Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

 

AVDARNAME

Kendal Remo

 

Rê bi rê di çû

Bost bi bost,

qûnax dihejmartin,

azariyên mêjoyî,

di kêleka demê de dipîvan,

û çemê vînê bê perwa diherikî

hêsan e ?

zor e ?

derbas dibe,

radiwest e,

diherike,

dikeve,

radibe,

li qûnaxeka biyan

sist dibû

guşguş nema bû

bi şînê dest pê dikir

bi serbilindî derbas dikir

bi lîlandin dawî dikir

çem ji qûnaxê pirsî

tu kîyî ?

keserek kişand û got

ez im maka xemgîniyê

ez im ala serkeftinê

ez im bûka şahiyê

ez AVDAR im

xatûna mehan im

Hembêzkera kurdan im

Ez im AVDAR, AVDAR a Kurdistan im

hêlîna kul û xema nim

di diryana ceyografîya nedostan de,

ji van bê gunehan re

ez xweş şahî û doz im.

 

 

---------------      

 

 

Di 18 ê Avdar ê 2005

 

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis