|
Vegere
Kurdên êzidî li Qavkasiya Başûr
Dîmîtrî Pîrbarî (Pîr Dîma)
(Bi kurtayî)
Çawa tê zanîn ji
çavkanîyên ermenîyan û gurcan, kurd zû va li herêma Qavkasîya Başûr
dîyar bûne. Li gora van çavkanîyan di sala 951-ê erdê Azerbeycanê û
Ermenistanê bin hukumdarîya malbata Şedadîyên kurd da bû. Erdê dewleta
Şedadîyan ji çemê Kurayê destpêdibû û dighîjte çemê Eresê. Bingeha vê
malbatê Mihemed Şedad îbin Qartû danî bû. Du bajarên sereke yê herêmê
- Gence û Divîn warê wan bû. Şaxek ji vê malbatê cuda bû û derbasî Anî
bû. (1)
Şedadîya gelek şerê giran cînarara kirîye. Malbata Bagratîyona ku
qiralên Gurcistanê bûn bidemdemî dijî Şedadîyan derdiketin.
Hevçerx û cînarên Şedadîyan yê ku deshilatdarên Azerbeycanê bûn esil
kurd bûn û binavê malbata Revandî tên nas kirin. Di sala 984-ê
Azerbeycan tevda bin destê kurdan da bû. Hê ji dema xelîfeyên Ebasîyan
yê pêşin Revadîyan hukumdarîya Tewrêzê dikir.Bilî vê di çavkanîyan da
heye, ku bapîrê Selahdînê Eyûbî ji bajarê Divînê koç kirîye û çûye bal
Zengîya li Mûsilê.
Hinek ji lêkolînvanan dibêjin ku kurd berî Şedadîyan û Revadîyan li
Qavkasîyê hebûn. Lêkolînvan û dîroknasê gurcan yê berbiçav Şota
Mêsxîya destnîşan dike ku kurd li Qavkasîya ne ji sedsalîya XVI dîyar
dikin çawa hinek ji zanîyarên gurca dinvîsin. Kurd hê ji salên 50-î yê
sedê X -ê vê herêmê da hebûn.
Ş. Mêsxîya binîyat û eslê malbata Zeherîyan lêkolîn dike û dibêje ku
Zeherî eslê xweda kurd bûn. Vê malbatê, bitaybetî du bira Îvo û Zahar
kurêt Sarkîs yê ku serokleşkerê (serdar) Gurcistanê bû di sedsalîya
XI-XII... (2, r. 236)
Çawa tê zanîn ev mal pêşda hatibû Ermenîstanê û xaçparestî pejirandibû.
Peyra Sarkîs diçe ber derê qiralê Gurcistanê Gîorgî III û xizmeta wî
ya leşkerî dike û dibe emîrspasalarê (serokleşker) Gurcistanê. Her du
kurê wî Îvanê (Îvo) û Zakarîya (Zahar) Mxargrdzêlî (bi zimanê gurcî
çepildirêj) jî bibûn serdarê leşkerê keça qiralê gurcan Gîorgî III ku
navê wê Tamara bû (Tamar mêpê). (3, 101)
Di sala 1270-1289 kursîya padşatiya Gurcistana rojhilat para Dêmêtrê
kurê Davîd VII ket. Ew temenê xweda biçûk bû û şîretkarê wî bi esil
kurd Sedûnê Mehkanabêrdî bû (bi gurcî Sadûn Mankabêrdêlî).
Hêjayî gotinêye, ku ji sedsaliya XVI piştî perçekirina Kurdistanê
hijmara kurda li Gurcistanê hêdîhêdî zêde dibe. Piştî şerê navbera
rûsa û farisa li sala 1804-1813 û 1826-1828, şerê rûsa û tirka li sala
1877 eşîretên kurda derbasî Gurcistanê û Ermenistanê dibin.
Nêzîkî sedsalîya XVIII kurdên êzidî jî li wan ciya tên kifşê, lê
jimara wan pir kêm bû. Beşek ji êzidîyan destpêka sedsalêya XIX hate
Qavkasîya û di destpêka sedê XX hê zêde dibin li Ermenistan û
Gurcistanê. (4, 175)
Hêjayî gotinêye, ku êzidî neçûn Azerbeycanê, sedemê vê ew bû ku ew
welatê îslamî bû. Pêwîste bê gotin ku jimareke mezin ji kurdê misilman
yê Azerbeycanê bêtir li gel azerîya zewicîn û nav wan da winda bûn.
Heta niha jî hemû dizanin ku malbata serokê Azerbeycanê yê niha Alîyêv
eslê xweda kurdin.
Gor rêûrismên êzidîyatiyê zewac xelkê biyanî ra qedexeye, ji ber vê
yekê kurdên êzidî karibûn xwe biparêzin di nav miletên Sovêta berê.
Derheqa hatina kurdan li Qavkasiya gelek berhem hatin nivîsandin, lê
bi hûrgilî li ser kurdên êzîdî
xebateke berfireh
nehatîye kirin. Di vê berhema meda em ser civaka êzidîyên Qavkasîya
radiwestin, hatin û akincîbûna wan, sîstema eşîretî.
Civaka eşîretî
Wek tê zanîn kurdên êzidî mîna kurdên din ji eşîran pêk tên. Xêncî
kurdan gelek milet li cîhanê hene ko ser êl û eşîra dabeş dibin. Ji
materîalên ku li ber destê me hene em dikarin bêjin ko hene miletên
hevçerx kîjan jî berêda ji eşîran pêk nehatine. Bo nimûnê em dikarin
navê hineka ji wan bêjin: firans, îspan, îtalî, roman, înglîz, tirkên
osmanî, ûkraînî û gelek ê din. Lê di nav kêltan, qazaxan, moxolan,
tûngûsan, ereban, kurdan û pir miletên dî da sîstema eşîretî heye.
Hêjayî gotinêye ku eşîretî carna pir roleke pozîtîv dilîze di dîroka
miletan da. Sîstema eşîrtîyê nahêle ko elemêntên biyanî bikevne nav
milet, xwîn tevilhev bibe yan jî çawa kurd dibêjin: nabe ko xwîna
paqij şêlû bibe. Ji ber şêlûbûnê jî nijad berbi undabûnê diçe û pir
cara nav miletên din da dihele. Bo nimûnê: di sedsalya X-da vîkînga
êrîş birin ser Skotlanda, û ji ber vê ku sîstema eşîretîyê di nav
gelên skotlandî da hebû wan karîbû xwe biparêzin.
Dîrokzanê rûsan navdar û kifş Lêv Gûmîlêv di pirtûka xwe da dinvîse: “
Kurda karîbû ku nijada xwe ya resen ji farisa, greka, romanîya, ereba
û ji tirkên osman jî biparêzin”. (5, 193)
Hinek ji dîrokzanan jî roleke negatîv didne sîstema eşîretîyê û
dibêjin ku ew nîşana paşdamayînêye û bêtifaqîyê dike nav milet û
nahêle ku eşîr bibin neteweyek .
Gelê kurd heta niha jî sîstema êl- eşîrtîyê parastîye û vê demê gava
kurdên êzidî hev dibînin pêşda navê eşîrê hev dipirsin.
Derheqa eşîrên kurdan gelek hatîye nivîsandin, lê dîsa jî ewana heta
niha bi kokêva nehatine lêkolîn kirin. Lêkolîna dîroka eşîrên kurda û
etîmolojîya wan dikarin bersiva pirsên wisa bidin, çawa pirsa peyda
bûna gelê kurd.
Çawa hate gotin kurd ser eşîran tên dabeşkirin û eşîr jî ji alîyê xwe
da ser qebîla yan bereka belav dibin. Her eşîrek ji berek yan bavikên
hijmara mezin û biçûk pê dihat. Eşîrên kurda her yek navekî vê hebû û
gava jimara nifûsên wê zêde dibû ew ser eşîrên nûh dihate dabeş
kirin.Wisa eşîrên nû peyda dibûn.
Dema em navê eşîran lêkolîn dikin, em dibînin ku navê wan ji navê
bapîrekî tê yan jî navê cî-warê (toponîm) ew lê mabe.Gelek navê eşîrên
êzidîyan navê xwedanê şêx yan jî pîrê malbata wan tê.
Kurdzanê rûsî kifş V.Nîkîtîn eşîrên kurda ser du para dabeş dike: yê
daîmî û demkî.” Para eşîrê ya daîmî - kakilê wê - ew malbatin ku
pêwendîyên wan yê xizmtî û lêzimtî mala serokê eşîrêra heye. Para
demkî ji elemêntên nuhatî pêk tê, kîjan jî carna xwe dighînin eşîrekê,
carna jê diqetin û xwe ser eşîreke dinva girê didin.” (6,194-197)
Carna pir zehmete mirov berekê û eşîrê jihev bijbêre. Ji ber vê ku
cara malbat (berek) hev zêde dibe û dibe eşîr, lê jimara eşîrê kêm
dibe û bere bere wek berekê dimîne.Di nivîsarê kevnda em cara navê
eşîrên wisa dibînin ku navê wan hatiye undakirin.
Çawa tê zanîn di nav kurdanda peyvên wisa, çawa eşîr, êl, teyfe, qebîl,
berek, ber, bavik, deste, tîre dianîn ser zimên. Di nav kurdên êzidî
yê serhedê kîjan jî revîn Rûsîya Qeyserî (Ermenistan û Gurcistan)
gotina eşîr kêm dihate xebitandin. Ewan dewsa bêje a eşîr digot êl. Êl
ji qebîla û bereka pêk dihat, lê berek ji alîyê xwe da ser bavika
dabeşdibe. (7, 90-91)
Armanca vê berhema me ewe ku xwendevanê kurd bi kurtayî dîroka
êzidîyên serhedê ( Wanê, Îdirê, Bazîdê, Surmelîyê û Qersê) yê ku ji
ber zulm û fermana tirkan derbasî Qavkasîya bûn û li wir êwirîn bide
naskirin.
Sed mixabin, ku tirkan gelek car ferman bi destê kurdên misilman
dianîn serê êzidiyan . Digotin wan: «kî êzidîkî bikuje ewê here
biheştê». Îro em kurdên cîhanê ji dîroka xwe gelekî dikarin hînbin da
ku dîsa xeletiya nekin û bi vî terzî derûder û bê dewlet nemînin.
Ceng, ferman û reva êzidîyan
Erdên bakûrê Kurdistanê ku jêra dibêjin serhed bi erdê ermeniya va têt
girêdan û ermenî jêra dibêjin Ermenîstana Rojava (Arêvmityan Hayastan).
Berêda kurd û ermenî li rojava gola Wanê tevîhev mane û heta tirkan
erdên wan dagirnekir û ferman li wan ranekir li erdê serhedê gundê
êzidîya û ermenîya pir bûn. Berî ku em derbasî ser dîroka eşîrên
êzidîyên dora gola Wanê, Qersê, Îdirê û Bazîdê bin pêwîste em bejin ka
kengê ezidî hatine li van erda.
Hemû tişt ji dagirkirina Kurdistanê destpê dibe, çaxê ereban kurd bi
zorê dikirin misilman û bitaybetî xelîfeyên Ebasî ferman ser wan
radikir, piştî vê tirkan jî xêr nedianî serê kurdan. Bere bere hijmara
êzidîyan kêm dibû. Weqtê ferman li ser êzidîya radikirin êzidiyan
pêşberî dijmina bimêranî şer dikir, hinde mirov jî jin û zarokê xweva
koç dikirin û direvîyan. Dibêjin piranîya êzidîyan piştî fermana Mîr
Mihemedê Rewandûzî û şerê Şêx Mîrza hatin serhede.Herweha beşek ji
eşîrên êzidîyan ber bi bakûr ve çûn. Li bakûr êzidî wîlayeta Wanê qeza
Bêrgirî da, dora bajarê Îdirê qeza Surmelî, nêzîkî Bazîdê û dorberê
Qersê êwirî bûn. Çawa kifşe hinek mal ji eşîra xwe diqetiyan û li van
cîya kom dibûn piştî çi jî dibûn yek û eşîreke nû peyda dibû. Bi vî
terzî yekîtiya eşîra çê dibû. Wisa, sê federasîyonê eşîran çê bûn:
zuqurî, hesinî, sîpkanî. Heçî êzidîyên dora Qersê diman wanra digotin
êla sîpkan, kî li dora Îdirê bû wanra digotin êla hesinîyan û ezidîyên
qeza Bêrgirî (Wan) êla zuqurîyan bû. Berî ku ew êl pêk bihatan, li
Ebexê êzidî hebûn û serokê wan Mîr Çoban axa bû. Çawa kifşe êzidî hê
ji zemanê berê da li wir mane.
Heta hiha di arşîva dewleta Gurcistanêda nameyek ya salên 70-ê
sedsalîya XVIII-an heye. Ev name qiralê gurcan Îraklî II yê Mîrnişîna
Kartl - Kaxêtî bo Mîr Çoban axa nivîsî bû û bi wastea epîskoposê (keşîş)
aşûrîya Îsaya gihandibû wî. Padşa Îraklî II pêşnîyara xwe di namêda
diyar dike û dibêje, daku Çoban axayê êzidî li gel ermenîya û aşûrîya
pişta wî bigirn û bihevra dijberî osmanîyan bikin şer. (8,
20-22,48-49)
Çoban axa bersivê dide Qiralê gurcan û dibêje: «Em êzidîyên Mehmûdîne
û em hazirin bikin şer, her tenê kela Xoşabê gere para me keve».
Ji ber xaîntîya rûsa, qiralê gurca Îraklî nikarî bû nêt û meremê xwe
bîne sêrî. Rûsa soz dabûn ku piştgirîya wan bikin, lê nebûn xweyê sozê
xwe.
Serpêhatiya Çoban axa û êla wî
Dibêjin Çoban axa pêşda
şivan bû û navê wî rast Mîro bû. Rojekê siltanê Osmanîyan li gel wezîr
û wekîla serhedê ra derbasdibûn û wan bû bager. Konê Mîroyê êzidî
nêzîk bû û ewan bûn mêvanê wî. Mîro xwest pezekî mêvanara serjê bike
lê mêvana înkar kir û her tenê gurçikê pêz jê xwestin. Mîro metelmayî
bû û nizanibû çi bike, her tenê heft pezê wî hebûn. Mîro rabû û bê
deng her heft pezê xwe serjêkir, 14 gurçik qeland û danî ber mêvana.
Mêvana çavê hev nihêrî û ecêbmayî bûn ku şivanê belengaz her heft pez
serjêkir û qedrê wan girt. Siltan namek nivîsî, pêra çend zêr jî dane
Mîro û got: heger tu bikevî tengasîyê were bal min.
Rojeke kifş û nîşan zêrê Mîro kutadibin û ew berê xwe dide Stembolê.
Diçe ber derê koçikserê û name nîşanî qewazê ber derge dike û diçe
hundur. Siltan hukum dike da ku Mîro xelat kin û tût fermanê axatîyê
dide wî. Mîro dibe dewletîkî zor û dibe axayê êzidîyen nehîya Ebexê.
Piştî vê bûyerê jêra dibêjin Mîr Çoban (bi tirkî şivan) axa. Malbata
Çoban axa ra dîsa digotin Mala Kok axa û mala Axelera jî digotin.
Gotina gotîya Çoban axa merivekî zor û merd bû û misilmanên dorber saw
dikir lê xeberdin.
Dibêjin rojekî axayê eşîreke kurdên misilman çav berdide Zerîf xatûna
keça Emer axa ji mala Çoban axa. Axayê misilman tê bal Emer axa û wî
teklîf dike bo daweta kurê xwe. Roja dawetê Emer axa karê xwe dike û
borê xwe siwar dibe diçe şayê. Axa ber radibe û mêvanê xwe dide rex
xwe. Dizîka va axa gazî xulamê xwe dike û dibêjê da ku ew tizbîyê
axayê êzidîya ji berîka wî derxe û here dû keça wî. Xulam tizbî dizî û
ajot ber derê Emer axa. Gava Zerîf xatûn çav pê ket fem kir ku tiştek
qewimîye. Xulam tizbîyê bavê wê nîşanî wê kir û got ku Emer axa lê
şandîye da ku ew xwe bixemilîne û bê dawetê. Zerîf xatûnê lê bawer kir
û pêra çû. Gava gihîştin dawetê dengê zurnê û girmegirma defê dihat.
Qîz û xortên kurda govend girtibûn û direqisîn, Zerîf xatûn jî kete
govendê. Nişkêva Emer axa keça xwe dîlanêda nas dike û hêrsa wî radibe.
Ew fem dike ku misilmana qîza wî revand. Li ser vê yekê dibe şereke
dijwar. Emer axa qasidekî dişîne pey Xetîb axayê Mendikî û hewarîya
xwe êla zuqurîyan dadixe.
Xetîb axa serwêrê êla Zuqurîyan êzidîyên qeza Bêrgrîyê bû. Xetîb axa û
mirovê wî Çoloê Nêsir û birayê wî axiretê Pîr Qelenderê Pîrê Behrî li
gel siwarava diçin hewara Emer axa. Dema ew dighîjin Ebexê hê şer gur
bibû û gelek meriv hatibûn kuştin. Hîngê Emer axa êla xweva derbasî
Ermenistanê dibin û li nehîya Axbaranê quntara çiyayê Elegezê
dihêwirin.
Li Axbaranê gundên azerîya yê vala mabûn. Azerîya ji ber sir û serma
dijwar cihê xwe hişt bû û ji wir derketibûn. Êzidî van gundan da
êwirîn. Avhewa Axbaranê zivistana pir sare, cara hene salê wisa ku
nêzîkî 4-5 meha gund bin berfêda dimînin. Lê mehê havîna Axbaran bi
gul û sosina dixemile û êzidî pez-dewarê xwe dibin çiyaê Elegezê li
zozana. Li nehîya Axbaranê 12 gundê êzidîya hebûn (niha 11 mane û
nîvîda vala bûne). Navê van gundan bi tirkîne û êzdîya çend navê wan
guhartîye.
Pêşîya hemîya eşîra belan hatîye Axbaranê (despêka sedsalîya XIX)
peyra êla Çoban axa hat û dawîyê êzidîyen deverê din (Wan, Îdir, Qers)
jî serda zêde dibûn.
Êla hesinîyan
Êzidîyên ku dorberê
bajarê Îdirê û qeza Surmelîyê diman wan ra digotin hesinî. Pêşda
serwêrê wan navê wî Temir axa bû. Despêkêda hesinîya nêzîkî bajarê
Bazîdê diman û piştî ku welîyê Bazîdê Balûl paşa di sala 1820-1825
me’ne li wan digirt ku ew Îslamê qebûl kin, êzidî çûn çiyaê Sînekê
nêzîkî Îdirê.
Sala 1829 hesinî pêwendîyê xwe Rûsa ra çê dikin û li şerê ser
Qaqizmanê pişta rûsan digirn û dijî tirka şerdikin. Qumandarê rûsan
serwêrê êzidîyan Hesen axa xelat dike û êla hesinîya derbasî alîyê
rûsan dibe. Wê demê sînorê Rûsîya û Tirkîya Osmanî nêzîkî Îdirê
derbars dibû. Gundê êzidîya ketin ser erdê rûsa.
Hesen axa dostî û hevaltî li gel Hamid begê ji mala Kosa axayê kurdên
misilman dikir û zarokên wan tevîhev mezin dibûn. Navê kurê Hesen axa
Ûsiv beg bû lê navê kurê Hamid begê Kerem bû, her du jî bal ermenîya
li akademîya Gêvorkîyan da fêrî xwendinê bûn. (9, 17)
Di sala 1914 tirka êrîş bire ser gundê êzidîya û ermenîya û ew mecibûr
bûn gundê xwe bihêlin û birevin Ermenistanê. Di sala 1917 piştî şoreşa
Cotmehê Rûsîya Qeyserî hilweşîya û kes nema ku êzidîyan biparêze. Tirk
diketin gundê êzidiyan û ermenîya, jin û zarok dikuştin, malê wan
dişewitandin. Êzidî hatin û gundê Şamîranê avakirin li Ermenistanê û
li wir man.
Di sala 1918 Ermenistan bû dewleteke serbixwe û serwêrtîya wê Partîya
Daşnaktsûtûn dikir. Berpirsîyarê kurdan jî hukumeta wanda hebû. Ûsiv
begê Hesen axa endamê Perlamenta Ermenistana serbixwe bû. Serxwebûna û
azadiya Ermenistanê gelek weqt nedomand û sala 1920 Leşkerê Sor yê
bolşêvîkan Ermenîstan dagirkir û kirin yek ji Komarên Yekîtîya Sovyêtê.
Gundê êzidiyên hesinî li Îdirê (niha kurdên misilman têda
dijîn li Tirkîya )
Navê qebîlê êla hesinîya
evin: mûskan, memûdokan, selwanan, ûlkan, dodkan, mûrtemanan,
gêloyan, mexsûdan, remoşan, bûdan, bûvkan, tûjkan, qazanan, mamtacan,
reşan (memeşerîfan), dawidan, dasinan, beyndûran, divinan, belekeran,
torinan, şerqîyan, gelûtan û htd.
Eslanîyê gundê Hesen axa
Alîçalû
Zor
Qerextên
Gundê Şêxa
Basînek
Gundê Mexso
Sarîblax
Tawşîşan
Germaşiv
Demisxan
Xirbê sor
Gundê Kelo
Qûç
Xan
Qereqo
Qiznefer
Badilû
Dîbeklû
Bendemûrad
Taşkorpî
Tendûrek
Qerehoser
Zerîfxan
Dîmsiz
Dûzgêçî
Qazîqoplan
Ozmankoy
Heşarî
Êla zuqurîyan
Êzidiyên ku qeza Bêrgrîyê wîlayeta Wanê diman wanra digotin êla
zuqurîya. Ewan bi mêrxasiyê û egîtîyê kifş û navdar bûn. Dibêjin êzidî
ji herêmên din ji ber zulmê revîn û hatin vir kom bûn. mendika ji
Şengalê hatin, anqosa ji Dîyarbekirê, û her yek ji herêmekê hatîye.
Despekêda serwêrê êla zuqurîya malbata Simoyê Çeto ji qebîla reşan bû.
Rojekê welîyê Wanê Cewzet paşa gazî Simoyê Çeto û Pîr Hecî kurê Pîr
Şerefê Pîrê Behrî dike û dibêje wan ko pêwîste êzidî bibin misilman û
dînê heqîqetê qebûl bikin. Pîr Hecî gotina Cewzet paşa cîda înkar
dike, lê Simoyê Çeto çend roja weqt jê dixwaze. Cewzet paşayê tirk
hêrs dikeve û emir dike ku serê Pîr Hecî û çend mirîdê wî lêxin. Pîrê
êzidîyan pêşîya ku serê wî lêxin dike gazî: Hole Hole Siltan Êzîde!
Dibêjin Simoyê Çeto mirovekî zor û aqilmend bû, lê mixabin êzidîya
helwesta wî ya dîplomasî fem nekir û gava ev vegerîya, bi destê mirovê
xwe hate kujtin. Ewî dixwast êzidîya kom bike û dijî tirkan bike şer.
Nav zuqurîyanda mirovekî pir zengîn hebû navê wî Xetîb axa bû. Xetîb
axa tevî birayê xwe çû mala Cewzet paşa. Malxê malê ne malda bû, her
tenê jin û zarok bûn. Xetîb axa gazî kurê Cewzetê tirk kir û fîno(kum)
ji serê wî rakir, tijî zêr kir û gotê: «lawo here bide dayka xwe û
bêje ku pismamê wê hatîye». Jina Cewzet paşa kurmanc bû û gava lawkê
wê zêr da dayka xwe ew derket bal Xetîb axa. Axayê êzidîyan jina
welîyê Wanê ra peyîvî û ewê soz da, ku Cewzet paşa ji êzidîya vegere.
Bi vî terzî êzidîya xwe ji destê welîyê Wanê xilas kir.
Xetîb axa kurê Cangoyê Midûr bû û pênc birayê wî hebûn Ceto, Qubet,
Elî û Cilix û ewana li gundê Çibuxlîyê diman.
Jina Xetîb axa navê wê Gulê bû keça Babasîyê Reso bû ji gundê Ûtê,
jina din Hicret ji malbata Çoban axa bû.
Piştî mirina Xetîb axa serwêrtîya êla Zuqurîyan Cangîr axayê kurê wî
hilda destê xwe.
Hê xortanîya xweda Cangîr axa di nav ezidîyan da kifş û berbiçav bû.
Dorberê Zuqurîya gelek eşîrên kurdên misilman hebûn: takora, şewîya,
heydera, şemsika, celalîya û htd. Axayê eşîra şewîya ( 4000 mal) ku
navê wî Kamil beg rojeke xêr nedida serê êzidîyan. Çiqas car bû talanê
zuqurîya dibir. Rojekê ji rojan ew kete gundê Dêrcemedê û talanê
êzidîya bir. Cawab gihîşte Cangîr axa û ewî siwarava da dû Kamil begê
û talanê êzidîya vegerand.
Li ser vê bûyerê stranek jî hatibû afirandin.
Hay lo lo, de lo lolo, de lo lo........
Axao, şerekî me qewimîye Dêrcemeda şewitî wê kimkore,
Maqûlo qalekî me qewimîye Dêrcemeda şewitî wê kimkore,
Kafir Hirço bin bavê Bavoda nore nore.
Mêrê Xwedêva eyane şehde şûhdê bavê Bavo gelek hene,
Bavê Bavo zor Cangîr axa berî hezar heftsed mêrê şewî daye,
Derbaskirîye Kanîsarka şewitî ava şore.
Hay lo lo, de lo lolo,
de lo lo........
Axao, şerekî me qewimîye Dêrcemeda şewitî mal me wêda,
Qalekî me qewimîye Dêrcemeda şewitî mal me wêda,
Xulam û xizmetkara dêl bijûyê kafir Hirço hewşêda kin girêda.
Mêrê Xwedêva eyane şehde şûhdê bavê Bavo gelek hene,
Bavê Bavo zor Cangîr axa berî hezar heftsed mêrê şewî daye
Derbaskirîye Ûta şewitî her çar malê reşa têda.
Bavê Bavo de tu berdê,
Axayê êla de tu berdê,
Dizgîna kafir Hirço kin girêde bavê zendê,
Bavê Bavo şerek xweşkirîye ser talanê Dêrcemedê.
Hay lo lo, de lo lolo,
de lo lo........
Kamil begê got: axao, vê yekê meke,
Maqûlo vê yekê meke,
Tu xatirê Şemsê xweke,
Kamil begê sondek xwarîye sonda bi qesemê
Tu car qesta talanê êzidîya nake....
Pêşda siwarê Cangîr axa li gel siwarê kurdan Sedûn begê Şemsikî dostê
êzidîyan, endamên leşkerê hemîdîyê bûn.
Êzidîêyên Wanê çend kela jî ava kirine - Dergezîn, Kela Sipî, Kela Reş,
Al kele, Kuşkê şêxa. Ewan karê cotyarê û pez dewar xwedî dikirin.
Gundên êzidîya berê li
qeza Bêrgirî (niha Mûradîya devera Wanê li Tirkîyê)
Qebîlên êla Zuqurîyan:
mendikan, bûtkan, reşan, belekeran, divinan, dasinan (4 mal), reşkan,
mendesoran, korkitan, kurtikan, çuxreşan, mamreşan, anqosan (3 mal),
xaltan (2 mal), baravan, xanîyan, hewêrîyan (1 malek), selmikan.
1. Çibuxlî - gundê mendikan û korkitan, malek Şêx Menda hebû.
2. Yarimqa – gundê reşan mala Simoyê Çeto
3 Welîcan - gundê
mendikan û korkitan, malek Pîrê Bû, çend mal Pîrê Behrî.
4. Qelecix - gundê reşan.
5. Ûte - gundê reşan û mendesoran.
6. Dêrcemeda mezin - gundê baravan, malek Pîrê Bû.
7. Dêrcemeda biçûk - gundê baravan.
8. Kanîsark- gundê baravan (bavkê Şamîan).
9. Hacelî - gundê bûtkan û reşkan, çend mal Pîrê Behrî.
10. Seydîbeg - gundê mendesoran, du mal anqosî.
11. Şemsedîn - gundê belekeran û mendesoran, Pîrê Omerxala, Pîr Xanî,
Pîr Alî, Şêxûbekira.
12. Xoceqijlax - gundê Belekeran.
13. Mûçe - çuxreşan û kurdên misilman.
14. Becermaw - çuxreşan û kurdên misilman.
15. Şîvaker - çuxreşan û kurdên misilman.
16. Pişîkumbet - mamreşan, kurtikan û xanîyan.
17. Tirkêşan - mamreşan.
18. Hecîxalta - êzidî.
29. Enzel - êzidî û ermenî.
Hebûn gund ku hemû qebîl tevayî diman:
20. Angûzek
21. Anzav
22. Arçek
23. Axurek
24. Gondirme
25. Karsot
26. Noşar
27. Simtatoş
28. Çirax
39. Kuçuk key
Sala 1914-1916 êzidîya ev
gund hîştin û derbasî Ermenîstanê û Gurcistanê bûn.
Destpêka salên Şerê cîhanî yekem siwarê Cangîr axa teva çar axayê
kurdên misilman Serdar beg, Necîd beg, Osman axa û Hisên beg endamên
hemîdîyê derbasî alîyê rûsa bûn.
Hê serê serîda Cangîr axa dernediket dijî rûsa, lê çaxê leşkerê rûsan
hatin Wanê ewan alîkarîya rûsa dikir. Êzidîyên qeza Bêrgrî û Ava Reş
bi rêberîya Cangîr axê çûn herêma Qersê devera Çuxurê gundên kurdanda
Gîyadîn, Bizirxane, Babxan, Sîne, Omer beg, Pîrxala, Sarî begê da man.
(10, 91-93)
Piştî peymana Brêst-Lîtovê 3-ê meha adarê sala 1918-an erdên ku Rûsiya
ji tirka standibû paşda diket destê tirkan. Û niha tirka êrîş bir ser
penaberên êzidîyan û ermenîyan. Cangîr axa siwarê xweva nedihîşt ku
eskerê tirk nêzîkî penaberan be û dijî tirkan şerê dijwar dikir. Hêdî
hêdî êzidî derbasî Ermenîstanê bûn û ku jî êdî êzidî zûva êwirîbûn
gûbêrnîya (dever bi rûsî) Êrîvanê li ûyêzdên (qeza bi rûsî) Surmelîyê,
Şarûro-Deregêzê, Êçmîyadzînê, Alêksandropolê û Novobayazîdê. Piştî
hatina Ermenîstanê Cangîr axa 500 siwarîva nehîya Axbaranê û
Sardarabadê ji destê Romê derdixe û pişta roma reş dişkêne. Heta niha
jî ev du nehîya dikevin Ermenistanê. Mixabin ermenî naşêkirînin vê
qencîya êzidîyan ji bo wan kirî. Gelek jin û zarokên ermenîyan li
tewle û gomê ezidîyanda xwe vedişart daku ji destê tirkan nehatan
kuştin.
Êla sîpkan
Êla sîpkan ji qebîlên curbecur pêk tê. Nîvê wan berêda bûne misilman,
her tenê 7 qebîl ser ola êzidîtayê man. Sîpkên esilî evin: îsedizan,
ûtîyan, kilêran, sitûrkan, şemsikan, mixaîlan, çîlan. Bilî van hefta
gelek qebîl li gel wan mane û xwe ser wan hesab dikirin.
Serwêrtîya sîpkan destê Elî axayê Polat ji qebîla îsedizan da bû.
Navenda sîpkan gundê Dîgor bû. Ev malbateke kifş û eyan bû nav
êzidîyanda. Gava qewal li gel Tawisê digerîyan dibûn mevanê Elî axa.
Rojekî qewal hatin Qersê û neçûn mala Elî axa. Qewal pê hesîyan ku
birayê wî Egît axa jina wî rûse. Egît beg rûsa surgûn kiribû Sîbîrê.
Li wir jineke rûs terka mêrê xwe yê bûriyat dabû û Egît axa stand. Du
kur û qîz wanra bû. Navê kurekî danîn Fêrîk ( Fêdor), ew bû şoreşvanê
rûsan, ewî helbest û roman dinivîsî. Li ser navê wî gemî jî hebû -
Fêdor Lîtkîn. Lîtkîn paşnavê mêrê dayka wî bû. Egît axa çend sala
şûnda li gel zarokên xwe vedigere Qersê. Ev bûyer di romana “Hewarî”
ya Hecîyê Cindî de da pir baş nivîsare.
Di sala 1914-1918 bû şerê ermenîya û tirka, çend axayê kurdan jî pişta
tirkan girtibû. Yek ji wan Teyo begê dostê Elî axa bû. Rojekê Teyo
begê kurê xwe tesmîlî Elî axa kir ku ermenî wî nekujin lê Elî axa
nikaribû wî biparêze. Ermenîya kurê Teyo begê ji mala Elî axa derxist
û serjêkir.
Gava Teyo beg pê hesiya ew li gel tirkan hate şerê êzidîya li Axbaranê
û kurê Elî axa ber çavê wî kuşt. Vê demê Cangîr axa nêzîk bû û berî
Teyo begê û tirkan da. Wî çaxî gelek êzidî hatin qirkirin.
Hêjayî gotinêye ku ji sîpkanîyê gelek ronakbîrê navdar û berbiçav
derketin: Hecîyê Cindî, Cerdoyê Gênco, Emînê Evdal, Casimê Celîl û
hw.d.
Gundên êla sîpkan
li devera Qersê
Qebîlên êzidîyan ku
devera Qersê diman: îsedizan, ûtîyan, kilêran, sitûrkan, şemsikan,
mixaîlan, çîlan, mîrangan, korkitan, recevan, mûsêsanan, çuxreşan û
hw.d.
Ev gund bin destê
Elî axa da bûn.
1.Dîgor
2.Dîgora ermenîya
3.Kose Sogitlî
4.Silogirdo
5.Qereqela Baro
6.Şîrînku
7.Yemençaîr
9. Şatiroglî
10. Sîçan
11. Sûsiz
12. Hesencano
13. Taşnîka çuxreşan
14. Taşnîka misilmana
15. Qozilcî
16. Alem
17. Guzilce
18. Bacelî
19. Êngîku
20. Sorûxlî
21. Bazarcux
Nîvê van gundê jêrê bin destê Elî begê Mîrza axayê misilman da
bûn.
22. Qizilqul
23. Eleşgir
24. Emenkoyî
25. Esmer li nik Bazîdê
26. Gogermes
27. Dîyadîn li Bazîdê
28. Dutax li Bazîdê
29. Êgûgnêt
30. Ênîkey
31. Qerekend li Bazîdê
32. Qerekose
33. Qizildiz li Bazîdê
34. Eyla Sinco
35. Kitan
36. Qubik
37. Remequlî li Bazîdê
38. Serîbeg
39. Sêvik li Bazîdê
40.Tambat
41.Tûtek li Bazîdê
42. Ûlîkend
43. Xoxan li Bazîdê
Navê van gundan di kitêba K. Anqosî da jî hene. (12)
Niha kurdên misilman
tê dijîn.
Gundên kurdên
êzidî li Ermenistanê
(Gundê êzidîya li nehîya Axbaranê (Aparan), Oktombêriyanê,
Abovyanê, Araratê, Telînê û Eşterekê)
Heta avabûna Sovêtê
qewal ji Başik û Behzana li gel Tawisê dihatin Wanê, Îdirê, Qersê, û
piştî reva êzidîyan li Ermenistanê jî dihatin.
Mezina mera digot ku Qewal Xelîl, Qewal Reşo, Qewal Îliyas û Qewal
Hisên dihatin û diçûn. Em dizanin ku piştî avabûna Sovêtê di sala
1922-1923 rê hate dadanê û sînor navbera Sovêtê û Tirkîyê danîn, çend
qewal vî alî man û digirîyan ku nikaribûn vegerin malê xwe. Goristanê
wan li gundê Cercerîsê hene. Hebûna xwe û Tawis wana gundê Sengerê da
hiştibû.
Gundên êzidîyên Axbaranê (wanra dibêjin êla Axbaranê)
Ev gundê êzidîyan herî kevnin û tevda êzidî ne, her tenê tek tûka çend
ermenî têda hene.
Mîrek
Senger
Camûşvana biçûk
Elegez
Qurubxaz
Qundesaz
Çobangermez
Korbilax
Pamp
Poşt
Cercerîs
Gozelder (niha ev gund tineye)
Ev gundê deşta
Yêrêvanê ne, hinek ji van gunda ermenî jî tê dijîn
Erdeşer
Qamişlî
Melebedir
Ûzûnov
Qulîbeglî
Nazirvan
Şaûmiyan
Zvartnots
Eynelî
Eyalî
Kûrekend
Emo
Heko
Şamîran
Gelto
Qijla mara
Zirbe
Sabûnçî
Çatqiran
Tezegux
Aygêvan
Kalînîno
Proşyan
Gelek gundê din jî hene ku êzidî têda çend malin û ev lîsta gundan ne
temame. Malê êzidîya li şeher û bajarokên Ermenistanêda jî hene (Yêrêvan,
Gumrî, Armavîr, Eşterek, Êçmîadzîn, Abovîyan û htd.)
Kurdên êzidî li
Gurcistanê bi taybetî li paytextê wêda Tbîlîsê dijîn. Çend mal li
Batûmê, Têlavê, Ozûrgêtê, Rûstavê jî hene. Pêwîste bêjin ku êzidî
pêşda hatin Ermenistanê û peyra beşek derbasî Gurcistanê bû. Mirov û
lêzimê êzidîyên Gurcistanê hemû li Ermenistanê mane û rojê şîn û şaya
çûyîn û hatin navbera wanda heye.
Pêwîste bê gotin ku piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyêtê rewşa kurdan
ya sîyasî, aborî û civakî pir xirab bû. Her miletek bû xweyê serê xwe
û komarê wan bûn dewletê serbixwe. Lê kurd tenê her dera wek mêvana
bûn. Piranîya kurdan koç kir û çûn li dewletên Ewropa û bajarên Rûsîya
bê serî û bê binî. Hijmara kurdên êzidî pir kêm bûye li Ermenistan û
Gurcistanê.
Derheqa problêm û rewşa kurdên Qavkasîya û Rûsîya em di gotareke din
di weqtekî pir nêzîk da bi hûrgilî û berfireh bêjin xwendevanê hêja.
Eşîr û berekêd êzidîyan yê Sovêta berê
Anqosan
Aroqan
Axeleran (ev berek nîne, ev malbata Çoban axa ye û niha wek berekê
tê hesibandin)
Baravan
Belan
Belekeran
Beyndûran
Bûvkan
Bûdan
Bûtkan
Çîlan
Çuxreşan
Dawidan
Dasinan
Divinan
Dodkan
Gelûtan
Gerdenzeran
Gêloyan
Gûkasan
Hesinyan (navê êlêye û ji gelek qebîl û berekan pêk tê)
Hewêrîyan
Îsedizan
Kaşaxan
Kendalan
Kilêran
Korkitan
Kurtikan
Mamreşan
Mamtacan
Masekan
Mehemdan ( berekek ji Hewêrîyane)
Memeşerîfan ( bavikek ji Reşane)
Memûdokan
Mendikan
Mendesoran
Mexsûdan
Mixaîlan
Mîrangan
Mûrtemanan
Mûsêsanan (navekî din Şûşanîye)
Mûskan
Pîvazan
Qazanan
Recevan
Remoşan
Reşan
Reşkan
Rojkan
Selmikan
Selwanan
Sîpkan (ev navê êlêye û ji 7 qebîla pêk tê)
Stûrkan
Suhanîyan
Torinan
Tûjkan ( dighîjne Bûdan)
Ûlkan
Ûtîyan
Xaltan
Xanîyan
Şemsikan
Şerqîyan
Zuqurîyan (ev navê êlêye û ji gelek qebîla pêk tê)
Her qebîlek ser gelek
bavikan dabeş dibe û em di pirtûka xweda bi hûrgilî û berfireh
dinvîsin dîroka wan qebîla û eşîra û wextekî nêzîkda ew bê çap kirin
Navê malbat û
ocaxê şêx û pîra li Qavkasiya û Rûsiya
Şêxanî
1.Adanî
Şîxisin
Şerfedîn
Şêx Êtîm
Şêx Birayîm
2.Qatanî
Şêxûbekira (mala Sorê sora, mala Kera, mala Mawiyê zer)
Şêx Simayîlê Enzelî (malek tenê)
Pismîr (malek tenê, mala Elîyê Nemet ji Îraqê revî hat gundê Cercerîsê
li Ermenistanê, niha neviyê wî li Tbîlîsê dijîn û dibêjin ku ji mala
mîrane)
3.Şemsanî
Şêşims (malek tenê)
Fexredîn
Sicadîn
Nasirdîn
Amadîn
Şêx Bavik
Şêx Evdalê gulî
Şêx Alê Şemsa
Şêx Xidir
Şêx Menda
Şêxê Xatûna Fexra (malek tenê, Şêx Cindî yê Şêx Heyder ji gundê
Êsiya yê başûr hatibû qeza Bêrgrî û paşê tev êzidîyên zuqurî hat
Ermenistanê)
Şêxê mala Cin Teyar
Şêxê toxa enzel
Şêxê dara miraza
Pîranî
Pîrê Hesinmeman
Hesenelka
Îsêbîya
Pîr Behrî
Dawidî bin Derman (her tenê du malin)
Memşivan
Omerxala
Pîr Xanî
Pîr Dirbêsî
Pîr Kemalî
Pîr Hesentelka
Pîrê Bû
Qedîbilban
Pîrê Bat
Pîrê Al
Pîrê Merqebês
Pîrê Mehmûdî (Mehbûb)
Pîrê Sînexalî
Pîrê Kewkî
Pîrê Çêlê
Pîrê Deve
Pîrê Gergerî
Paşgotin
Di dawiyê da dixwazim
bêjim ku rewşa êzidîyên Gurcistanê û Ermenistanê pir xirabe. Hinek ji
wan çûn Ewropa, Rûsîya, Ûkraîna, Bêlorûs û ciyê din.
Ez her sal di nav êzidîyên Rûsiya û Qavkasiya digerim û bêna min pir
teng dibe, ez nizanim çi bikim. Ji nezanîya ola êzidîtayê ciwanê me
weldigerin û dibin xaçperest, sêkta Yahova, babtîst, êvangêlîst,
krîşnaîst û gelek yê din. Ciwanên me ji rûsan, gurcan, ermeniyan û
miletê din dizewicin û unda dibin. Zmanê xwe bîr dikin. Keşîşên
xaçperstan (gurc, ermenî) mejûyê wan diçeliqînin û derbasî ser dînê
xwe dikin.
Gelo çima wa diqewime? Di nav heqas salê li Sovyêtê bin destê
komûnîstên xwedênenas da (atêîst) me ola xwe û zimanê xwe parast, lê
piştî hilweşandina Sovyêtê em hemû tiştî winda dikin
Bersivên van pirsa evin û
ev gerek bibin nimûn bo êzidîyê niha welatê xwe dihêlin û direvin
Ewropa.
1. Dîroka miletan nîşan me kir ku kîjan milet ji welatê xwe dûr ket û
li welatekî û di miletekî biyanî da cî û war bû ewî bingeha navenda
xwe danî û perestgehek avakir. Vê perestgehêda zarokê xwe hînî ziman,
ol û dîroka xwe dikir. Lê me êzidîyê Qavkasiya wa nekir ji ber vê ku
hatina me li vir û avabûna Sovêta bêxwedê hevra qewimî. Sala 1937
gelek maqûl, şêx û pîr sirgûn kirin. Lê me êzidîya dîsa jî dînê xwe
parast. Heger xaçperesta tirsa nikaribû biçin kenîsê xwe, me şîn û
şayê xwe anegorî êzdîtayê derbas dikir.
Piştî belav bûna Sovêtê her kes bû xwedênas û diçû kenîse, dêr,
sînagoga, mizgefta, lê êzidî kuda biçûna? Ciwanê me çav didin hevalên
xwe yê gurc, ermenî, rûs û li gel wan diçin kenîsê. Em bê kitêbên dînî
mane. Me çend pirtûk çap kir lê ew têrê nake.
2. Navenda me Lalişe û destê her kesî nayê here ber Lalişê û ziyaretî
be. Ruhanîya me li Îraqê guhdarîya êzidîyên Qavkasiya û Rûsiya nake.
Mîrê me û qewalê me nayên û me napirsin. Her tenê li weqtê Sovêtê
Qewal Silêman carekî hatibû. Tawis nav me nagere ku baweriya êzidîyên
me qewî bike. Gelek ji ciwanên me heta niha qe nizanin ka mîr û qewal
çiye. Êzidîtîya me bi destê şêx û pîra hate parastin. Em bawerin ku
niha piştî ruxandina rejîma Sedam Hisênî, ruhanîya Lalişa nûranî wê
berê xwe bide êzidiyên Qavkasiya û Rûsiya. Raste em hinek mane lê dîsa
nav meda hene gelek mirovên wisa ku dixwazin êzidî bimînin.
3. Ciwanên me zimanê xwe û kultura xwe jî hêdî hêdî bîrdikin. Rewşa me
ya sîyasî jî ne başe. Kudên êzidî yê Sovyêta berê bûne wek pezê bê
şivan.
4. Her tenê dixwazim wan êzidiyan ra ku ji Kurdistanê koç dikin û
diçin Ewropa bêjim: kuda biçin perestgehekî ava bikin daku ciwanên me
bikarin dînê xwe biparêzin.
Bawer dikim ku wê bê
roj em hemû vegerin welat û Kurdistana xwe şên bikin û êzidîtiya xwe
biparêzin.
Çavkanî
1.
Muhemmed Emîn Zekî, Xulasatû tarîx al kurd wa kurdîstan min aqdam ..,
Qehîre 1939
2. Ş. Mêsxîya, Saşînao polîtîkûrî vîtarêba da samoxêlêo tsqoba
XII saûkûnîs Sakartvêloşî, Tbîlîsî, 1979
3. V. Mînorskî, Studies in Caucasian History, 1953
4. D. Pîrbarî, Kurd li Qavkasiya başûr (Kûrdî na yûjnom Kavkazê),
kovara zanistî « Rojhilat û Qavkasiya» № 2 (The East & Caucasus),
Tbîlîsî, 2004
5. L. Gûmîlêv, Êtnogênêz î bîosfêra zêmlî (bi zmanê rûsî)
Moskov, 2002
6. V. Nîkîtîn, Kûrdî, Moskov, 1964
7. Emînê Evdal, Eleqetîyêd pismamtîyê nav kurdanda (bi zmanê
kurdî), Yêrêvan, 1965
8. V. Maçaradzê, Dokûmêntê gurcî derheqa dîroka pêwendîyên
gurcan-kurdan-aşûriyan-rûsan ( salên 60-70 yê sedê XVIII). Tbîlîsî,
1989
9. S. Kananiyants, kovara «Terez» №1, 1910
10. L. Paşaêva, Posêlênîyê kûrdov vi Grûzîî (Akincîbûna kurda
li Gurcistanê), kovara zanistî «Masalêbî Sakartvêlos êtnograpîîsatvîs»,
Tbîlîsî, 2004
11. K. Anqosî, Êl û berekêd kurdêd êzidî li Qavqaza başûr û
Almaniyayê, Tbîlîsî, 2004
12. Derheqa êl û eşîrê kurdên êzidî min ji devê mezina nivîsî û
ez bi xwe gerîyame van gund ên Ermenistanê. Min gelek ji Nadirê Dao
Mendikî, rehmetîyê Fetlanê kurê Cangîr axa, rehmetîyê Ezîzê Îndad
Bûtkî, Edoyê Cindî Çuxreşî, rehmetîyê Keleşê Qeymez Xaltî û gelek
merivên din yê zane û navdar pirsîye. Strana Cangîr axa min ji devê
Nadirê Dao Mendikî û Şêx Eslanê rehmetî şêxê Şêxûbekra hildaye.
Pîr Dîma (Dîmîtrî Pîrbarî)
Tbîlîsî, Gurcistan 2004
Ev babet hatîye
belavrkirin bi tîpên erebî li rojnama “Dengê Laliş” № 22, № 23, №24
îlon-cotmeh, Dihok - 2004
Top
|