Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

 

 

 

Piştî şahîyên Newrozê deselata Sûrî gelek kes girtin

 

PNA- Helebê
Ciwan Avîvan

23 Adar 2006


Roja duşemê 20.03 piştî şahîyên şeva agira meşa pêxistina mûman deselata Sûrî gelek kes ji Kurdên niştecihên gerekên "Eşrefîyê û Şêx Meqsûd" li Helebê girtin û bin çavkirin, li Qamişlo jî roja 21/3 li gereka "Hîlalîye" hêzên Emnî hêrişî xelkî kirin û li encama van bûyeran bi dehan kes li Newroz îsal de hatin girtin.
Di pêwendîyekê li gel xwedîyên yekî ji girtîyên bajarê Helebê got: Li heman şeva Agiran de, zarokên me ji malê hatin girtin, ew jî piştî hêrişa hêzên Emnî bi bombeyên gaza hêsir rij û teqandina fîşekan bi esmana de ji bo tirsê û pişt re zarok girtin û birin. Ji alîyeke din ve yekekî ji xwedîyên girtîyan dopatkir; ku nizanain sedemên vê girtinê çîye û çarenivîsa girtîyan çiye, ji berku bi zorê hatin birin.
Li gor zanîyarîyên ji mere hatine, girtîyê bajarê Helebê hemû ji herêma "Kurdax" yê Kurdîne û navên hinek ji wan girtîyan evin:
- Edhem Hesen (50) sal, ji gundê Keferdelê
- Fexrî Ezîz Birîm (24) sal, ji gundê Memila
- Beşîr Reşîd Cefer (35) sal, ji gundê Qota
- Mahîr Ehmed Ibrahîm (15) sal, ji gundê Qota
- Ednan Ehmed Şemo (24) sal, ji gundê Başemrê
- Idrîs Hisên Yûsiv (25) sal, ji gundê Cela
- Mihemed Xalid Xalid (16) sal, ji gundê Cela

Hejî gotinê ye ku şeva agira 20.03.2006 a Kurdên li gerekên "Eşrefîyê" û "Şêx Meqsûd" li bajarê Helebê ji mêr û jin û zarok bi şêweyeke şaristanî û aştîyane meşek bi pêxistina mûman sazdan, lê li nêzîkî "Dowara Yekê" li Eşrefîyê hêzên Emnî rê nedan xelkî ku şahîya xwe berdewam bikin û bi avê û bombeyên gaza hêsir rij û herwiha lêdana bi daran hêrişî beşdaran kirin, li encamê bi dehan kes birîndar bûn û bi deha kes jî û bi taybet jin bêhiş ketin, herwiha xelk rabû û du otumbêlên hêzên Emnî sotandin, li dawîyê bi dehan kes hatin girtin.
Li bajarê Qamişlo jî li roja Newrozê 21.03.2006 a li nêzîkî katijmêr 6:00 êvarê û dema ku xelk ji seyranan vedigere malên li gereka "Hîlalîyê" xalek kontirol yê hêzên Emnî Sûrî rawesa bû û li gel xelkî pevketin û zarokek girtin, lê xwedîyên zaroka girî û xelk kombûn û daxwaza azadkirina zarokê xwe kirin, hingê hêzên Emnî bi tûndî li hember xelkî rawestan û gazê hisêr rij avêtin û fîşk jî bi esmana de avêtin daku ew xelkê kom bûye ji hev dûrkevin.

 

 

 

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis