|
Qêrîna Xortên Xetara Mezin
"Nexta beha dijminê keç û xortên me ye"
çavkaniya wêne: Malpera Telsquf
Dilgeş Îsa / 11.02.2006 Birêvebirê Malpera Kaniya Sipî
Di gazînamekê de ji bo Êzidiyan, Navenda Xortên Xetara Mezin(NXXM) mezintirîn gundê Êzidiyan li başûrê Kurdistan (nêzîkî 12000 kes) gazî hemî Êzidiyan dike ta ku pîvanekê ji nexta jinan re deynin. Di vê navê de xortên Xetara mezin peymana nextê ya ku di sala 1995 an de, li avahiya “Hekîm Luqman” li gundê Xetara mezin ji aliyê hemî Êzidiyên Îraqê ve hatî perjrandin bi bîr anîn û gotin ku di vê dema derbasbûyî de û nexasim piştî ruxandina Rijîma Be’isî devbixwîn, gelek xort bi kar ve bezîn, ta ku karibin perê nextê peyda bikin û bizewicin. Lê mixabin wek ku diyarbû, hijmareke ne hindik ji xortên bêsûc ji ber rewşa Îraqê ya lawaz, bi destê Irahbiyan ve hatina kuştin. Anku sedema kuştina wan xortan behra bihtir bi peydakirina peran ji bo zewacê ve girêdayî bû. Piştî civînekê (nêzîkî 100 xortan amadebûn) xortan biriyar da, xwepêşandaneke berferh li darbixin, ta ku bangawaziya wan deng vede û ta ku Mezin û Rûsipiyên Êzidiyan bi lezîgînî bi çaraserkirina vê pirsgirêka bêderman ve bibezin. Navenda Xortên Xetara mezin, herweha banga xwe gehandin xortên Êzidî ji gundên din li Îraqê ta ku rêya wan bişopînin û bi yekdestî vê mijarê bi rêya Rûsipiyên xwe deynin ber destê Mîrê Êzidiyan. Di dawiya nama xwe de NXXM metirsiya xwe ji berdewamkirina nexta beha diyar kirin û aşkere gotin ku ne dûr e, ku hindek xort ji ber sedema nexta beha ji dînê xwe derkevin û hwd. NXXM, berdewam dike û dibêje ku keça êzidî xwedî qedir û qiymetekî beha ye, xwîşk û keçên me ji xwîn û goştê me ne, çênabit em wana bidin ber bazarê.
Navenda xortên Xetara mezin banga xwe digihîne her êzidiyekî dilsoz û her Dezgeh û Rêxistinekê ta ku arîkariya wan bikin û wana ji vê tengavê bînin der.
Dilgeş Îsa
Birêvebirê Malpera Kaniya Sipî
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |