Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

 Xwendinek Êzdiyane di bîranîna salvegera

koçkirina pakrewanê rêça pak û bijwên

xwedêjêrazî Mihemed Maaşûq Al-Xeznewî de

 

 

Bi bîranîna salvegera yekemîn ya şehîdkirina xwedêjêrazî Şêx Mihemed Mehşûq Al-Xeznewî, pakrewanê merovhes û giyanpak, em Êzîdiyên rojavayê Kurdistanê di riya KOMELA KANIYA SIPÎ YA REŞENBÎRI Û CIVAKÎ de, di vê bîranîna dilêş de, ji hemî hêzên demukratîxwaz û aşîtîxwaz re, û bi tayîbet ji miletê Kurd re, dibêjin:

 

 

 

bila ciyê şêxê me buheşt bê,

bila serê malbata wî sax bê,

bila çira şêxê me her û her bi ruhnî bê,

bila peyva wî ya pak û bijwên her û her li jor bê,

bila cibe û şaşikên wî bê xwedî nemînin,

 

Em bi hêztirîn û bijwêntirîn hestên xwe tevlî êşa we dibin, û dibêjin ev jan û

(serbilindî) ya me ye jî.

Şehîdkirina xwedêjêrazî Al-xeznewî di baweriya me de, bû qûnaxeka guhertin û xweguherînê di pêvajoka tevgera siyasî ya kurdî de di rojavayê kurdistanê de.

 

Ji wisa bêtir em bawer dikin ku xwedêjêrazî dikarîbû bi wê xîtaba xwe ya siyasî ya pir wêrek û eşkere û bi wê mîkanizmiya xwe ya hizrî ya pir alî û vekirî, 

Sînorên xîtaba tevgera siyasî ya kurdî derbas bike, û her weha derbaskirina wê xîtaba Isûlî yekalî û teng, ya ku tenê dikarê li xwe guhdarî bike, û derdora xwe hemiyê û kesên ne li gor nerîna wan bi xwedênenasiyê tewanbar bikin.

 

Ji bo me weku Êzîdi şehîdkirina xwedêjêrazî Al-xeznewî ziyaneke pir mezin bû, kuştina Xeznewî hewldana kuştina organationeke hizrî giştî û avakirî li ser bingeh in, bihevrejiyan û hevûdin qebûlkirin, û rêz girtin ji bo hemî deng û rengan bû.

Hêjayî gotinê ye ku xwedêjêrazî di gel ciyan de digot:

Hebûna Êzîdiyan û dirkênî bi hebûna nasnemeya Êzdiyatiyê weku oleke xwedêparêz, weku kevintirîn oleke kurdî, yek ji hîmên damezrandina kurdistaneke serbixwe û azad e.

 

Ji ber vê hindê em dibêjin, baştirîn û bi rûmetirîn xwedîlêderketin û bîranîn ji vê qulpa har re ( kuştina şehîd Al-xeznewî re ) ew e, ku em hewil bidin ku em van bermayên wî yên hizrî, siyasî û olî biparêzin, û zengîntir bikin, daku em bişên bêtir xizmeta merovanetiyê bikin.

 

Bi vê bîranîna dilêş, em dozê li hemî damûdezgeyên berpirsiyar dikin, ku bi erkên xwe yên pêdivî rabin, û wan destên bi qirêj û xwînrêj yên ku dirêjî jiyana

Şêx M.M.Alxeznewî bûn wan pêşkêşî dadegehekan bikin, û bûyer ji raya giştî re

Bête eşkerekirin; û ji ber ku yê me em di wê baweriyê de ne, ku dadvanî di Sûrya yê de ne serbixwe ye, ji ber vê hindê em doz dikin li damûdezgehên yasayî û mafnasî yên herêmê û yên navnetewî ku komîteyekê hilbijêrin û vî erkî deynê ser mile xwe û li vê pirsê xwedî derkevê, û hemî tiştên bi bûyerê ve girêdayî ji raya giştî re bêne zelal kirin û eşkerekirin.

 

Her weha em hêvî dikin ji hemî kesên ku Şêx M.M.Al-xeznewî nas dikirin, ku şêx bibê simola hizra serbixwe û azad, û li ser bingeha vê hizir û boçûnê danûstandinê bi hemi reng û dengên komelgeha Sûrya yê re bête kirin.

 

 

 

 

KOMELA KANIYA SIPÎ YA REŞENBÎRI Û CIVAKÎ

Elmanya 01.06.2006

 

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis