|
Vegere
Serokê Kurdistanê ji VOA re got: Avakirina dewleta kurdî ya serbixwe
ne xewne û mafê miletê kurde
Kurdistan TV

KTV-Li ser pêşveçûnên îro
yên meydana Îraqê û setratejîka nû ya Emrîkayê , ji bo çareserkirina
rewşa niha ya Îraqê , nûçegihanê “VOA” yê pişka Farisî li gel birêz
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê ev rapor amadekir
Birêz Mesûd Barzanî Serokê
Kurdistanê di hevpeyvîneka ligel pişka farisî ya televizyona Dengê
Emerîkayê (VOA) de got: "Tirkiye û Îran, ji ber ku li wan welatan
hejmareka zêde ya kurdan heye, difikirin ku başûrê Kurdistanê xeterek
e li ser wan û got ger her kîjan ji wan welatan bi çi awayî be bila
bibe êrişî Kurdistanê bikin kurd dê bersiva wan welatan bidin".
serok Barzanî got :Avakirina
dewleta kurdî ya serbixwe jî ne xewn e û mafê miletê kurd e.
swerokê Kurdistanê herweha
dupat kir ku Kerkûk bajarek Kurdistanî ye û setratejêka me jî ewe ku
maddeyê 140 ê bihê cîbcî kirin û got me divê Kerkûk ê bikîn bajarek
nimûneyî ji bo bi hevre jiyana girup û taîfeyên cuda yên netewî û olî
, bi rengekî ku ti hestiyariyek di nav bera Kurd û Ereb û Turkmen û
Aşûriyan de nêehê dîtin
Serok Barzanî got li ser
meseleya çekên nûkleer Kurdistan nabe terefek di şerê di nêvbera
Emerîkayê û Îranê de û got lê belê ger Îran û Emerîka şerê hev bikin
Iraq dê bibe meydana şerê wan welatan.
serok Barzanî got: Ne tenê
Komara Îslamî ya Îranê midaxele dike, belkî hemû welatên herêmê destê
xwe dixin nav karûbarên Iraqê . Iraq bûye meydana nakokiyên welatên
xurt yên herêmê ji ber ew welat ji kaosa Iraqê faydeyê dibînin.
Serokê Kurdistanê Mesûd
Barzanî herweha got: Welatên cîranên Iraqê wisa dihesibînin ku ger
demokrasî li Iraqê bi ser keve dê bandora wê li wan jî bibe û ji ber
hindê ew welat dixwazin ku Emerîka zû ji Iraqê derkeve.
Lê belê sewrokê Kudistanê
got ew pozîtîv li zêdekirina eskerên Emerîkayê li Iraqê dinêre û got
leşkerên nû dê alîkariya ewlehiya Iraqê bikin".
Di derbarê dewletên cîran û
tirsa wan ji başûrê Kurdistanê jî serok Barzanî got"Komara Îslamî ya
Îranê û Tirkiye ku hejmareka zêde ya kurdan lê heye bi awayekê pir
hesas li rewşa kurdên Iraqê temaşa dikin. Ez hêvî dikim ko Komara
Îslamî ya Îranê û Tirkiye bi ti awayî nebin tehdîdek li ser herêma
Kurdistanê. Em dixwazin digel herdu welatan jî dost bin lê belê heger
her kîjan ji wan bi her şêweyekî êrişî me bikin em dê bersiva wan
bidin".
Di heqê xewna avakirina
dewleta kurdî ya serbixwe de jî serok Barzanî got: "Ew ne xewnek e, ew
realîteyek e û miletê kurd mafê xwe heye ko welatekê wî hebe û
baweriya min bi diyalog û rêyên çareserkirinê yên aştiyane heye. Lê
belê di rewşa îro ya Iraqê de sîstema federalîzmê minasibtir e".
Jêder:
Kurdistan TV
Jor
|