|
Vegere
Bi sedan Kurdên Şebek daxwaz ji
Parliyamenta Kurdistanê kirin ku deverên wan tevlî herêma Kurdistanê
bikin
16.01.2007

PNA – Hewlêr: Evroj sêşembê bi
sedan kes ji Kurdên Şekes yên ku li rojhilata bajêrê Mûsilê dijîn li
pêşîya Encûmena Niştimanîya Kurdistanê kombûn û daxwaz kirin ku
deverên wan tevlî herêma Kurdistanê bibe û ji bo seqamgîrîya wan
deveran kar bike.
Di daxuyanîyekê de, Kurdên Şebek daxwaz ji Parliyamenta Kurdistanê kir
ku kopîyekê ji daxuyanîyê bişîne ji serokê komara Iraqê, serokê
hukûmeta Iraqê, balyozê Amerîka li Iraqê, balyozê Berîtanya û nûnerê
sekretêrê giştîyê Netewên yekgirtî li Iraqê. Serokê Parliyamenta
Kurdistanê Ednan Muftî ji alîyê xwe ve soz da xwepêşanderan ku
karbikin ji bo bi cih kirina daxwazên wan.
|