|
Royarê Amedî
Xwîna kewan û
Siwarên Rewrewkê
- Ji lihevketina ûmîdên
kurdûnde?
Deng li hev Siwar dibin,
dengê min sazdikin
Hêvîya tovên evînê
Ji kîjan dengî, tê berz
bibî?
- Ji li hevkitina ûmîdên
kurdûnde? - ji …………………
- ji ………………
- Otonomî.....
- Kuştin ...
- Ling hildan....
- Bijî
Ling hildan
- Piroystiroyka.... - Bijî Piroystiroyka - Mafê çarenûsî... - Bijî - Balyozxane... - Bijî - Ev rêjîm bijî , ew rêjîm bimre - Bijî.... bimre - Ew rêjîm bijî, ev rêjîm bimre
-
Bijî.... bimre
Li Ku ma dengê te?
Li Ku man parêzgarên
damarên te?
Dengê her dengî
Ronaka her ronahiyê Karwan derbasbûn,
govend
xelas bû
piştî
ahengeke mezin Tu tenê,
bi tenahiyê
re ma
Gotina pêşîn: navê te
Gava te bang kir
Gava tu bê deng ma
Gava rojnameyan te himbêz
kirin
Gava tu bûyî gulleya
balyozxaneyan
Gava tu, xwîn û kew
giriya
Bi hêrs te bang kir
Bi dengê bilbilan
Birîna min, belav bikin
Hê hê gulîstanên şînê
Xwe raxin, bibin pirr
Ta ku Karwan,
derbas bibin; Karwanên ronahiyên meydana Çarçira , Karwanên borîna Dêrsimê, Senendacê, Zêwa , Cirnikê, Amûdê , Helepçeyê Karwanên xewnên Silêman
Karwanên Xwîna kewan
Kirêtiya
mirovaniyê ye Ketina mirov û rûmeta ye Tazîkirina hemû pîrozî û serfiraziya ye
kuştina asoyên
andeko ye
Stêrek sêwî bû,
Govenda
rondikên rewanpakan bû
Hewarek
berdewamkirî bû
Deng bû.....!
Lê..... Dîsan ,
bendewariyê,
Lê....
Siwarên hespên
spî ,
Qîrîna te berztir bû
Siwarno werin...
Ne xeme, Ku hespên we
Ne xeme, ku tûtûkên we
Siwarno werin
werin... werin
Siwar belav bûn
perde -piştî hinek çepik-
Hê... hê bajarên ku hûn Bi ûmîd û arama gihiştinê
ez , di hinava
we de ,
Hê... hê hewara, Ku
bilind nabe
Ez ê çawa te belav bikim?
Hê... hê welatê bê gewde
Hê... hê welatê bê nexşe Ez ê çawa bûka , Ku nema maye bûk,
û tûtûka
şikestî,
Hê... hê
kewên welatê min,
Ez ê çawa vê
şînê, himbêz bikim?
Ez ê çawa
birînekê, bi vê kûrbûnê ramûsînim?
Ez ê çawa
ciyografiya belavbûna we
Ku maye?
Çi maye?
Kîjan deng?
vala ne bûye ?
Kîjan şîn?
di hemû şînan
de,
Lê gelo...
Ji kîjan dengî
tê beriz bibî?
Alek ji
berdewamiya şînê re
Top
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |