|
JI BOY ÊZIDIYA
Bi dengekî bilind dibakim ÊzîdiyaDibêjim bese ma me diniya ne dîtiya Nexta jinê heram e li dinê Ma li ba me tenê serbilindî ye * * * * Ji vê nextê kes têr naxwê insan têr dibin ji axê Çavê Gelî Şêxa bi wê ocaxêJi mere gelek şerim û fedî ye * * * * Em miletek ne mezin in Em tim ji hev bi gazin in Yek dibê hindik bazin in Û yê din dibê ka gerdeniya * * * * Mitale behra bê karin Derdê nextê tim lê barin Em çima wek gurê harin Ka kê li birayê xwe pirsiya * * * * Ji van gotina li min negir in Ji xwere li internet bigerin Li jinê main da em vegerin Ji bo nextê di mal de histina * * * * Li Elmaniya taybetik heye Her kes kurê bavê xwe ye Bira hey ji bira tune ye Wey li wî go keç firotiya * * * * Ger yekî girt nextek zêde Xelik dibêjin gelek kir fêde Na bêjin tîrek li dilê keçê da Dibêjin ev pir jêhatî ye * * * * Dengîdighê telfiziyona Xwiya ye em bi avê de çû ne kîjan keç keziya dihûne * * * * Em dûrbûne ji cîhanê Kes na dexisê vê jiyanê Keçî mane li mîranê Ev tevde ji bêyekîtî ye * * * * Ji bo şêx û pir û mirîda Yek destê xwe bi ê dida Çave keçê bes bi girida Bê next tim xweşitiya * * * * Dibêjim pir û şexê xwe Bi tenê nexwazin fitwê xwe Bi kar bînin mejiyê xwe Ma ev dîn bê xwediya * * * * Va dibêjim hêviya talî Tev berê xwe bidin vî halî Nexta jinê bidin alî Lê me keç di mal de kûştiya
Nazdar Xerîbo
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |