hêvîdar im ku rêvebirên ”Hevkariya Malên Êzîdiyên Almanya”, Bingehê Laliş/Duhok, hemû mal , komel, kovar û xwediyên malperên me Êzdiyan jî karibin tevî rizgarîxwazen Kurdîstanê van erîşên dewleta tirk ku hêjî bi hovane tîne serê gelê me yê bêçek û sivîl şermezar bikin. Dema em bi hevre piştgirtiya hewildanên parastin û nûjiyankirina kevneşopên Kurdên resen bikin, wê hingê Êzdiyatiya me jî mezintir bive
Ez weke welatparêzekî Kurd û neferekî endamê civata Êzdiyan, piştgiriya serhildanên li bakurê Kurdîstanê û berxwedana xuşk û birayên xwe ye Kurd dikim.
Dibêjim bila rahma Xwedê li ser şehîdan be û êşa hemû malbatên şehîdan pare ve dikim.
Kemal Tolan
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |