|
Mem û Zîn
Mislit Etman
Ez im ez Memê ala me şêr û egîdê Kurda me aşiqê xwîşka Mîra me roja cengê bi seda me
*** lê Zînê te deng pir dayê kevoka mezra Botayê ji nav qîza tu xuyayê simbola eşqa Kurda yê
*** lo Memo ez im ez Zîn im ez dil sotiya evîn im soz û biryaran pêk tînim soz didim te nexapîn im
*** ev bextê Axa û Mîra weke bextê mişk û mara wan xezebek li me dêra dijwar wekî devê kêra
*** dikim bimrim ez li zindan hîn divim Zîna dilovan bi min xweş e axa goran ji bo Mem û Zîn xweş civan
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |