Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Home

Komel

Nûçe 

Êzîdiyatî

Wêje

Gotinên Pêşiyan

Weşanên Nuh

Mûzîk 

Wêne

Links

Erşîf

Deftera Mêvanan

Forum

Peywendî

Mal û Komelên Êzidiyan

Quncika Azad

Arîkariya me bikin   >>>>

Add us to Start Page >>>

Kocka Kaniya Sipî >>>>

Add us to Favorite    >>>

 

Vegere

 

 

Dibistanek Almanyayî li Kurdistanê dihê vekirin

25.11.2006

 

 

 

PNA - Almanya / Silêman Alîxan - Piştî razîbûna hukûmeta Kurdistanê û hukûmeta Almanya ya federal, biryar hat standin ku dibistanek Almanyayî li bajêrê Duhokê bihê vekirin.
Biryar weha ye ku li gel sala xwendina nû ya sala 2007 – 2008 ev dibistan bihê vekirin û ji şeş polan dest bi xwendinê bike, li gel sistemê xwendina Almanyayî.
Ev dibistan dê alîkarîya zarokên malbatên Iraqî bike, ewên ku li Almanya, Awusrirya û Swêsra dijîn, ku bi zimanê Almanyayî dixwendin û niha jî vegerîyane welatê xwe.
Xwedîyê ramana evê projeya perwerdeyî mamoste Isma`îl Muhemmed e, yê ku hemahengîyê di nêvbera hukûmeta Kurdistanê û hukûmeta Almanya de dike. Mamosta ji Peyamnêr re weha got: Herêma Kurdistanê welatê pêncem e li devera rojhilata navîn, ku ev dibistan tê de vedibe.. xercîya vê projeyê dê hukûmeta Kurdistanê bide ta 5 salan, paşê wezareta derve ya Almanya dê xercîya wê bide.
Navbirî berdewam kir û got: niha em pîkolan dikin ku di van du mehên pêşî de mamostayên taybetî amade bikin.. gelek mamosta peywendî li gel me kirine.. em dê navên wan pêşkêşî wezareta perwerdeya hukûmeta Kurdistanê bikin, ji bo ku navên wan tomar bibin.
Ji bo zanyarîyên bêtir, bila mamostayên bi rêz peywendîyê li gel balyozê komara Iraqê yê li Berlînê bi evê navnîşanê re bikin:
www.iraqiembassy-berlin.de
yan jî peywendîyê bi evê addressê re bikin:
ismailms2006@yahoo.de

 

 

 

 

 

 

Jor

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis