Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

 

DAXUYANYA MALA ÊZÎDIYAN

 

KOMÎTÊYA RÊVABIR YA MALA ÊZÎDIYAN  (Oldênbûrg)/04. 06. 2006.

 

Pismamên hêja, endem, dost û xêrxwezên Malê

Bi hezaran sala Kurdên Êzdî li welatê xwe da bin zulm û zorê da bûne. Berê şûrê dagerkir û hukumdaran timê berbi Êzdiyan: ola gelê Kurd ya here kevnar êzdîtyê bûye. Di nav dîroka dûr û dirêj da gund û şên, war û êl, herêmên Êzdiyan yên biçûk û mezin hatine talankirin, wêrankirin, şweitandin, gelek tiştên wane kevnare pîroz, zîyaret, peykel, nivîsên, sîmvol hatine tunekirin, heta goristanên xasa jî hatine şêlandin.

Di nava şevereşa dewranaye xezev da , astengî û zordarya berk, şer û buxdanên neyarê der û hundur nehîştine rastya vê olê jî bigihîje dinyayê .

Dibêjin 72 ferman Êzdyan rabûne.

Ferman jî çîye? Ferman qirarnivîsa kokbirî, ji holê rakirina miletekî yan civakekêye bi qewl û qanûnê here xezev, here zulm. Ferman  GÊNOSÎD E.

Êzdi jî bi hêsanî tesmîl nebûne, tim ber xwe dane. Di her şer, pihevçûn yan fermanekê da, bi  hezaran evdên Êzdi mal û milk, serê xwe û ewleda dane oxira Êzdîyatyê. Cîşihitî, malwêran bûne, çî warê xwe hîştine, revyane, ketine serê rê û dirbên xerîbya zulm lê dest ji bawarya xwe bernedane.

Ji bo êzdîtya xwe xweyîkin dinyayê bela bûne.

Dîroka Êzdiyan bi êşê, kul û derdan, bi xûnê hatye nivîsar.

Usa, heta vê sedsala dewî.

Niha, êdî dewr û qewlê cihanê hatine guhestin. Kes ji bo bawaryê nikare fermanê li wan rake. Êzdî jî karin serbest xweyî bawarî û dîroka xwe derkevin, eyd- erefat, edetê xwe bi vekirî, bê tirs û xof pêk bînin, rastya ola xwe bêjin.

Her milet, civak şihîdê xwe, cangoryê xwe dilê xwe da, li nav hizkirin û hisên xwe da xweyî dekin, bi navê wan sond duxun, wek ronaya çira li ser rêya xwe geş dihêlin, navê wan zarokê xwe dikin, ku bîra ewleda neçin. Çawa sîmvolên pîroz derheqa wan da kitêb têne nivîsar, kirina wan dikine sitiran, opêra, sîneme, peykel û zîyaret, bi navên wan bajar, gund, zanîngeh, heta kûça jî tên navkirin...

Rûyê dîroka xezev da Êzdiyan ra li hev nehatye cangoryên xwe, şihîdên xwe, demên dîrokê yên hebûn-nebûnê bi gelenperî bîr bînin, bidine kivşê. Heta niha li nav civaka Êzdiyan da ROJEKE BIRANÎNÊ ji bo  CANGORYA jî tune.

Berpirsyarya Mala ÊZÎDIYAN (Oldenburg) bi pêşînyaza Komîtêya xwe, ya Rewşembîrî qirar kir  25 ê HEZÎRANÊ elam bike çawa ROJA BÎRANÎNA CANGORYÊN ÊZDIYAN û hersal wê rojê malê da tevî endem, dost û xêrxwezan bi firetî bide kivşê.

Em bangî hemû endam, xêrxwez û dostê malê dikin beşdarî şaynetyên wê bîranînê bibin.

 

KOMÎTÊYA RÊVABIR YA MALA ÊZÎDIYAN  (Oldênbûrg)

04. 06. 2006.

 

Ji bo çalkakîke vî rengî cara ewil tê derbaskirin, emê kêfxweş bibin ku dost û xêrxwez, wê derheqê da fikir û pêşnyarên xwe bi van têl û mayîlan bigîhînin me.

Têl:  (+49) 441 485 05 55

Fax:  (+49) 441 485 05 57

info@yeziden.de

www.yeziden.de

 

 

 

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis