|
Vegere
Pîr Îdo çu ber rehma Xwedê
Sibe, 12.01.2006 an, Pîr Îdo
mêvanê diyarê Felekê ye

Di roja 5.1.2007 an, saet 3 piştî nîro,
Pîr Îdo li bajarê Nienburg ji vê Cîhanê koçkir.
Pîr Îdo yek ji navdar û oldarê herî
dihat naskirn di nav Êzidiya de, wek şikestîkî
û bê gazin.
Pîr Îdo kurê Pîr Mistê, di sala 1914 li
gundê Sudiqê li bakurê Kurdistanê li Welatê Xalta nêzîkî Batmanê ji
dayik bû.
Ew ji malbata Pîrê Mehmed Reben e.
Wî heşt zarok, 4 keç û 4 kur li pey xwe
hiştin.
Piştî birayê wî Derwêş ji ber Dînê xwe
liser destê Misilmana hat kuştin, ew neçar ma koçî Suriya bikê û li
wêdê bi cî bibê û bizewicê.
Ew li gundê Tilxatunkê nêzîkî bajarokê
Tirbespiyê girêdayî bajarê Qamişlo bi cih bû û Jiyana xwe berdewam kir
wek mirovekî bê gazin û dilê keskî jê nema, ew mirovekî pir bi îman bû
û heta dawî bi ola xwe ve girêdayî bû.
Di sala 2003 wek penaber koçî Elmaniya
kir û li wêdê mafê penaberiyê girt.
Di sala 2006, gelkî bê zarbû û di vê
rojê de, 5.1.2007 çû ber dilovaniya Xwedê.
Lê mixabin tiştik di dilê wî de ma, ew
bû go nikarî herê LALIŞA NÛRANÎ
Em hêvî ji Xwedê dikin wî bigrê ber
rehma xwe
Feremez Xerîbo
Komela Kaniya Sipî ya rewşenbîrî û
civakî
Bielefeld/Elmaniya
5.1.2007
Têbinî:
Kesê ku bixwazê serxweşiyê bide malbata Pîr Îdo, dikare bi rêya vê
telefûnê têkiliyê bi wan re deyne:
0172 5142196
Jor
|