|
Vegere
Pîrozbahî1

Nameyeke pîrozbahiyê û
vexwendinê ji bo Hilbjiartinên li Îraqê ji aliyê Mîr Tehsîn
Beg ji boy hemî Êzîdiyan.
Bi destûra Xwedayê mezin
Bi hilkeftina hatina
Cejna rojiyêt Êzî li ba Êzîdiyan, ez vê Cejnê
li hemî Êzîdiyan pîroz dikim û ji Xwedayê mezin
hêvî dikim ku ev cejna her sal bi xêr û xweşî bi ser me de bê û bi
hêviya ku hemî ol û netewêt Îraqê mafên xwe î rewa wergirin.
Bi hilkeftina vê cejna
pîroz û herweha hilbijartinên li Îraqê, ez ji
hemî xwîşk û birayên xwe î Êzîdî daxwaz dikim ku tevlî hilbijartinan
bibin û dengê xwe bidne Lîsteya 730, lîsteya Hevpeymanî Kurdistan.
Û ji boy çespandina mafên
Êzîdiyan û taybetmendiya civak û ola Êzdayetiyê, em dê hevdîtinên xwe
bi Berpirsiyar û Serokêt Kurdan li Kurdistanê berdewam bikin.
Xwedê li gel me be
Mîr Tehsîn Beg
Mîrê Êzîdiyan li Cîhanê
1
Ev nama ji Malpera
bahzani.net hata wergirtin.
Wergerandin ji zimanê erebî: Dilgeş Isa
|