|
Min dîn neke
min din neke û min har neke bi rêya çolad min rêneke go ti herê ezê bimrim ticar ji vî gundî barneke * * * * * ez dûrî ta qet nikarim çimkî berê ez bi barim derdê evina ta ez xwarim avê ji vî agirî dûr neke * * * * * li min guhdarbe rê ne xwehirbe bere dilê min carek şahbe îro jibo dilê min dermanbe birinê kûrtir hê veneke * * * * * bi ta hewceme wa delalê evindarê ta dinalê wer bib kebaniya malê vê daxwaziyê ji min bike
Nazdar Xerîbo
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |