|
Vegere
KEREMKIN HÛN JÎ ALÎKARIYA PARASTIN Û NASANDINA DEWLEMENDIYA KEVNEŞOPÊN
ÊZDIYATIYÊ BIKIN !
Xwandevan û
berpirsyarên hêja!
Ez bawerim we jî
weke min di gelek ciyan de dibihîstiye û vêga hêjî bihezarê caran di
gelek ciyan de dixwînin ku hinek kesên berpirsyarên mediyayê, pispor,
zane, ilimdar, lêkolînvan û ramanvanên me Kurd û xerîban gazina ji me
Êzdiyan dikin û dibêjin; “Di
çapemeniya Kurd û cîhanê de agahdariyên li ser Êzdiyan pir kêmin,
Rêber û
Oldarên Êzdiyan naxwazin agehdarî û nasandinên li ser dînê wan bêne
nivîsandin. Êzdî piraniya îbadeta xwe ye dînî didilê xwe de diken.
Êzdî li nava kesên ne ji dînê wan be de duhayên xwe nakin.
Di nava netewa
Kurdan de, civaka Êzdiyan ya herî paş de maye.
Êzdî amiliya xwe
bi kesên ne ji dînê wan be naynin, nahêlin bawermendên Êzdî jî
bixwînin, binivisînin û hwd. nizanim çê û ne çê ? ”
Bi dîtina min,
ji xwe piraniya dînê dewletên desthilatdar, çi yên berê û yên vêga
hêjî hene, bi şerê çekdarî û bi zorê hatine damezirandin û pejirandin.
Hukumetên serdest, dagirker û nijadperest timî dîrok li goriya
berjivendiyên xwe dane nivîsandin. Evan bihemda xwe nehîştine ku
bargiranî,
kêmasî û neheqiyên di dîroka me Kurdên resen de hene zelal bêne xwanê
û şîrovekirin. Ji ber zilm, fetwa û fermanên dînê kes û hukumetên
desthilatdar piraniya
„pirtûkên dîrokê“ jî ne rast hatine û têne nivîsandin.
Dîsa ji ber wan e ku ev cûdatî û nezanî jî ketine nava oldar û kultura
me Êzdî/Kurdan û piraniya
xeleqên şopa dîroka jiyan û baweriya bav-kalên me Êzdiyan ya demên
berê jî ji aliyê xerîb/biyanî, nijadperest û serdestên ku cîh-warên me
bi darê zorê dagirkirine ve hatine tûnekirin.
Vêca, ez timî ji
xwe ra dibêjim, ne raste ku em hima dîroknas, ilimdar, oldar, dê û
bavên xwe seba van kêmasîyên ku ketine nav dîroka me sucdar bikin. Îro
ji me jî gelek erk têne xwastin û divê em ji her demê bêtir alîkarîyê
bi rêxistin û tifaqên di nava civak û neteweya xwe de bikin. Êdî
derfet hene ku em bikaribin vî ilmê Êzdiyatiya ku ji ber heftê û dû
fermanan xilazbunye zelal şîrove bikin û bi tifaqî bidine naskirin ku
rastiya Êzdiyatiya resen ji ber gelek zilm, zor, û berjiwendiyên
desthilatdaran berovajî bûne. Çaxê em Êzdiyatiyê vêga li goriya ilim û
zanîna pêşerojê li ber dilên ciwanên xwe şêrîn nekin, emê nikaribin
piştgiriya nebiyên xwe jî bi hesanî bigrin.
Hinek
kesên ji
we birêzan ku min nasdikin ew dizanin, ji
bo ku ez karibim hinek ji van kêmasî û valiyên di nava dîrok, kultur,
siyaset û edebiyata me Kurdan de dagrim,
min jî weke hinek
berpirsyarên mediyayê,
pispor, zane,
ilimdar, lêkolînvan, nivîskar, rewşenbîr û ramanvanên me Kurd û
xerîban li goriya zanîn û derfetên xwe heta vêga
gelek lêkolîn,
gotar û nêrîn li ser hebûn, tûnebûn, hejmar, rewş, zilm û zora
bav-kalên me Kurden resen di gelek dezgeh, rojname, kovar û malperên
me Kurdan de nivîsnadine. Ji vir û pêde jî, tiştê di vî warî de bikeve
ser milên min, ezê li ser vê derya bîr û bawerên (kevneşopên) me
Êzdîyan û li ser kevnarîya dîrok, ziman û wêjeya Kurdî binivsînim.
Niha jî,
min ji bo
dewlemendiya arşîva çanda Kurdî ya resen gelek
nêrîn û dokumentên
nasandina
kevneşopên bingehên ola Êzdahiyatiyê (yên weke:
ferzên Êzdiyatiuyê,
baweriya bi Xweda yê bê şirîk, her
heft melyaketên qedîm, sema yê, afirandina her heft tebeqên erd û
esman, Tawisê, Berat, afirandina qalibê Adem, Hawa û Şahîdê bin Cer,
melek- horî , cinên bi surên xwe bune Xwedanê xwezayiyê û ketine
kirasê giyander, xas û qelenderan, ne mirina giyan(ruh)ê, Êzdî îmana
xwe ji qewl, ilm , duha û hemû şîretên melek, horî, cin, giyander, xas
û qelenderên Xwedê nasdikin, ji bo giyana meriv paqij bive, timî
îbadet bike û rojî bigre, pîroziya parastina parêsgeh(ziyaret), qub û
gelk nîşanên xwezayiyê cihê melk, horî, cin, giyander, xas û
qelenderên Xwedê nasbike û hwd.ê)
di vê pirtûka xwe(binêrin li wêneyê di pêvakê de jî ) ya bi
navê “NASANDINA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ“ de tomar kirine.
Ev pirtûka
“NASANDINA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ “ 430 rûpel e û ji aliyê Weşanên PÊRÎ
( ISBN 975 -
9010 - 55 – 0 ) ve hatiye weşandin.
Rêzdaran, hûn
dizanin ji ber van kêmasîyên ku hene, ev lêkolînên niha têne
belavkirin jî bê kêmasî çê nabin. Wekî dinê jî hinek ji van lêkolîn û
nêrînen ku min di vê pirtûkê de komkirine ne yên min in û gelek ji wan
jî di kovar, rojname û malperên cur be cur de hatine weşandin. Tiştê
ji min hatîye min cîh, xwedîyê nivîs, nêrîn û lêkolînan kifşkirine. Li
aliyê dinê, min ji ber bawerîya xwe û kevnarîya dîroka ola Êzdayetiyê
ne xwast wan kêmasîyên di gotin û nivîsa qewlan de hene li gorîya
zanîna xwe bi tenê serrerast bikim.
Hêvîdarim ku hûn
xwandevan û berpirsyarên
dezgeh,rojname,
kovar, mal, komel û malperên me Kurdan
jî bikaribin ji
bo parastin, nasandin û frotana vê kitêbê alîkariyê bidine min û dema
we hêjayan ev
pirtûka “NASANDINA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ“ xwand, hûn gelek feyda jê
bivînin.
Bi dîtina min, ev
karê min ji bo nasîn û pêşvebirina wê derya kevneşopên me ye Kurdî
erkekî gelekî piçûke. Ji Xwedê gelekî lava dikim, ku
min bi vî karê
xwe tû kesek ne êşandi be, ew çavkaniyên ku min pishtgirî ji wan
girtine şêlû nekiribin û
ev berhema min bi
bi kêrî dewlemendiya çande û nasandina me Kurdên resen bê.
Li gel rêz û
silavên kurdewarî
Kemal Tolan
Hûn dikaren pirtûkê weha û ji van navnîşanan bixwaz(peydabik)in
Navnîşan û mercên xwastina ji bo nava bakurê Kurdîstanê
û Tirkiyê :
Weşanên Pêrî:
Söğütlüçeşme
Cad.
Pavlonya sok. Nuhoğlu Apt. No: 10/19 Kadıköy / İSTANBUL
Tel-Fax: 0 216. 347 26 44 , GSM: 0533 488 01 12
E-Mail:
periyayinlari@yahoo.com.tr
E-Mail:
peri_kitab@mynet.com
Navnîşan û mercên xwastina ji bo derveyî welat:
http://www.seran-music.info
û
Kemal_Tolan@web.de
Gava hûn mesrefê kirîna kitêbekê 16:00 Euro (12:00
buhayê kitêbê tevî(+) 04:00 Euro mesrefê postê) li ser vî hêjmara
kontoyê min:
Xwediyê konto:
Kemal
Tolan
Navê Banqê:
Oldenburgische
Landesbank (Olb)
Hêjmar numara konto:
120 15558
04
Kotnûmera Bankê (BLZ):
280 200 50
razînin û navnîşana xwe ya postê ji min ra bişînin, ezê
kitêb/ên we ji we ra bişînim.
Eger hûn gelek hêjmaran di derbekê de bixwazin, ez dikarim di buhayê
kitêbê de alîkariyê bidime mal anjî komela we hêjayan.
Silav û hurmet
Kemal Tolan
Têbînî:
Kesên li nava bakurê Kurdîstanê û Tirkiyê
dikarin kitêbê niha ji navnîşana weşanên Perî bigrin û yên li derveyî
welat divê hinekî dinê jî sebirbikin . Ji ber ku tevaya kitêban hîna
ne gehîştine ber destên min.
Jor
|