Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

Komîta nuh ya şêwirdariya civata dînî ji bal Êzidiyan ve nayê qebûlkirin

Komîta  Mîr Tehsîn beg danay ne di berjewendiya Êzidiyan de ye

 

Mecîd Heso
Sernivîserê  lalish.de

 

Em bi navê karmendên malpera Laliş nerazîbûna xwe li hember wê komîta şêwirdarîyê ya ku mîrê Êzidiyan Mîr Tehsîn beg li 22.04.2006 li başûrê Kurdistanê avakirî radigihînin , ji ber ku ev komîte bi awakî nerast hatiye damezirandin ji ber van egerên li jêr em vê komîtê bi baş nabînin:

1-Şêweyê destnîşankirina endamên komîtê  ne li ser bingeha pêçêbûn û şarezayî ya warê êzidiyatiyê  hatine dest nîşankirin.

2- Li gor ku me ji çend kesên di civînê de agahî girtine ku ev komîte hatiye damezirandin ji boy rê li ber çend kesên di her dû komîtên heyîn de bigrin (komîta şêwirdariya Êzidiyan yên PDK û YNK) ku karê van her dû komîtan ne bi dilê Mîr Tehsîn beg bû.

3- Ev komîte wê bibe sedema fitne û belbelek mezin, rehên duberekîyê wê dinav civaka Êzidiyan de bi hêz bike, ji egerê dûrxistina hijmarek zor ji rewşenbîr, siyasetvan, civatnas, jin û xebatkarên kevin.

4- Bingeh û malên êzidiyan ne di hudirê welat de ne li dervey welat nehatine vexwendin boy vê civînê û raya wan jî nehatiye wergirtin, ango hatine pişt guh xist.

5- Êzidî ne tenê li başûrê Kurdistanê hene, êzidiyên li beşên din yên Kurdistanê û saziyên êzidiyan yên li dervey welat  ji vê komîtê hatine bê parkirin û her biriyarek ji vê komîta bi navê ( komîta şêwrdariya civata rûhanî ) derkave wan elaqedar nake.

6- Şûn pencên partiyên siyasî di ruxsarê avakirina vê komîtê de mîna rojê xuya dike, vêca ev yek ji komîtek olî civakî pêtir siyasî xwe dide nîşandan.

7- çend kesan ji ber kem û kuriyên komîta nuh hatî damezrindin vekişandina xwe ragihand, eve jî ew xalên ku me li jor destnîşankirin tekuz dike.

8- Bila em xwe nexapînin, me komîtek şêwirdarî ji civata ruhanîyan re divî û me pêwîstî jî pê heye û her kesê Êzidî tu pirsê jê bikî wê vê bersivê bide, lê ne bi vî şêwey fewdalizma sedsala bîstûyekan û sîstema nuh ya  cîhanê ( globalîzim û dîmukratîzim ) gelek ji hev dûrin.

 

03.05.2006 Berlin; Almaniya

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis