|
Vegere
Perestgeheka zerdeştiyan hatiye dîtin
Kurdistan TV

Piştî
lêgerîneka zor, li nêzî Derbendîxanê perestgeheka kevn a zerdeştiyan
hatiye dîtin.
Li gor ku
rêvebirê şûnewarên Germiyanê Kemal Nûrî Marûf ji Hewlêr Postê re
radigihîne, dîtina vê perestgehê beriya du mehan hatiye eşkerekirin û
wezareta rewşenbîrî ya Kurdistanê ji bo kolan û paqijkirina vê
perestgehê 25 milyon dînar terxan kiriye.
Kemal Nûrî
Marûf radigihîne ku ev perestgeh ji çend odeyan pêk hatiye lê dîwarên
hin odeyan hilweşiyaye û di dema rejîma Sedam de li wir rebîeyek
hatibû bicîkirin loma jî gelek zerar dîtiye. Ew dibêje hukumeta
Kurdistanê dê 25 milyon dînarên din jî ji bo çakkirna vê perstgehê
bide.
Hewlêr Post
Jor
|