|
Vegere
 |
N A S A N D I N A K E V N E Ş O P Ê N
Ê Z D Î Y A T Î Y Ê
K E MAL TOLAN
Weşanên Pêrî
ISBN 975 - 9010 - 55 - 0
Ebat: Ebat: 21x19,5
Rupel: 440
Kaxiz ; Enzo
Berg; 300 gram kuşeya biriqî
Buha: 22 YTL
Adres: Söğütlüçeşme Cad. Pavlonya sok. Nuhoğlu Apt. No: 10/19
Kadıköy / İSTANBUL
Tel-Fax: 0 216. 347 26 44 , GSM: 0533 488 01 12
e-Mail: periyayinlari@yahoo.com.tr
e-Mail:
peri_kitab@mynet.com |
Xwandevanên hêja!
Gava ku miletek
bixwaze çanda xwe baş nasbike û wê bişopîne, divê berî her tiştî mirov
ji dîrok û kevneşop (sed û hed, urf û adet, rê û resm) ên bav û kalên
xwe yên weke parastin û pêşvebirina bawerîya, îd, cejn, dawet, çebûn,
kirasguhrîn (mirin), serxwebûn, serkeftin û whd. ê re xwedî derkeve.
Em dibînin hemû milet bi xêra urf û adetan, hezkirin, hevgirtin û
naskirina kultura xwe mezin dibe. Bi dîtina min, kevneşop weke kakilê
çanda kevn û nû ye.
Gelek xwandevan
jî dizanin ku di Kurdîstanê de jîyana me Êzîdî yan, ji jîyana gel û
olên dinê pir cûda bû. Piranîya dîroknasên di nava desthilatdarîya
dagirkerên welatê me de rewş û dîroka me bi hemda xwe nerast û ne
objektiv dane xwîyayî. Neheqî û bêbextîya gelek dîroknasan ewe ku ewan
di berhem, dokument û şîroveyên xwe de li gorîya berjivendî û nêrînên
hukumdaran bahsa dîrok û kevneşopên me Êzîdîyan kirine.
Ji xwe ji ber van
çewtîyên dîrokê ye hîna jî "qanûnên" dewletên dagirker û bawerîyên
nijadperestan bi hevre nahêlin ku şopa netewe û çanda (kevneşopên) me
Kurden resen bêne xwedîkirin.
Wekî dinê em
dizaninku bav û kalên me Êzîdîyan ji ber destê zilm û zora padîşah,
sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme, nijadperest, paşverû û
berpirsyarên hemû baylozxanên dewletên metîngehkar nikarîbûye xwe di
nava herêm û welatê xwe de azad bidine nasandin an jî bi der û dora
xwe re bikevine nava pêywendîyên fireh. Ji xwe ji ber wan kêmasî û
neheqîyên di dîroka me de, gelek cûdatî û nezanî jî ketîye nava
kultura me Kurd û Êzîdîyan. Ez bawer im êdî, kes ji me jî hew dikare
temamîya mahne û giringîya kevneşopên Kurdên resen û haveynê
mirovatîya li Mezopotamîyayê bînine ser ziman.
Bi dîtina min
weke ku di gelek qewl û duayên me de jî tê gotin "Însan ji nûra Xwedê
çêbûye" û qewlbêj-ilimdarên me dibêjin "ola Êzîdîyatîyê oleke
semavîye" û bawerdikim ku, bawerîya me vêga hîna jî gelek girêdanên di
navbera Xwedanên esmanî û xwezayî (tabîatê) nê de rast dîyar dikin.
Her weha dibêjim tû beşerî Êzîdîyatî ne afirandîye, bawerîya hebûna
bûhuşt û dojê di Êzîdîyatîya dema berî Şêx Adî de tûne bûye, lewmaye
ku Êzdî hîna jî dibêjin"ruhê însan namire", ji xeynî çend mişêwrên
xwedî ocaxa pêve wekî dinê tû kitabên me ye ku muqades bin tûne ne û
kesek nikare bibêje ka ola Êzdî yatîyê kengî hatîye afirandin an jî
hew dikare tevaya kevneşopên Êzdî yatîyê şîrove bike.
Divê em Êzdî van
bingeh û rastîyên mîtolojîya xwe qebûlbikin û ji bîra nekin. Dujminê
me yê nijadperest û gelek oldarên paşwerû îro hîna jî hebûna ola me
nasnakin, mezel (gor)ên mirîyên me didine vekirin û hîna jî
agehdarîyên çewt li ser kevneşopên dînê Kurda yê herî kevn ku Êzdîyatî
yê têne belakirin. Gelek ji me an jî dê û bavên me Êzdîyan hîna jî bi
xêra van kevneşopên kevn neteweyîya xwe diparêzin û geleka ji me bi
xêra hêjayên dînê Êzdî ev rumet, maf û îmkanên rûniştina li Ewrûpa yê
bi dest xistine. Gava bav û kalên me Êzdîyan ev wêje, mîtolojî,
foloklor û kevneşopên me Kurdan ne parastina, dê çande û wêja Kurdî jî
weha mezin ne mana. Kevneşop û zargotina me Êzdîyan hîna jî di xizmeta
xwedîkirin û pêşxistina çanda neteweyî de ne.
Lewma dibêjim, ne
raste ku em timî dîroknas, ilimdar, oldar, dê û bavên xwe seba
kêmasîyên ku ketine nav dîroka me sucdar bikin. Bi dîtina min, îro ji
me jî gelek tişt têne xwastin û divê em ji her demê bêtir alîkarîyê bi
rêxistin û tifaqên di nava civak û neteweya xwe de bikin. Tiştê di vî
warî de bikeve ser milên min, ezê jî weke gelek nivîskar û
lêkolînvanên Êzdîyan li gorî Êzdî nasîn, nêrîn, zanîn û îmakanên xwe
timî li ser wê derya bîr û bawerên (kevneşopên) me Êzdîyan û li ser
kevnarîya dîrok, ziman û wêjeya Kurdî binivsînim. Ez jî ji xwe re
dibêjim ev karê min ji bo nasîn û pêşvebirina wê derya kevneşopên me
ye Kurdî erkekî gelekî piçûke. Ji xwe gelek ji we xwandevanên hêja jî
min nasdikin û dizanin ku min Êzdîyatî nasîna xwe tev ne ji ber
bawerîya civak û malbata xwe naskirîye. Ez bi xwe ji malbateke mirîdam
e û ne oldarekî ilimdar im. Veca, ji ber van kêmasîyên heyî, lêkolînên
ku niha têne belavkirin jî bê kêmasîyê çê nabin. Ji xwe hûn dizanin
gelek ji van lêkolîn û nêrînen ku min di vê pirtûkê de komkirine ne
yên min in û axleb ji wan jî di kovar, rojname û malperên cur be cur
de hatine weşandin. Heta ji min hatîye min cîh, xwedîyê nivîs, nêrîn û
lêkolînan kifşkirine. Min ji ber bawerîya xwe û kevnarîya dîroka ola
me ne xwast wan kêmasîyên di gotin û nivîsa qewlan de hene li gorîya
zanîna xwe bi tenê serrerast bikim. Wekî dinê, eger hinek kêmasî
ketibine nava şîrove, nêrîn û zanînan, ev ne bi hemda min in û ez ji
niha ve lêborîna xwe ji we her kesî dixwazim.
Kemal Tolan
Çavkanî:
http://www.pen-kurd.org/
Jor
|