Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

Agehdarî û hêvî

Mamosta Kemal Tolan

Kemal Tolan
Kemal_Tolan@web.de

 

Hêjayan rêvebirên  desteya Bingeha Lalish yên bilind, rewþebîrî û civakî !

 

Dema min  agehdariya vekirina malpera we ye elektronîk (www.lalishduhok.org) di malpera (www.kaniya-sipi.de) xwand gelekî dil xweshbum. Lê gava min malper vekir û min nivîsên bi zimanê  Kurdî yên elfabeya latînî hatine nivîsandin tê de nedîtin, pir jî xemgîn bum.

 

 

Birêzan, heta niha min ji gelek forum, mal, komel, malper, kovar û rojnamên me Êzdiyan ev hêvî kiriye

û ez vê hêviyê ji we jî dikim:

 

 

Xushk û birayên hêja !

 

 Li goriya dîtina min, eger em bi rastî dixwazin Êzdiyatiyê nas bikin û dîroka ola Êzdiyatiyê bash bidine naskirin, divê em Êzîdiyên li hemû deverên cîhanê û di Kurdîstanê de yekîtiya zimanê xwe yê  nivîsandinê jî weke  yê axaftinê(ku em tev bi devkî ji hevûdinê fahm dikin) biparêzin. Divê em Êzdî jî karibin weke her xelqî bi zimanê xwe û bi yek elfabe yeke Kurdî (ya bi tîpên latînî,) di malper, kovar û rojnamên xwe de zêdetir bi nivisînin û bixwînen.

 

Ji xwe heta em van valeyî û kêmasiyên xwe nasnekin,  em nikaribin rê û rêsmên xwe bi hevre di tifaqeke rast de tomar û saxbikin, dê serê me yê di rêya Êzîdiyatiyê de hêjî nizmtir bive.
 
Ji bo vê armancê disa ji we hêjayan jî lave dikim, ku hûn ji virûpêde  gelek agehdarî û nûçên xwe bi ziman û elfabe Kurdî(tîpên latînî) ji biweshinin.

 

Bila ev nûkirina we li ser xêrê be !

Ez ji Xwedê û Tawisî-Melek hêvî dikim ku hûn di saxî û armancên we de her serkevtî bin.

 

Silav û rêzgirtin

 

Kemal Tolan

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis