Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Home

Komel

Nûçe 

Êzîdiyatî

Wêje

Gotinên Pêşiyan

Weşanên Nuh

Mûzîk 

Wêne

Links

Erşîf

Deftera Mêvanan

Forum

Peywendî

Mal û Komelên Êzidiyan

Quncika Azad

Malperên dost

Arîkariya me bikin   >>>>

Add us to Start Page >>>

Kocka Kaniya Sipî >>>>

Add us to Favorite    >>>

 

Vegere

 

 

Wezîrên hundirîn yên wîlayetên Elmaniya li hev civîn û mafê niştecîbûnê didin biyaniyan

Kaniya-sipi.de/18.11.2006

 

 

Jêdera wêne: ZDF

 

Di 16.11.2006 an de wezîrê hundirîn yê Elmaniya fîderal û wezîrên hûndirîn yên wîlayetan li ser rêbazeke yekgirtî ji bo biyaniyan li hev hatin.

Di Konferensa wezîran de ya ku li 15 û 16ê vê heyvê li bajarê Nürenberg hata lidarxistin; li gor peymana wezîran, kesên biyanî maf heye ku mafê niştecîbûnê li Elamniya „Aufenthaltserlaubnis“ wergirê, lê dibe ku ev kes heta 30.09.2007 karekî ji xwe re peyda bikin ku karibin bêy arîkariya dewletê xwe pê xwedî bikin.

Kesê ku heta vê tarîxê karekî bibîne, karê serdana bîroya biyaniyan „Ausländeramt“ bike û daxwaza mafê mayînê ji wan bike.

Anku pêşî Kar piştra mafê niştecîbûnê ”Aufenthaltserlaubnis”

 

Li gor texmîna wezareta hundirîn ya Elmaniya nêzîkî 100 000 kesên biyanî hene ku ”Duldung” bi wan re ye.

 

Lê ev zagon helbet bi çend şert û mercan ve jî girêdaya, ew jî ev in:

 

1.   Ji bo malbatên ku neha “Duldung” bi wan re ye, gerek e ev malbat ji kêmanî 6 salên wan li Elmaniya qeda bin.

 

2.  Kesê zigurt (kesê ne zewicî û bê zarok û bê malbat) gerek e ji kêmanî 8 salên wan li Elmaniya qeda bin.

 

3.  Kesê daxwaza “Aufenthaltserlaubnis”  bike, dibe zimanê elmanî jî zanbe.

 

4.  Kesê daxwaza “Aufenthaltserlaubnis”  bike, gerek e tu cezayên mezin li ser nebin, wekî bihtir ji 50 roj zindan htd.

 

5.  Kesê daxwaza “Aufenthaltserlaubnis” bike, gerek e tu girêdanên wî bi Terorê û radîkaliyê re “Extremismus und Terrorismus” nebin.

 

6.  “Aufenthaltserlaubnis” ne ji heqê wan kesan e yên ku agehdariyê balkêş ji “Ausländerbehörde” veşartibin û rastî ji wan re ne gotibin.

 

Hêjaya gotinê ye ku wergirtina arîkariya mewdanî ji dewletê ji bo mêr û jinên ku bi tenha xwe zarokên xwe xwedî dikin nabe astengî di pêşiya wergirtina mafê niştecîbûnê de “Aufenthaltsgenehmigung”.

 

Kesê ku van şert û mercan pêk neynê û helbet “Duldung” pê re hebe, hikumeta Elman dê wî vegerîne Welatê wî.

 

 

 

 

 

Jor

 

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis