|
Nameyek vekirî ji bo Xwedêjêrazî Mîr Tehsîn Beg yê fedekar
Rewşenbîr û Xortên Şingala Leheng 17.05.2006 an wergera zimanê kurdî: Serhan Îsa
Xwedêjêrazî û hêja Mîr Tehsîn Beg, Silav û rêzê me ji bo cenabê te hene,
Hêja Tehsîn Beg, eger tu nivisti î hişyar bibe, û eger çavên te girtî ne? Çavên xwe veke û li derdora xwe binere ka çi cêdibê! Wezaret hatin çêkirin, û semyan li hevûdin par kirin, û cenabê te ma ji dervayî lîstikê, û eger tu wisa bê deng bimînî, tu dê di çavên gelê xwe de bimînî ji dervayî dîrokê jî.
Ew kurdên Misilman, ku her timî dibêjin hun Êzîdî kok û rahên me ne; (5) pênc wezaret bi destên xwe ve anîn, dibê ku yek ji wana bi dengê Êzîdiyan qezenc kiribin, dê gelo ev yeka tê xwarin ku kopiyên me 5 wezareta bistînin û yekê nedin koka xwe!!?? Gelo Turkuman, Kurdên Feylî, û Suryanî tevî rêza me bo van hemiyan, gelo ji me Êzîdiyan welatparêztir in, yan jî bêtir ji me qurbanî di ber Iraqê û Kurdistanê de dane, daku ew bibin xwedî wezaret û yê me em (Kurdên Reben, ne yê resen) bimînin ji dervayî vê lîstikê??
Û çima Mîrê me ….. ?? Çima bê dengî... çima lênepirsîn... çima ev dudulî...?? Bi serbilindî bêyî ku tu li rast û çepê xwe binerê, berê xwe bide Bexdayê.. ciyê çespandina maf, û li wê derê doza mafê Êzîdiyan bike... ne berê xwe bide Selahaldeyîn û Qereçolan.
Mîrê hêja... Carekê bi tenê... Careke bi tenê wekî Serok û Mîran xebatê bikê.. Ji ber ku tu ji Serok û Rêberê Dewlet û Partiyan mezintirî, tu Rêberê Miletekî î, tu Rêberê Dînekî kevnar û dêrîn î.. Dînek ku bi hezarê Şehîdan di ber bîr û baweriyên xwe de dane, Dînekî pir pak û bijwên. Ev qûnaxeke pir giring û hestedar e, ji bo navê xwe yê paqij ji bo Êzdiyatiyê ji bo xwîna wan şehîdên Êzîdxanê dengê xwe bilild bike.. doza mafê vî miletê jar û reben bike... em ji te naxwazin ku tu herê şer û cengê... em ji te naxwazin ku tu tivingê hilgirê... em dibêjin dengê xwe bilind bike û em hemî bi te re.. ey Mîrê me yê hêja û bi rûmet. Wekî xelkên Şingal û deverên din bike qîr û hawar xebatê bike.. binere çawa kursiyek bi dest xistin, erê pir hindik bû.. lê ew kursî sîgnalek bû ji bo me, ku em li xwe xwedî derkevin, û em çarenûsa xwe nekin destê kesî, û eger te wê çaxê destê xwe bikire destên me me dê ne tenê kursiyek bi destê xwe ve baniya, belê me dê gelek kursî qezenc bikirina.
Eger hat û tu nelivî.. û te dengê xwe bilind nekir, û tu ji vê xewa xwe hişyar nebû î, wê çaxê ne miletê te û ne jî dîrok wê rehmê li te bekin. De rabe ser xwe, raba Mîrê me.. Êzdiyatî li ber linga çû Mîrê me. Rabe ser xwe dengê xwe li miletê xwe bike, û yên nivistî hişyar bike, û yên ku li pey berjewendiyên xwe direvin wan bîne ser hişên wan Mîrê me. Û ji Miletê xwe re bibe xweş Rêber û Mîr. Dem ne dema diktator û Petiryarkaye… mafê xwe û mafê vî Miletî di nav destê xelkê de nehêle; ne ji mafê kesekî ye ku xwe li ser serê te û me bikê Bav û Rêber, em jî lawê vê axê ne, em jî lawê vî Welatî ne, em maf û erkên xwe baş nas dikin Mîrê me. Ji bo her kesên ku destên dostanî, biratî û alîkariye ji me re dirêj dikin em xweş heval û dost in, û ji bo her kesên ku bi çavên neyaran li me dinerin, û dixwazin kerameta me binpê bikin em xweş têkoşer in. Wisa be Mîrê me Wisa be çavê me Mirê me yê hêja, Bese van şaşîtiyan di heqê Miletê xwe de bike. Rabe ser xwe di her ciyekî de nûner û bargehan ji xwe re çêke, dakeve nav Miletê xwe, bêyî wan tiştekî neke, şêwirdaran di hemi waran de ji xwe re çêke. Mîrê me.. vî dîwarê mezin û bi têl û bimbe kirî, ji navbera xwe û Miletê xwe biherivîne, û di dewsa wî de ji bo vî Miletî bexçeyan ava bike, daku em hemi bibin yek deng, yek dest. Mîrê me yê hêja û bi rêz, eger te wisa kir wekî ku ev Milet dixwazê, baş zanibe ku Miletek bi tevayî dê bide pişta te, û wê hemî ji te re pişt û dest bin. Daku em karibin dahatiweke baş ji zar û zêçên xwe re ava bikin.
Mire me baş zanibe ku mebesta me ji vê nameyê, ew e ku em naxwazin navê te yê şêrîn kêm bibe, em naxwazin ku mafê te û mafê vî miletê reben bê xwarin, De rabe ser xwe berya ku tirên derbas bibê, û xweş bawer be, eger te ev daxwaziyên me bi cî anîn û tu şehîd ketî, xweş bawer be, ku wê Miletê te li rojhilat û rojava rondikên xwînê li ser te birijînin, û eger te wisa nekir û tu mayî di vê xewa xwe de, û te rojekê ji nav me barkir, xweş bawer be ku wê tenê kesên ku wê berîkên wana piştî te bimînin vala li ser te bigirîn.
Rewşenbîr û Xortên Şingala Leheng 17.05.2006 an wergera zimanê kurdî: Serhan Îsa
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |