|
Peyva Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û civakî di cejna Çarşemba sor de
KOMELA KANIYA SIPI YA REWŞENBIRI Û CIVAKI Elmanya Bielefeld 19 Nîsanê sala 2006 an.
Gelî Xwîşk û Bira, gelî Cemawerên hêja, pir bi me xweş e, di vê roja pîroz de, di vê roja afrandina gerdûnê de, roja dahirbûna Tawisî Melek li ser rûkê zemînê daku yekemîn dendika jiyanê biçînê, roja çarşemba nîsanê, nîsan bûka salê, buhar demsala herî bi xêr û bêr, ku îro em berê xwe bidin ber bi jor ber bi yezdanê dilovan û em bêjin ya Xweda tu tevaya miletên Cîhanê biparêzê, tu tevaya merovanetiyê biparêzê, tu vê surişta me ya rengîn biparêzê. Lê ciyê daxê ye, ku her sal ev cejin bi ser me de tê û hîna miletê Tawisî Melek bi ax û nalîn û keser e, piştî wan dem û dewranên bi xwîn, piştî wan salên derbideriyê, wan rojên bê pariyê, wan kêlîkên azariyê, ku evî miletî çemê xwînê kirin qurbaniya bîr û baweriya xwe. Miletekî sivîl û bê guneh, tenê gunehê wan ew bû, ku dixwestin ku ew jî wekî miletan bijîn, ku ew jî wekî bawermendên hemî olan, bîr û baweriyên xwe yên pak û bijwên biparêzên. Lê ev yeka ne bi dilê sitemkar, xwînmij û xwedênenasa bû, ji ber vê yekê bi şûrên xwe yên dev bi qirêj, bi şûrên xwe yên ku kîn, rik, û nemerovanetî jê dibariya xwîna bi hezaran ji bawermendên vê ola herî pak, bijwên û dêrîn rijandin. Lê tevî vê zilim û zorê, tevî vê kuştin û qirkirinê, tevî 72 fermana jî Miletê Tawisî Melek, rojekê ji rojan bi kîn û rik berê xwe neda hevparên ciyografiya xwe, lê mixabin hetanî vê gavê jî hîna ev milet dibêjin ax û ax… hîna xwina me tê rijandin… hîna şerê me tê kirin.
Îro roj li Iraqê û di seranserê dîroka vî Welatî de, Êzîdiyan weku hemwelatiyin Iraqî tu carî kêm û kasî nekirina erkên xwe yên netewî û hemwelatî, û piştî rûxandina rêcîma Be`is a faşist, û piştî avakirina dam û dezgehên dewleta nuh, dîse careke din wekî cara miletê Êzîdî yê ku dixwest û dixwaze mil bi mil li gel birayên xwe yên kurdên dîtir, kurdistaneke serbixwe û azad ava bikin, û mil bi mil li gel birayên xwe yên Ereb, Turkuman, Aşûrî, Kildanî û kêmnetew û kêmolên din Iraqeke demuqrat û fedral ava bikin, mixabin ku dîse ji mafê xwe yê rewa bê par dimîne, û xedreke pir bê insaf lê tê kirin.
Li Turkiya yê li bakurê kurdistanê jî heta wekî vê gavê jî hîna rêcîma Turk bi wî mejiyê xwe yê kemalizmî bi wê siyaseta xwe ya asîmlasyûnê, bê parkirin û dûrkirinê danûstandinê bi miletê kurd bi kelemperî û bi miletê Êzîdî re bi tayîbetî dikê. Ji bilî ku hemî bajar û gundên wan bê guhdan û bê şaristanî mane, rêcîma turk hetanî nuha dirkêniyê bi ola Êzdayetiyê weku oleke bingehîn xwedî felsefe û bawerî û bi serê xwe nayînê, û li hember wan rêgeh, û grûpên ku Êzîdiyan weku kafir li qelem didin bê deng dimîne.
Lê rewşa Êzîdiyên li Sûryayê,(Rojavayê Kurdistanê) necudatir e ji rewşa êzîdiyên bakur, başûr û sovyêta berê, ji bilî ku hîna ne di nav civata Sûryayê de û ne jî, ji aliyê rêcîma Şamê dirkênî bi Ola Ezdahî weku Oleka serbixwe nehatiya kirin; merovê Êzîdî mecbûr dibe ku li gor şerîheta Islamê kaxezên zewaca xwe çê bikin; û şagirtên Êzîdiyan jî mecbûr dibin di dibistanan de ola Misilmanetiyê bixwînin. Tê zanîn ku ev bi dehê sala ye, ku Rêcîmên ku li hukumranî li sûrî dikirin û dikin, siyaseteke awarte di danûstandina bi miletê kurd re ji aliyekî ve û bi herêmên kurdî re ji aliyekî dîtir ve didan û didin meşandin, ji hêla guhdana şaredarî û avadanê ve, hêrêmn kurdî pir belengaz û bê avedan mane, her weha siyaseta asîmlasyûn, koçberî û dûrkirinê li ser miletê kurdî bi kelemperî û miletê Êzîdî bi tayîbetî didin meşandin.
Her weha rewşa Êzîdiyên komarên Sovyêta berê jî bi vê pergalê ye, eger ne xerabtir be, ev siyaseta dûrkirin, neguhdan, birçîbûn û nepejirandinê li ser wan jî didomîne. Ji ber van sedeman û gelekên din, miletê Êzîdî berê xwe da Welatên Rojava, û li hindek Welatên Ewrupî cî girtin. Lê mixabin encama danûstandina van Welatan û berjewendiyên wana bi hevûdin re, dîse Êzîdî ji wî hestê hemwelatiyê, danûstandina aşîtiyane û merovane bê par man. Û dîse wekî her car xwe dibînin mîna çûkê li ser hejikê. Yek ji encama wan siyasetên nemerovane ew e, ku nuha mafê penaberiyê yê ku di salên heştêyî de (1980 ) Êzîdiyên Turkiyayê bi dest xistin, weku kêmoleke bindest û bê maf, careke din ji wana tê sitandin, û dikevin nava şêl û bêliyeke bê sînor.
Lê ji aliyekî dîtir ve jî gereke em li xwe mukur werin ku em jî di vî warî de gunehbar in, ji ber ku me nikarîbû hetanî vê gavê jî ku em xwe weku kêmoleke serbixwe û xwedî taybetmendî û xwedî çandeke pir zengîn û dêrîn bi Komelgehên van Welatan bidin pejirandin.
Em weku Komelgehek biyanî û cihêwaz me nikarîbû xwe biparêzin, û xwe li gor çand û yasayên van Welatan biguncîn in. Hêjayî gotinê ye, ku Saziyên Êzîdiyan jî di vî warî de xwedî guneh in, ku wan nikarîbû karekî bi rêk û pêk li ser bingehin olî rewşenbîrî, lîbralî û hevalhez bi miletê xwe bidin fêrkirin, û karibin serkêşiya komelgeha xwe a reben û biyan bikin. Ev jî bû sedemeke bingehîn ji sedemên ji hevxistin, ji hevdûrkirin û ji hevnehiskirina ku di nava civata me de peyda bû. Lê hindek Êzîdî jî li ser astê takekesane ketin hindek şaşîtiyan, û hidek sînorên sor derbas kirin, sînorê nerêzgirtina yasayên van Welatan û ev yek ciyê daxê ye, ku van karûbarên wisa ziyan û bandoreke nêkatîf li komelgeha Êzîdiyan bi tevayî kir. Ji ber vê rewşa ku civata me ketiya yê, û ji ber van sedemên ku me li jor destnîşan kirina, û daku em karibin bi yek destî bi yek dilî li hember van kêm û kasiyan li hember van nexweşiyên ku derbasî gewdê civata me bûne rawest in, me di KOMELA KANIYA SIPI YA REWŞENBIRI Û CIVAKI DE biryar da ku em û li ser rêçeke pir zelal û aşkere xebata xwe bikin, û rewşê bi zelalî ji miletê xwe re wek ku em dizanin ragihîn in. Gelî Êzîdiyan ev Welatên Ewrupî ku em di wana de dijîn Welat in, xwedî şaristanî yasa û dadwer in, ji me tê xwestin û ferz e li ser me, ku em rêzê ji yasayên wana re bigrin, û em bê destûrname gulekê ji bexçeyên wan neçinin.
Her weha pêdiviyeke sincî, merovanetî û dîrokiye li ser me ku em karibin xwe fêrî zimanên van Welatan bikin, daku em şepirze nebin, daku em karibin rastiya Ola xwe, rastiya civata xwe ya pir tenik, pir rasteqîne, pir bijwên pir hevalhez bighînin xelkê.
Eger em dilxwaz û xêrxwazê milet û olê bin, û em bixwazin ku em jî wekî miletan xwedî pêşeroj û maf bin, û em jî xwedî par û pişik bin di avakirina şaristaniya merovanetiyê de, divê em dest bi dest mil bi mil çi li Welat û çi li biyanistanê, nerîneke istiratîcîk û hevbeş ji bo pêşeroja miletê xwe amade bikin. Û em hewil bidin ku em hindek alav û projikteyan ji bo pêkanîna vê pêşerojê saz bikin.
Gelî xwîşk û bira gelî mêvanên rêzdar, em di Komela Kaniya Sipî de ya rewşenbîrî û civakî, di dest pêka pêvajoka xebata xwe de ne, û rewşa me pir tenik û hestedar e, ji ber vê hindê em hêvî û daxwazê ji we dikin, ku hun jî li gor karînên xwe çi bi mewdanî û çi bi derûnî ji me re alîkar bin, û hun destê biratiyê alîkariyê ji me re dirêj bikin, daku em jî karibin bêtir û bi rengê pêdivî xebateke rûsipîyane xebateke hêjayî bejna Êzîdiyatiyê ji di ber komelgeha xwe de bikin.
Careke din Cejna Çarşemba Serê Nîsanê Cejna Serêsala Êzîdxanê Cejna Tawisî Melek Cejna Kinyatê li tevaya merovanetiyê û bi tayîbet li miletê Tawisî Melek sedhezar carî pîroz û pîroz be.
KOMELA KANIYA SIPI YA REWŞENBIRI Û CIVAKI Elmanya Bielefeld 19 Nîsanê sala 2006 an.
|
|
www.kaniya-sipi.de info@kaniya-sipi.de Vebûna Malperê: 24.06.2005 |