Komela Kaniya Sipî

www.kaniya-sipi.de                                                                                                                                         

Mêvanê hêja Tu bi xêr hatî Malpera Kaniya Sipî
 Kurdî    Arabic German

Vegere

Xweş Nîsan

Bûka der te me her û her canim

Şiyar im li benda sitêrka ezman im

Kulîlk im rihim li zozanê Êzîdxan im

 

Gula nîsan im

Şitla Rihan im

Xemla jiyan im

 

Destpêka salê me

Bayê serê sibê me

 

Bi nexşê kesik sor û zer im

Bi gelê xwe her bawer im

 

Çarşem im, ez bûka salê me

Rewş û xemla jiyanê me

 

Ti Bûka canî ciwan î

Bi rengê Êzidxan î

 

Dema nîsan ê

Çarşema cejna Êzîdxanê

 

Ji mêj ve Çavê me li bende te ye

Gulê sor û zer li  ser xaka te ye

 

Navê te pir xweş e

Her dil ji te re xweş e

 

Bibil ji bo te xweş dixwîne

Helbeste ji nav dil dertîne

Vê cejnê li teva dibarkîne

Mizgîneke xweş ji me re tîne

 

 Êzdînê pîr Ido, Elmaniya 05.02.2006

 

Top

 

www.kaniya-sipi.de               info@kaniya-sipi.de

Vebûna Malperê: 24.06.2005

 Besucherzähler gratis