|
Kombenda Kawa konferansa xwe ya salane li dar dixe
Di bin durişma " ber bi pêşxistina çanda neteweyî li Rojavayê kurdistanê " , û di bin çavdêriya berêz Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta kurdistanê , komebnda kawa bo çanda kurdî konfernsa xwe ya salane li Hewlêrê paytexta herêma kurdistanê girêda û wê hafteyekê dirêj bike û gelek semînar û çalakiyên hunerî û rewşenbîrî ên taybet bi rojavayê kurdistanê dê bêne pêşkêşkirin. Gotar û gotin ji aliyê van berêzan hatine xwendin :
Berêz Dr.Mihmed Xoşnav – wî jî rola kombenda Kawa berz nirxand û çalakiyên wê li herêma kurdistanê , û da xuya kirin amadebûna zankoyê bo alîkariyê .
Berêz Şêrîn Amêdî –seroka yekîtiya afirtên kurdistanê komenda kawa silav kir û rola wê di pêşxistin û bihêz kirina jiyana çandî li rojavayê kurdistanê diyarkir
Hisên Yezdan Bene sikrtêrê yekîtiya şoreşgeran li kurdistana Îranê - û hindek ji niwênerên partiyên kurd li kurdistana Sûriyê û komeke mamoste û xwendevanên kurdên Sûrî yên ku li zanîngehên Herêma Kurdistanê de di xwînin
Di dawiya şahiya destpêkirina konferansê de , " Encûmena Rawêjkaran bo Kombenda Kawa " û hejmara wan 60 kes bû ji elîta rewşenbîran li kurdsitana Îraqê, hate ilan kirin .
Hejayê gotinê ye ku şahiya destpêkirinê û bi rengekî zindî hatibû neqil kirin ji aliyê Zagros tv û KTV , tevî ku El-Cezîrê û Iştar û Îraqiyê û kurdsat û rohelat û El-hure li ciyê konferansê amade bûn .
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |