|
Vegere
Mafên Êzdiyan li Îraqê tên xwarin!
kaniya-sipi
16.11.2005
Li gor agehdariyên ku di malpera
Bahzani.org de hatin weşandin, birêz Qewal Sifo, serokê
„Birêvebiriya Ewqafê Êzdiyan“ li Îraqê, di nameke xwe de li roja
13.11.2005 an de diyar kir ku di Lîsta Kurdan de ji boy Hilbijartinên
dahatû de li Îraqê navê Êzdiyan tê de nîn e.
Rojanama Hewal di hijmara xwe ya 156 an de, di roja
12.11.2005 an de navê hilbjarên Lîsta hevpeymana Kurdistan li
Parêzgehêt Îraqê belav kiribû, ji bilî hilbijarekî Êzdî li Parêzgeha
Mûsil (li gor lîtseyê hijmara 9 ye) navê Êzdiyan tê de nîn e.
Hêja Qewal Sifo rasarast axivî û got ku bi vî rengî
Kurd maf û xwestek û daxwazêt Êzdiyan ser guhê xwe re ditavêjin û li
soz û peymanên xwe xwedî dernakevin. Herweha gazî hemî Êzdiyan kir ku
ji vê yekê heydar bin û heke Kurd Lîsteya xwe serrast nekin û ji
kêmayî navê pênc (5) Kesên Êzdî danexînin lîsteya hilbijartinê wê demê
Êzdî bê deng namîn û ew jî dê dengê xwe nedine lîsteya hevpeymana
Kurdistan.
Ji ber vê bûyera giring hêja Qewal Sifo berê xwe de
hemî êzdiyan ku tevger û bizava xwe xurt bikin, ta zanibin sedema vê
neheqiyê çi ye.
Weke tê zanîn di dema rêjîma Sedamî xwînxwar gelek
zordarî li Êzdiyan hatiya kirin û ew xwe wekî beşekî ji civaka
Kurdistanî dihijmêrin û ew jî wekî hemî ol û gelêt Îraqê hêvî dikin ku
rewşa Îraqê bi tevahî xweş bibe û karibin bi hemî gelêt Îraqê re bi
aramî û aşîtî bijîn.
kaniya-sipi
|