Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Home

Komel

Nûçe 

Êzîdiyatî

Wêje

Gotinên Pêşiyan

Weşanên Nuh

Mûzîk 

Wêne

Links

Erşîf

Deftera Mêvanan

Forum

Peywendî

Mal û Komelên Êzidiyan

Quncika Azad

Arîkariya me bikin   >>>>

Add us to Start Page >>>

Kocka Kaniya Sipî >>>>

Add us to Favorite    >>>

 

Vegere

 

Emerîka û Kurdnas dixwazin rejîma Sûriyeyê hilweşînin û Yekîtiya Ewropayê dixwaze statûkoya heyî biparêze

 

 

Nûşeng Haco, Ciwan Heqî, Şêrgoh 'Abas

 

 

 

BRÛKSEL, 13/1 2007 — Li ser vexwendina Yekîtiya Ewropayê, Encûmena Niştimaniya Kurdistanî - Sûriye 11-ê vê mehê li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê li Brûkselê beşdarî konferanseke berfereh ya li ser têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Sûriyeyê bû.

Di konferansê de gelek aliyên ji opozîsyona Sûriyeyê beşdar bûn û yek ji wan jî Kurdnas bû. Ji aliyê Kurdnasê ve serokê encûmenê Şerkoh Abbas, Tewfîq Hamdûş, Nuşeng Haco û Cuwan Heqî beşdarî konferansê bûn.

Heyeta Kurdnasê di konferansê de li ser zilma rejîma Baas sekinî û ji beşdarên konferansê re diyar kir ko zilma rejîma Baas her berdewam e. Rejîma Sûriyeyê berî çar salan soz da ko reforman bike lê belê niho em dibînin ko wê ti gav neavêtine û zordariya xwe zêdetir dike.

Di konferansê de nûnerên Yekîtiya Ewropayê behsa xurtkirina têkiliyên xwe digel Sûriyeyê kirin û wan got heger ew Sûriyeyê îzole bikin dê nekarin ti tesîrê lê bikin û Sûriye jî ber bi welatên wekî Tirkiye, Çîn û Erebaistana Siûdiyê ve diçe û ticareta Yekîtiya Ewropayê digel Sûriyeyê kêm dibe.

Serokê Kurdnasê Şêrko Ebasî ji amadekarên konferansê pirsî ka aya çima nûnerên resmî yên dewleta Sûriyeyê di vê konferansê de beşdar nebûne û got:

— Me dixwest ko hinek ji desthilata Sûriyeyê li vê derê amade bûna da ko me bizaniya ka ew çi difikirin. Gelo çima ew nehatine.

Şêrko Ebas ji Nefelê re dibêje li gor baweriya wî ewropî tenê tetefdarên parastina statûkoyê ne û dixwazin ticareta xwe digel desthilata Sûriyeyê zêde bikin. Şêrko Ebas dibêje li Emerîkayê daxwaza guhortina rejîma Sûriyeyê heye û heger kurd li Emerîkayê têkiliyên xwe xurt bikin ewropî dê mecbûrî kurdan bibin û pirtir qedrî bidin kurdan.

 

 

 

 

Çavkanî:: Nefel

 

 

 

 

 

 

Jor

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis