|
Vegere
Serdana Rêvebirê
Enstîtuya Rojhilatmasiyê li zanîngeha Gutînginê
Kurdisch Heritage
Institute

Li ser
vexwendina Enstîtuya Kelepora Kurdî, rojhilatnasê bi nav û deng û
rêveberê Enstîtuya Rojhilatnasiyê li Zanîngeha Gutinginê li
Elmanyayê Prof. Philip G. Kreyenbroek û dîroknas Doktor Xelîl Cindî
Reşow çend rojan serdana Kurdistanê kir û bûn mêvanê enstîtuyê.
Armanca vexwendina
wan pispor û şarezayan ew bû ku her du sazî hevkariyê bikin bi taybetî
li ser dîn û mezhebên kevn yên kurdan û her weha ji boperwerdekirin û
rahênana kadroyan.
Her
du alî gihîşt wê baweriyê ku bi projeyeke akademîk li zanîngehên
Kurdistan û Gutingunê xwendina bilind li ser dîrok û tevgera civakî ya
raborî ya kurdan bê kirin. Ji bo bicihanîna vê yekê Enstîtuya Kelepora
Kurdî bi amadekirina materyalan û kultura zarekî ji bo çend projeyên
taybet dê alîkariya Enstîtuya Rojhilatnasiyê li Elmanyayê bike. Di pêş
de dê naveroka peymanê û hevkariya zanistî bê ragihandin ku ji bo van
projeyên taybet hatiye girêdan.


Çavkanî:
Instîtuta Kelepûrê Kurdî/Herêma Kurdistana Îraqê
Jor
|