|
Rojnemevanê Sûrî yê navdar Mihemed Xanim di gireva birçîbûnê de ye
kaniya-sipi.de 17.04.2006
Jêderin kurd nêzîk ji malbata Nivîsakr û rojnemevanê Sûrî Mihemed Xanim îro eşkere kirin, ku ev bû bêtir ji deh (10) rojan ku Mihemed Xanim di gireva birçîbûnê de ye. Mihemed Xanim yê ku rewşa wî ya tenduristî pir xerab e ji aliyê hêzên ewlekariya rêcîma Sûrî ve li Reqayê di 31.03.2006 an ve hatibû girtin. Û paşê wî dibin parêzgeha Dêrazorê, û ji wir wîna dibin girtîgeha Felestîn ya leşkerî li Şama paytext.
Herweha jêder dibêje ku Mihemed Xanim gelekî hatiye eşkencekirin, û rewşa wî ya tenduristî gelekî têkçûye. Jêderê ku nexwest navê xwe eşkere bikê dibêje ku hêzên ewlekariya rêcîma Şamê Mihemed Xanim bi sê gunehan tewanbar kirin. Gurkirina kîn û rikên netewî û êlî, zimandirêjiya li ser Serokê Dewleta Sûrî, Beşar Alesed û destdirêjiya li ser hêminî û ewlekariya Welêt.
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |